6ê adarê
Xuyakirin
<< | Adar 2024 | >> | ||||
Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
1 | 2 | 3 | ||||
4 | 5 | 6 | 7 | 8 | 9 | 10 |
11 | 12 | 13 | 14 | 15 | 16 | 17 |
18 | 19 | 20 | 21 | 22 | 23 | 24 |
25 | 26 | 27 | 28 | 29 | 30 | 31 |
Rojên salê |
Bûyer
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kurdistan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1921 – Li hemberî Serhildana Koçgiriyê artêşa tirk dest bi tevgera leşkerî kir.
- 1975 – Li Cezayîrê, li ser navê rejîma Îraqê Saddam Hûsên û li ser navê Îranê Şah Riza Pehlewî, piştî guftugoyekê peymanek mohr kirin. Li gorî peymanê;
- – Wê her du alî, sînorên xwe li hemberî kesên bi ziyan (yanî li hemberî Kurdan) asê bikin.
- – Wê sînor ji nû ve werin diyarkirin û pirsgirêka rêya ser ava Şetê, were çareserkirin.
- Piştî vê peymanê, hukumeta Îranê berê xwe ji Kurdan zîvirand. Rejîma Îraqê, muhdetek kin da Kurdan da ku xwe pispêrin wan. Di 22 adarê de koçber Kurdan, ji ** Başûrê welêt dest pê kir û bi deh hezaran Kurd, li welatê xwe û li deverên din bûne mihacir.
- 1949 – Li bajarê kurdan Elezîzê erdhej çêbû.
- 1987 – Tirkiyeyê baregehên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistanê bombebarankirin. Li hemberî vê Îran û Lîbyayê nerazîbûn nîşan dan.
- 1994 – Li navçeya Êlih, Kercosê Mehmet Emîn Bîrlîk di encama êrîşeke çekdarî de jiyan xwe ji dest da.
Cîhan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1902 – Real Madrid hate damezrandin.
- 1925 – Li Tirkiyeyê ku di cîhanê yek ji welatên herî zêde rojnameyan digire ye, bi biryara lijneya wezîran a tirk li Stenbolê 4 rojname hatin girtin. Piştî 3 rojên din du rojnamayên din hatin girtin. Rojnameyên hatine girtin ev in; Tevhid-i Efkar, İstiklal, Son Telgraf, Aydınlık, Sebilülreşat û Orak Çekiç
- 1957 – Yek ji welatên parzemîna Afrîkayê, Ganayê serxwebûna xwe îlan kir. Ew di nav welatên Afrîkayê de ya yekemîn bû ku serxwebûna xwe îlan kir.
- 1965 – Mîtînga ku karkerên di kargeha titûnê de dixebitîn, di pêşengiya Partiya Karker a Tirkiyeyê de pêkanî, rastî êrîşeke tund hat.
- 1983 – Li Almanyaya Rojava, partiya Helmut Kohl, CDU, hilbijartin qezenç kir.
- 1987 – Li Belçîkayê ferîbotek noqav bû. Di encamê de 200 kes mirin.
- 1995 – Di navbêra Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de "Peymana Yekîtiya Gûmrûkê" hate mohrkirin.
- 2007 – Li Endonezyayê erdhejeke bi mezinahiya 6,3 a li gorî pîvana Richterê qewimî. Di encamê de herî kêm 70 kes mirin û bi sedan kes brîndar bûn.
Jidayikbûn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1806 – Elizabeth Barrett Browning, helbestvana îngilîz
- 1928 – Gabriel García Márquez, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 2000 – Jacob Bertrand, lîstikvan û dûblajvanê amerîkî
Mirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1900 – Gottlieb Daimler, endazyar û karsazê alman
- 1973 – Pearl S. Buck, nivîskara xwediya Xelata Nobelê
- 2005 – Hans Albrecht Bethe, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 2021 – Lou Ottens, endezyar û dahênerê holendî
Cejn û salveger
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Li hemberî Serhildana Koçgiriyê Artêşa Tirk tevgera leşkerî da destpêkirin.