Koendama demarê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Koendama demarê ya mirovan

Ji bilî isfencên deryayê, hemû ajal xwediyê koendama damrê ye[1]. Koendama demarê ya şîrdaran (guhandar) ya herî aloz e.Hemû zîndewer dikarin ji guherînên nav laşê wan an jî yên li hawîrdora wan rû dide pê bihesin. Mirov jî bi alîkariya koendama demarê hay ji hawirdora xwe dibe. Ji xeynî wî, endam û şaneyên laş jî bi navbeynkariya koendama demarê bi hev re di nav têkiliyêde ne. Koendama demar ragihandinan ji beşek laş ber bi beşa din a laş ve diguhêzîne, bi vî awayê çalakiyên mirov rêk dixe[2]. Koendama demarê guherînên hawirdorê yên li ser laşê mirov de bandordar in tespît dike, guherîn ji aliyê koendama demarê ve tê analîzkirin paşê bi gelemperî bi alîkariya koendama hormonan, li dij guherînê bersîva laş ava dike[3]. Guherînên wekî ronahî, germahî, deng, bêhn û livîn guherînên hawîrdorî ne. Guherînên li rêjeya dillêdanê, li rejaya oksîjena nav xwînê, li leza heriskirinê, li leza henasedanê hwd. mînak in ji bo guherînên li nav laş. Çav, guh,ziman, difin û pêstê(çerm) mirov hestewergir lixwe digire. Mirov bi alîkariya van wergiran pê kartekirên hawirdorê dihese. Kartêkir ne tenê ji derveyî laş lê dibe ko di nav laş de jî peyda bibe. Wekî mînak, zêdebûna karbonadîoksîda xwînê, an jî zêdebûna pileya germahiya laş (ta) .Bi kurtasî; Kontrola çalakiyên hizirî (bîr û hiş) û laşî ji aliyê koendema demar ve tê bi rêvebirîn. Koendama demar (Demarekoendam) li dij guherînan, hevsengiya navekî ya laş diparêze. Di jiyana rojane de, mirov çi ji nava laş, çi jî ji hawirdorê gellek kartêkir û hêst digire, piştê nîrxandinê, berteka demarekoendamê bi bersivek guncaw, bi navbeynkariya masûlke û rijênan tê nîşankirin. Bertek dibe ko bi hemdê mirov be, li hin caran bertekên bêhemd jî çêdibe, refleks bertekên wisa ne.

Koendama demarê ji xaneyên demarê û xaneyên glîa pêk tê. Xaneyên demarê sînyalên kîmyayî an jî elektrîkî digirin û dişînin. Xaneyên glîa destek didin xaneyên demarê û çalakiya wan[4]. Li gor anatomiya pêkhateyên wê, demarekoendam dabeşî du beşên serekî dibe, demarekoendama navendî û demarekoendama çêwe.

Demareşanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Demareşane, şaneya taybet e ji bo demarekoendama navendî û demarekoendama çêwe. Koendama demar bi navbeynkariya demareşaneyê hevsengiya navendî ya laş rêk dixe. Demareşane bi sînyalan( demareragihandin) xane û şaneyên laş ji hev agahdar dike. Demareşane ji du cor xaneyên serekî pêk te; demarexane û xaneyên glîa[5]

Demarexane[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Demarexane
Xaneya nimûne ya demarexaneyê

Demarexane (bi îngilîzî: nerve cell, neuron) kartêkir werdigire ji derve û hundirê laş. Kartêkir di demarexaneyê de bi şêwêyê elektrîkî û kîmyayî tê şandin ji bo xaneyên din. Demarexane ji sê beşên sereke pêk tê; laşê xaneyê, dendrît(liq û pop) û tewere. Laşê demarexaneyê navik û endamokan lixwe digire. Dendrît niçikên mîna liqên darê ne, ji laşê xaneyê ber bi derve dirêj dibin. Ji hawirdorê an jî ji demarexaneyêk din bi navbeynkariya dendirîdan kartêkir tên girtin û ber bi laşê demarexaneyê ve bi şêweyê elektrîkî tên şandin. Ji laşê xaneyê niçikek derdikeve, ew ji dendrîdan dirêjtir e û wekî tewere tê navkirin. Tewere demareragîhandinan(sînyal) vediguhêzîne dûrê laşê xaneyê. Demarexane girîng e ji bo girtin û ragihandina kartêkiran. Demarexane li gor erkên xwe an jî li gor pêkhate û şêweyên xwe tên polênkirin.

