Dara kamfûrê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dara kamfûrê (Cinnamomum camphora)

Dara kamfûrê, darkamfûr (li hin deveran kamfûrê re kafûr dibêjin) (Cinnamomum camphora), darek ji famîleya qaran (Lauraceae) e ku bi taybetî li rojhilat û başûrê rojhilata Asyayê cihwar e. Riwekeke temendirêj e, heya 2000 salan jî dijî. Bi qasî 20-30 m bilind dibe. Li welatên tropîk bo hilberîna rûnê kamfûrê çandiniya wê jî tê kirin.

Li Kurdistanê kêm be jî demekê daristanên darkamfûrê hebûne. Niha nemane. Sedemek ji viya pêşketina ajalvaniyê, kêmbûna çandiniyê ye. Kurdan sedsalên dawiyê li cihên bilind ajalên malên xwedîkirine. Tê zanîn li cihên ku ajalvanî bi rêbazên klasîk tê kirin, dar û riwekên zivistanan jî heşîn in, ziyanê dibînin, namînin.

Bo bidestxistina kamfûrê darên 20-25 salî tên birrîn, rûnê jê dikişe tê berhevkirin. Vê rûnê di qerisînin û bikartînin. Di bijîşkiya gelêrî ya kurd de, li dijî ragirtinên hundir û derveyê laş, dihate bikaranîn. Singê xitimandî vedikir, birîn dikewand. Wekî melhem an buxr (dûkel) dihate bikaranîn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]