Here naverokê

Cemsera Bakur

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Projeksiyoneke azîmutal ku Okyanûsa Arktîk û Cemsera Bakur nîşan dide. Her wiha nexşe hêlîpana 75em a bakur û hêlîpan a 60em a bakur nîşan dide.
Dîmenek ji lûtkeya zextê ku Cemsera Bakur bi qasî 1 km dirêj buye ku di navbera du sinorên qeşayê yên çend salî de çêbûne.

Cemsera Bakur xala herî bakur a Diyayê ye ku xaleke li nîvkada bakur e û xêza zivirîna Dinyayê li ser vê xalê digijîn hev. Ji bo ku ji cemsera bakur a maynetîk were cuda kirin wekî Cemsera Bakur a Rastîn jî hatiye binav kirin.

Cemsera Bakur ravekirina xala herî bakur ê Dinyayê ye ku li hemberî Cemsera Başûr e. Ev xal elateya jeodezîk a 90° bakur û her wiha arasteya bakur a rastîn diyar dike. Li Cemsera Bakur hemî alî ber bi başûr ve ne; hemî xetên hêlîlarê li wir digijîn hev ku ji ber vê yekê hêlîlarên xalê dikare wekê her nirxa pileyê were rave kirin. Ji bo ku li Cemsera Bakur ti herêma demê nehatiye destnîşankirin, ji ber vê yekê her dem dikare wekî dema herêmî were bikar anîn. Li ser xelekên latîfî yên teng, li dijî hêla saetê ber bi rojhilat ve tê dîtin û li gorî saetê jî ber bi rojava tê dîtin. Cemsera Bakur li navenda Nîvkada Bakur e. Her çend hinek qeraxên çakil ên nîvmayînde hinekî nêzîktir be jî, bi gelemperî tê texmîn kirin ku bejahiya herî nêzîk Girava Kaffeklubben e ku li peravên bakurê Grînlendayê ye û bi qasî 700 km li dûrê xala cemserê ye. Nêzîktirîn cihê niştecihbûnê ku nêzîkê Cemsera Bakur e Alert a li Girava Ellesmere a Kanada ye ku 817 km dûrî cemserê ye.

Dema ku Cemsera Başûr li ser girseyeke bejahî ya parzemînî ye, Cemsera Bakur li nîvê Okyanûsa Arktîk di nav avên ku hema hema bi berdewamî bi qeşayên deryayê ku herdem di nav tevgerê de ye, veşartî ye. Kûrahiya deryayê li Cemsera Bakur di sala 2007an de ji aliyê keştiya binavî ya rûsî ve 4.261 mêtre[1] û di sala 1958an de ji aliyê keştiya USS Nautilus ve 4.087 mêtre hatiye pîvandin.[2][3]

  1. ^ "Russian sub plants flag at North Pole-Tass | World | Reuters". uk.reuters.com. Ji orîjînalê di 22 kanûna pêşîn 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 çiriya pêşîn 2025.
  2. ^ "ВОЕННАЯ ЛИТЕРАТУРА --[ Мемуары ]-- Андерсон У. «Наутилус» у Северного полюса". militera.lib.ru. Roja gihiştinê 21 çiriya pêşîn 2025.
  3. ^ Ha, Academie De Droit International De La (1 kanûna pêşîn 1968). Recueil Des Cours, Collected Courses 1962 (bi îngilîzî). Martinus Nijhoff Publishers. ISBN 978-90-286-1442-0.