Corên demarexane li gor pêkhate û şêweyê wan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di vê polenkirinê de, niçikên laşê xaneyê ji bo navlêkirina xaneyan tê bikaranîn. Ji laşê demarexaneyan ve sîtoplazma û parzûna xaneyê wekî niçik ber bi derve direj dibin. Niçikên laşê xaneyê wekî cemser tê hesîbandin. Li gor şêwe û pêkhate, çar corê demarexane heye. Demarexaneya yekcemserî, demarexaneya ziryekcemserî, demarexaneya ducemserî û demarexaneya firacemserî[4].

Corên demarexane li gor erkê wan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gor cih anina erkê xwe û arasteya ragîhandina erkê kar, sê corê demarexane hene[6];

Demarexaneya hestê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Demarexaneyên hestê, bi navbeynkariya wergirên hestê ji derve û hundirê laş kartêkir werdigirin û dişînin bo demarekoendama navendî (bi îngilîzî: central nervous system). Ango arasteya demareragîhandinê ji derve an jî ji hundirê laş ve ber bi demarekoendama navendî ye, loma demarexaneya hestê wekî demarexaneya hatî jî tê navkirin.

Demarexaneya navê (navberê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Demarexaneyên navê an jî demarexaneyên navberê, demareragîhandin ji demarexaneyên hestê werdigirin û diguhêzînin demarexaneyên livînê. Gelemperiya demarexaneyên navê di nav demarekoendama navendî de cih digirin[7].

Demarexaneya livînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Demarxaneyên livînê, demareragîhandin werdigirin ji demarekoendama navendî û digihînin xane an jî endamên armanc. Wekî mînak xaneyên masûlkeyan an jî xaneyên rijênan, xaneyên armancin ji bo demarexaneyên livinê. Ji bo demarexaneya livîne navê demarexaneya derketî jî tê bikaranîn.

Anatomiya demarexaneyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gor şewe û erkên xwe gellek corên demarexane heye, lê hemû demarexane sê pêkhateyên hevbeş lixwe digirin; laşê xaneyê, dendrît (liq û pop) û tewere. Navik û piraniya endamokên demarexaneyê di laşê xaneyê de cih digirin. Beşa herî gewre ya demarexaneyê laşê xaneyê ye. Ji sîtoplazmaya demarexaneyê niçikên kin ber bi derve dirêj dibin, van niçikên sîtoplazmayê wekî dendrît tê navkirin[2]. Dendrît ji hestewergiran an jî ji demarexaneyên din kartêkir (demareragîhandin) werdigire. Kartêkir bi şêweyê erkê kar ji dendrîdan derbasî tewereyê dibe. Tewere jî mîna dendrîdan ji niçikê sîtoplazmayê pêk te, lê tewere ji dendrîdan gellek dirêjtir e. Di laşê mirov de hin tewere hene ko dirêjiya wan ji metreyek zêdetir e. Bi gelemperî demarexane yek tewereyek lixwe digirin. Tewere demareragîhandinê ji laşê xaneyê diguhêzîne ber bi xaneyek din. Ango dendrît kartêkirên ji derdora demarexaneyê ber bi laşê demarexaneyê ve dişîne, tewere jî kartêkiran bi şêweyê elektrîkî diguhêzîne dûrê laşê xaneyê. Di nav sîtoplazmaya tewereyê de hin endamok jî hene, mîtokondrî yek ji wan endamokan e. Tewere hin caran wekî rîşalê demar(demarerîşal) jî tê navkirn. Demar (bi îngilîzî:nerve) ji gurzê tewereyan, ango ji gurzê demarerîşlan pêk tê. Parzûna hinek tewereyan tazî ye, lê bi gelemperî demarexaneyên navê û yên livînê bi xaneyên glîa pêçayî ne. Xaneya Schwann û xaneya olîgodendrosîd mînak in ji bo xaneyên glîa. Parzûna xaneyên glîa, madeyek bi navê maylîn lixwe digirin. Maylîn madeyek çewrî ye û bi rengê xwe spî ye[2]. Pêçanên xaneyên Schwann li ser tewereyê bergek ava dike, ev berg wekî bergê maylînî tê navkirin[4]. Xaneyên Schwann tewereyên demarexaneyên demarekoendama çêwe dipêçinin, herwisa olîgodendrosîd jî tewereyên demarexaneyên demarekoendama navendî dipêçînin. Bergê maylînî tewereyan ji hev cuda dike û guhêztina erkê kar leztir dike. Di navbera bergê maylînî yên xaneyên Schwann de hin valahî dimîne, ango xanyen Schwann bi navber rêz dibin li ser tewereyê. Navbera herdu bergê maylînî wekî girêya Ranvier tê navkirin[2]. Kotahiya tewereyê liqdar e. Serê van liqan wekî tewerekotahî an jî demarekotahî tê navkirin. Tewerekotahî bi xaneyên din ve bi navbeynariya gehînkeyê têkilî çêdike.

