Here naverokê

Cîhan Roj

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Cihan Roj hat beralîkirin)
Cîhan Roj
Jidayikbûn1965
Înaq, Gimgim
PîşeNivîskar
Zimanê nivîsinêKurdî
biguhêreBelge

Cîhan Roj (jdb. 1965 Înaq, Gimgim, Mûş) şair û nivîskarekî kurd e. Sala 1987an de beşa mamostetiyê diqedîne. Di sala 2024an de beşa medya nû û rojnamevaniyê diqedîne. Nivîskar di sala 1993an de dest bi nivîsandina bi zimanê kurdî dike û di heman salê de helbest û çîrokên wî hatine weşandin. Di salên 2000î de ew hinek têgînên matematîgê diafirîne û ji Enstituya Kurdî re dişîne. Ew xebat di sala 2006an di rojnameya Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993an heya sala 1997an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike.[çavkanî hewce ye]

Di sala 2001ê, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê "Konferansa Nivîskaran" tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qirarek dide û tenê bi edebiyatê re eleqedar dibe. 11 roman, şeş şîyîr, yek ji çîrokên bijare bi tevahî çar kitêbên çîrokan, tevî ceribekê, bi tevahî, 22 berhemên Cîhan Roj hatine weşandin. Romana bi navê "Perde" di tirkî de bi navê "Mahrum" hatiye wergerandin.

Li gelek rojname, kovar û malperên bi kurdî ji karwaniyên ceribînên xwe yên edebiyata sêwirînî û ji xwendinên xwe yên pêvajoyan, derheq edebiyata kurd de gotar nivîsîne. "Edebiyata Modern a Kurdî", ji bo çarçoveya 15 hefteyî, her hefte di Radyoya Rûdawê de, di bernameya "Wêjevan" de bûye mijar. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cegerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.[çavkanî hewce ye]

Di destpêka romana wî a bi navê "Perde" de, wisa hatiye nivîsîn: "Em bi zimanê xwe li xeyalên xwe digerin, bi xeyalên xwe li zimanê xwe digerin.” Nivîskar, di nivîs û hevpeyvînên xwe de her têgeha “bîrxistinê” îfade kiriye. Di romanan de, her li pey e tiştinan bîne bîra xwe û xwendevanên xwe, da kitûmat û detay zindî bimînin. Herwiha îfade kirîye her ziman û kultur rengek in, ziman û edebiyata kurd bi rengê xwe wê di edebiyata cîhanê de cîyê xwe bigirin, lê zêde bikin. Di hevpeyvînek xwe de (2015) têkiliya edebiyatê û bêhizûriyê destnîşan kiriye. Heman hevpeyvînê de, bo romana kurd wisa gotiye: “Merheleya hewlên parastin, tomarkirin û neqilkirinê peyderpey li pey dimînin. Romanên derheq takekes de dertên. Kurmancî her kêmaniyên xwe temam dike, ev jî dibe sebeb romanên kurdî zengîntir bibin.”[çavkanî hewce ye]

  1. Gîtara Bê Têl, Weşanên Do, 2009; Weşanên J&J, 2014
  2. Meşa Moriyan (roman), Weşanen Evrensel, 2011
  3. Perde (roman), Weşanên Na, 2012
  4. Serkêş (roman), Weşanên J&J, 2014
  5. Hurcahil (roman), Weşanên J&J, 2015
  6. Reş (roman), Weşanên J&J, 2015
  7. Mala Baz (roman), Weşanên J&J, 2018
  8. Şeşaqil (roman), Weşanên Lîs, 2021
  9. Armonîkaya Hêşîn (roman), Weşanên Peywend, 2023
  10. 7 Av 7 Agir û 7 Derî (roman), Weşanên Peywend, 2023
  11. Dehlîz (roman), Weşanên Peywend, 2025
  1. Meyman (çîrok), Weşanên Lis, 2006
  2. Deriyê çirokê (çîrok), Weşanên Do, 2008
  3. Sehne (çîrok), Weşanên YNKD, 2013
  4. Dema Kulîlkan (hemî çîrok), Weşanên Peywend, 2023
  1. Ratîka (şîyîr[ferhengok 1]), Weşanên Sî, 2002
  2. Aqil diçe sewda dimine (şîyîr), Weşanên Do, 2008
  3. Av û Berf (şîyîrên bijare), Weşanên J&J, 2018
  4. Şayîr û Defter (şîyîr), Weşanên Peywend, 2023
  5. Asê, (şîyîr), Weşanên Peywend, 2023
  6. Pîneyên Ruh, Xewa Gotinê (şîyîr), Weşanên Peywend, 2025
  1. Edebiyata Modern a Kurdî (pexşanivîs), Weşanên Peywend, 2023

Di sala 2023yan de, bi minasebeta 30 saliya nivîskariya Cîhan Roj Weşanên Peywendê hemî berhemên wî weşandin.

  1. Mahrum, bo tirkî, wergera romana Perde ye, Weşanên J&J, adar 2017
  1. ^ şi'r, helbest