Civîngehên Çandî yên Şoreşgerê Rojhilat
Civîngehên Çandî yên Şoreşgerê Rojhilat (bi tirkî: Devrimci Doğu Kültür Ocakları an DDKO) li sala 1969ê di nava xwendevan û rewşenbîrên kurd ên bajarên wekî Enqere û Stembolê de hate avakirin. Heta wî wextî kurd di nava Partiya Komûnîst ya Tirkiye de tev digerîn. Lê bi vê rêxistinê ji nav refên komûnîstên tirk, veqetîn. Piştî derbeya leşkerî ya 12ê adara 1971ê hate qedexekirin ji aliyê dewleta tirk ve.
Komeleyeke çepgir a kurdan bû. DDKO di sala 1969an de li Stembolê ji aliyê 18 kesên wek Necmettin Büyükkaya, Hikmet Bozcalı, Mehmet Tüysüz, Ali Buran, Mahmut Kılıç, Ahmet Zeki Okçuoğlu, Leyla Ejder, A. Yılmaz Balkaş, Niyazi Dönmez, Battal Battı, Sait Pektaş, Şakir Elçi û Agah Uyanık ve hate damezrandin. Yekemîn serokê DDKOyê Necmettin Büyükkaya bû.
Serokên DDKOyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Serokê Dewra Yekem: Necmettin Büyükkaya (1943-1984, Riha, Siwêreg)
- Serokê Dewra Duyem: Hikmet Bozcali (Amed, Farqîn)
- Serokê Dewra Sêyem: Mehmet Tüysüz (Curnê Reş, Riha)
Endamên DDKOyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hin ji endamên navdar ên DDKOyê ew bûn:
Piştî derbeya leşkerî ya 12ê adara 1971ê DDKO hate girtin û endamên wê wek Mûsa Anter, Ismail Beşikcî û gelek kesên din hatin girtin û di Dozên DDKOyê de hatin darizandin. Ev doz bûn sedema ku doz û daxwazên kurdan di qada navdewletî û navxweyî de bên bihîstin.
Mijarên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |