Qiyamet

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Qiyamet an jî roja piştdawiyê (bi erebî: يوم القيامة‎‎, lat. yom al-qiyamah) wekî bêje tê wateya "nûvejîn" û bi ola îslamê ve derbasî zimanê kurdî bûye.

Hema di hemî baweriyên olî de baweriya qiyametê heye.

Qiyamet di dînê îslamê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di pirtûka pîroz a îslamê, Quranê de qiyamet wekî "roja ku jiyana li rastegîniya cîhanê bidawî dibe, mirov ji bo darizandinê tên zindîkirin" tê şîrovekirin. Baweriya qiyametê yek ji baweriyên bingehîn tê hesibandin. Gorî dînê îslamê çi misilman çi ne misilman, hemî mirov tên darizandin û gorî xêrû gunehên xwe yan bi cezayê dojehê yan jî bihuştê tê xelatkirin.

Herwekî behsa Pira Siratê kirin ku "ji mû ziravtir, ji şûr tûjtir" e. Heger kiryarên mirov ên baş hebin mirov bê astengî ji vê pireyê derbasdibe û diçe bihuştê. Heger nîne, mirov dikeve nav agir û pêtê, ango dojehê.