Fîzyolojiya demarexaneyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema demareragihandinê de guherina bargeya elektrîkî ya demarexaneyê.

Demarexane sînyalan bi şêweyî elektrîkî û kîmyayî diguhêzîne. Sînyal li seranserê demarexaneyê, ji dendrîdan hetanî kotahiya tewereyê bi şeweyê elektrîkî tên guhêztin. Lê ji demarexaneyêk ber bi xaneyek din ve ragihandina demarî, di gehînkeyê de, bi gelemperî bi şeweyê kîmyayî rû dide.

Li herdu aliyê parzûnê de cudahiya bargeya elektrîkî dibe sedema çêbûna erkê parzûne (bi îngilîzî: membrane potential). Iyonên sodyum (Na+) û potasyum (K+) iyonên sereke ne ji bo çêbûn û berdewamiya erkê parzûnê. Iyonên Na+ û K+ bi navbeynkariya pompeya sodyum-potasyum, an jî bi navbeynkariya cogên iyonan ber bi derveyî an jî ber bi nava xaneyê li parzûna xaneyê de tên guhêztin. Erkê parzûnê du cor e, erkê bêhnvedanê (bi îngilîzî: resting potential) û erkê kar (bi îngilîzî: action potential). Dema demarexaneyêk ji derdora xwe kartêkir negire an jî demareragîhandin nediguhêzîne, demarexane di qonaxa bêhnvedanê da ye. Ev rewşa xaneya demarê wekî cemsergirî (bi îngilîzî:polarization)tê navkirin. Di qonaxa cemsergirî de, di navbera herdu aliyên parzûna demarexaneyê de cudahiya bargeyê elektrîkê peyda dibe. Aliyê hundirê parzûnê bi bargeya negativ, aliyê derveyî parzûnê jî bi bargeya pozîtiv ve barkirî tê hiştin[8]. Di qonaxa cemsergirî de xestiya potasyuma (K+) nav xaneyê ji xestiya potasyuma derve zêdetir e[7]. Li derveyê parzûna xaneyê de xestiya sodyumê (Na+) û ya klorînê (Cl-) ji ya hundir zêdetir e. Wergirtina ragihandinek , dawî li qonaxa cemsergiriyê, ango erkê bêhnvedanê tîne. Xerabûna erkê parzûnê dibe sedema çêbûna demareragîhandinê. Ji tûmika tewereyê ber bi kotahiya tewereyê li ser parzûna tewereyê de veguhêztina demareragîhandin, wekî erkê kar tê navkirin (bi îngilîzî: action potential). Alûgorkirina iyonên sodyum û potasyumê yên li herdu aliyên parzûnê dibe sedema guherîna cemsergiriya xaneyê. Guherîna cemsergiriyê jî dibe sedema peydabûna herrika elektrîkê, erkê kar ji herrika elektrîkî peyda dibe. Erkê kar li demarexaneyan de dibe sedema çêbûna demareragîhandinê. Bargeyên parzûna demarexaneyê dema erkê kar de, berevajiyê dema erkê bêhnvedanê ye, nava tewereyê pozîtîv, derveyî parzûna tewereyê bi bargeyê negatîv barkirî ye.

