Danielle Mitterrand

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Danielle Mitterrand
Danielle Mitterrand
Navê rastî
Danielle Mitterrand
Jidayikbûn29ê çiriya pêşîn a 1924an
Mirin22ê çiriya paşîn a 2011an (87 salî)
Paris, Ile-de-France
HevwelatîFransa
Pîşeşoreşvan, siyasetmedar, jina serokkomarê Fransayê François Mitterrand
HevjînFrançois Mitterrand
ZarokPascal Mitterrand (1945–1945), Jean-Christophe Mitterrand (1946), Gilbert Mitterrand (1949)
MalbatGouze
biguhêreBelge

Danielle Mitterrand (bilêvkirina kurdî: Daniyel Miteran) (29ê çiriya paşîn, 1924 - 22ê çiriya paşîn, 2011 Parîs[1][2]) ji dayik bû. Ew şoreşger û nivîskareke fransî bû û jina serokkomarê Fransayê François Mitterrand bû.

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Paşnavê Danielle Mitterand beriya zewaca xwe Gouze bû.

Gouze weke keça Antoine Gouze, midurê dibistanekî, û Renée Flachot, mamosteyeke heman dibistanê hatiye dinyayê. Bi 17 saliya xwe ew tevlî Résistance, rêxistineke şoreşvan a fransî dibe, ya ku li dijî artêş û hikûmeta kolaborator ya faşîst xebitî. Di vê demê de François Mitterand nas dike. Di 28ê çiriya pêşîn a 1944an de ew di dêra Saint-Severin dizewicin. Sê zarokên wan dibin: Pascal, Jean-Christophe û Gilbert. Zewaca wan heta 8ê kanûna 1996an diajo: Di vê rojê de François jiyana xwe ji dest dide.

Xwişka Danielle, Christine Gouze-Renal, jina lîstikvan û derhênerê fransî Roger Hanin bû.

Şoreşa wê ya bo mafên mirovan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Danielle xanim demeke dirêj weke piştgira dewleta Kûba û hikûmeta wê ya marksîst-lenînîst dihate nasîn. Lê wê ji bo serbest berdayîna siyasetmedarê muxalefet Yndamiro Restano Diaz kar kir. Li gorî vê yekê, Fîdel Castro di sala 1995an de hatibû Fransayê, Danielle ji wî xwestiye ku mixalifê wî bila serbest were berdan û Diaz bi daxwaza Michelle hatiye serbest berdan.[3][4]

Wê piştgiriya xwe dabû sandînîstan, bi vî rengî mêrê wê alîkariya leşkerî dabû wan di şera wan a li Nicaraguayê li dijî DYA.[5] Danielle bi taybetî bi gengeşiya li dijî Tirkiye dihate nasîn. Lewra wê piştgiriyê dabû Hereketa Serxwebûna Kurdistanê.[6] Herwiha, wê pişgiriya xwe ya ji bo Saharawiyên separatîst[7], Subcomandante Marcos[8] û gelê tîbetî[9] eşkere kiribû.

Empatiya wê ya ji bo kurdan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Danielle Mitterand weke dosteke gelê kurd tê naskirin. Wê gelek caran piştgiriya kurdan kir û di sala 1992ê û 2002ê hatiye Kurdistanê û bi sêroken kurdan re hevdîtin pêk anîn.

Di destpêka meha çiriya pêşîn 2009an de li bajarên kurd, Hewlêr û Silêmanî, dû dibistanên fransî ên bi navê Danielle Mitterandê hatin vekirin.[10]

Xelat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1987: Xeça mezin ya Terîqeta inwanê Dom Henrique
  • 1996: Xelata North-South (Bakur-Başûr)
  • 1999: Xelata Light of Truth (Ronahiya Rastiyê)

Pirtûkên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ew mirov berî her tiştî birayên me ne (Ces hommes sont avant tout nos frères), Ramsay, 1996, ji bo amerîkiyên resen (Chiapa) hatiye nivîsandin
  • Êşkence li Tûnîsê: Komîteya ji bo azadî û mafên mirovan li Tûnîsê (La torture en Tunisie: Comité pour le respect des libertés et des droits de l’homme en Tunisie), Le temps des cerises, 2000

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ http://www.nukurd.com/chan/dosta-kurdan-danielle-mitterrand-koca-daw-kir.htm
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 21 kanûna pêşîn 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 22 çiriya paşîn 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ "World News Briefs;Havana Releases A Second Dissident". The New York Times. 2 hezîran 1995. Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2012. {{cite web}}: Formata xwahr an stûr nayê qebûlkirin: |weşanger= (alîkarî)
  4. ^ Roberto Fabricio (15 çiriya pêşîn 1995). "Switch Hitting". South Florida Sun-Sentinel. Ji orîjînalê di 4 kanûna paşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2012. {{cite web}}: Formata xwahr an stûr nayê qebûlkirin: |weşanger= (alîkarî)
  5. ^ http://findarticles.com/p/articles/mi_m1282/is_n1_v40/ai_6284469/. {{cite news}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)[girêdana mirî]
  6. ^ "Cyprus News Agency: News in English (AM), 99-03-10". Hri.org. 10 adar 1999. Ji orîjînalê di 5 hezîran 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 çiriya paşîn 2011.
  7. ^ "afrol News - Systematic maltreatments revealed in Saharawi camps". Afrol.com. Roja gihiştinê 22 çiriya paşîn 2011.
  8. ^ Smith, David (11 adar 2001). "Mexico waits for the masked crusader". The Daily Telegraph. London. Roja gihiştinê 1 gulan 2010.
  9. ^ "Danielle Mitterrand, Hugh Richardson and Richard Blum to Receive ICT's Light of Truth Awards | International Campaign for Tibet". Savetibet.org. 4 çiriya pêşîn 1999. Ji orîjînalê di 2 kanûna pêşîn 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 çiriya paşîn 2011.
  10. ^ President Barzani Receives Danielle Mitterrand[girêdan daimî miriye], Department of Foreign Relations – Kurdistan Regional Government vom 10. Oktober 2009