Necmettin Büyükkaya
Necmettin Büyükkaya | |
|---|---|
![]() | |
| Jidayikbûn | jdb. 1ê kanûna paşîn a 1943an |
| Mirin | 22ê kanûna paşîn a 1984an (41 salî) Amed, Bakurê Kurdistanê |
| Hevwelatî | Tirkiye |
| Perwerde | Zanîngeha Stembolê |
| Pîşe | Çalakvan |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Necmettin Büyükkaya, wekî Neco jî tê nasîn (jdb. sala 1943an - m. sala 1984an), çalakvanekî têkoşîna kurdan bû û kadroyekî Civîngehên Çandî yên Şoreşgerê Rojhilat li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bûye ku di Zîndana Amedê de ji dest îşkenceya dewleta tirkî hatiye kuştin.[1][2]
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Necmettin Büyükkaya di sala 1943an de li Siwêregê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navendî jî li Siwêreg, Amed û li Edeneneyê temam kiriye. Di navbera salên 1965-70ê de ew çû Stembolê ku li vir di fakulteya hiqûqê bixwîne. Dema ku ew di zanîngehê de bû, ew bû endamê Partiya Karkeran û Federasyona Ciwanên Şoreşger ên Tirkiyeyê, berî ku bibe kesayetekî girîng û navdar di Şoreşa Kurdan de. Di sala 1969an de ew yek ji damezrînerên Civîngehên Çandî yên Şoreşgerê Rojhilat bû ku serokatiya wê jî ew bû. Piştî Derbeya sala 1971ê wî dest ji xwendinê berda û koçberiya Başûrê Kurdistanê dibe, li vir jî dibe endama Partiya Demokrat a Kurdistanê (Bakur). Di sala 1972an de, ew diçe Qamişloyê ku ji vir jî biçe Ewropayê, ew yekem li Çekoslovakyayê bû, dûr ve jî diçe Swêdê. Lêbelê di sala 1975an de, piştî îlankirina efûya giştî, ew vedigere Tirkiyeyê. Ew çalakvaniya kurdî li Tirkiyeyê heta derbeya sala 1980ê berdewam kiriye, dûr ve ew ji aliyê dewleta tirkî hatiye binçavkirin û wî avêtina zîndana Amedê. Li vir jî îskençe li wî hatiye kirin.[3]
Di 24ê çileya 1984an de, Neco ji dest îskençeyên polîsê miriye, dema ku ew di greva birçîbûne de bûye.[1]
Mîras
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Name û nivîsên din ên Büyükkaya di sala 1992an de li Swêdê wekî pirtûka "Kalemimden Sayfalar" hatin berhevkirin û weşandin.[4][5]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b Orhan, Mehmet (2015). Political Violence and Kurds in Turkey: Fragmentations, Mobilizations, Participations & Repertoires. Routledge. r. 197.
- ^ Foreign assistance legislation for fiscal years 1986-87: hearings before the Committee on Foreign Affairs, House of Representatives, Ninety-ninth Congress, first session. Cild 3. 1985. r. 777.
- ^ "Necmettin Büyükkaya". Rûpela nû (bi tirkî). 23 kanûna paşîn 2022. Ji orîjînalê di 23 kanûna paşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2022.
- ^ "DDKO ve sonrasını bilmek". Rûpela nû. 22 tîrmeh 2021. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2022.
- ^ Kalemimden sayfalar (bi tirkî). Stockholm: Apec-Tryck & Forlag. 1992. ISBN 9187730316.
