Dînên îbrahîmî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Dînên Îbrahîmî hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
ReligionSymbolAbr.PNG
Cihên pembe hemî li ser dinê îbrahîmî ne

Dînên îbrahîmî (Bi îngilîzî Abrahamic Religions) têgeheke ji wan dînên ku tê de Îbrahîm wek kesek giring tê baskirin re tê gotin. Ji hemûyan diyartir ev têgeh ji dînên cihûtî, xiristiyantî û îslamê re tê gotin. Dîneke din ya Îbrahîmî dînê Beha'yetê ye. Baweriya Beha'yetê di sedsala nozde an de geşekir li vê erdnîgariya niha jêre dibêjin Îran. Herçend ev dînên hanê ji aliyê bîr û baweran ve bi temanî ji hev cudane lê di gelek aliyên giring de hevrêne mîna wê bingeha sirûştî ya ku ew hemû yek xwedayî di perêsin û hevrêne ku pêdivîye hemû mirov bi tenê kirnoşê ji bû yek xwedayî bibin. Peyva Îbrahîmî di koka xwe de vedigere ji bo Îbrahîm pêximber, ku gelek rêzdare di dînên Cihûtî, Xiristiyantî û Îslamê de.

Cihûtî[biguherîne]

Cihûtî dînekî Îbrahîmî ê takxwedayî ye ku bawerî bi hebona yek xwedayî heye. Ev dîn pitir dihê nasîn bi dînê Diwazde Êlan helbet ev ramana diwazde êlên Îsraêlyan ji xwe dide. Cihûyan bawerî bi pirtûkên Tewrat, Tenax û Tilmûd heye ku hersê dihên nasîn bi Peymana Kevin a Pirtûka Pîroz. Yek ji pêximberên herî giring ên cihûyan Musa ye.

Xiristiyantî[biguherîne]

Yek ji dînên takxwedayî ên Îbrahîmî ye. Yesû'h yan Îsayê Mesîh têde sereketirîn kesayetiye. Xiristiyantî bi dînê herî xwedî Dûketî û bawerdar dihê zanîn ku dibin 2.3 milyar mirov. Wan bawerî bi pirtûka cihûyan Peymana Kevin heye. Bi gelemperî wan bawerî bi Încîl yan bi navekî din ''Peyama Nû'' heye û wê pîroz dibînin ku komeka vegêran û nivîsandina ye behsa jiyana Yusû'h yan Îsa dike. Peymana Nû yan Încîl ji çar beşan pêkdihê ku Metta, Merqos, Loqa û Yuhenna ne.

Îslam[biguherîne]

Îslam dînekî takxwedayî ye. Bi dû Xiristiyanetiyê de di rêza duyem de tê ji bû rêja dûketî û bawerdaran. Ji kesekê ku bawerî bi Îslamî hebe Misilman dihê gotin. Misilmanan bawerî bi wê yekê heye ku Muhemmed pêximberê dawî ê xweda Ellah e. Herwiha wan bawerî bi roja dawiyê û Firîşteyan heye. Misilman Quranê bi axaftina xwedê û hinartiya wî dizanin ji bû Muhemmed. Quran jêdera yekem paşî kiryar û gotinên Muhemmed ku pê di bêjin Sinet jêdera duyem a şerîeta Îslamê ne.

Çavkanî[biguherîne]

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)

https://www.newworldencyclopedia.org/entry/Abrahamic_religions https://www.worldatlas.com/articles/what-are-the-abrahamic-religions.html https://www.britannica.com/topic/Abrahamic-religion https://eksisozluk.com/ibrahimi-dinler--1080511 https://www.yenisafak.com/yazarlar/farukbeser/ibrahim-dinler-de-ne-demek-2047504 https://www.researchgate.net/publication/328417431_IBRAHIMI_DINLER_KAVRAMSALLASTIRMASININ_MESRUIYETINE_DAIR_ILERI_SURULEN_FENOMEN Încîl