Bergê maylînî tewereyan ji hev cuda dike û guhêztina erkê kar leztir dike.

Di qonaxa erkê kar de, xestiya Na+ li nav xaneyê zêde ye, xestiya potasyumê jî li derveyî xaneyê zêde ye. Ev rewş wekî berevajîbûna cemsergiriyê (bi îngilîzî: depolarization) tê navkirin[9]. Xane tenê di qonaxa erkê bêhnvedanê de ji bo wergirtina kartêkir amade ye, loma divê demarexane demildest vegere qonaxa erkê bêhnvedanê, ango divê li ser rûyê parzûna demarexaneyê de cemsergirî dubare bê avakirin. Ligel cogên potasyumê, pompeyên alûgorkirina sodyum-potasyumê jî kar dikin ji bo vegeriyana cemsergiriyê. Erkê kar ji tûmika tewereyê dest pê dike gav bi gav ber bi tewerekotahiyê didome. Kotahiya tewereyê bi demarexaneyêk din ve di nav têkiliyê de ye. Hin caran jî dibe ko kotahiya demarexaneyê bi xaneya masûlke an jî bi xaneya rijên ve di nav têkiliyê de be. Divê demareragîhandin( erkê kar) ji kotahiya tewereya demarexaneyê derbasî xaneyên din bibe[9]. Ew beşa ko demarexane nezikê hev dibin wekî gehînke an jî gehînkeya demarî tê navkirin[10]. Erkê kar ji xaneyek bo xaneya din, bi navbynkariya gehînkeya demarî tê gihandin. Ji bo pirraniya demarexaneyan, ragihandina erkê kar di gehînkeyê de bi navbeynkariya demareguhêzeran, bi şêweyê kîmyayî rû dide[4].

Xaneyên glîa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Xaneyên glîa
Xaneyên alîkar in ji boy demarexaneyan,palpişta demarexaneyan dikin û wan xwedî dikin.

Xaneyên alîkar in ji boy demarexaneyan,palpişta demarexaneyan dikin û wan xwedî dikin[11]. Xaneyên glîa ji demarexaneyan hûriktir in, tewere û dendrîtên wan tune ye. Loma xaneyên glîa ji boy gihandina sinyalên elektrîkî kar nakin. Hin ji xaneyên glîa, xwe li ser tewereyên demarexaneyan ve dipêçînin. Pêçên xaneyên glîa ên li ser tewereyê wekî bergê maylînî tê navkirin. Bergê maylînî çînek negihîner e. Bergê maylînî, tewereyên demarexaneyan ji hev dadibirrine (ji hev cihê dike), bi vî awayê demareragîhandin hêsantir û leztir dibe. Şeş corê xaneyên glîa heye. Ji vana çar heb di demarekoendama navendî de, du heb jî di demarekoendama çêwe de cih digirin.Xaneyên glîa yên demarekoendama navendî; stêrkexane, olîgodendrosît, mîkroglîa û ependîmî ne. Xaneyên peykê(peykexane) û xaneyên Schwann jî xaneyên glîa yên demarekoendama çêwe ne[4].

Demarekoendama nevendî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Demarekoendama navendî (DKN), (bi îngilîzî: central nervous system(CNS) ) ji demax û dirkepetikê pêk tê. Demax di nav kiloxekelênê de ji aliyê hestiyê kiloxê , dirkepetik di nav dirkekelênê de ji aliyê hestiyên birrbirre ve tên parastin. Demarekoendama navendî bi sê perdeyên parêzger ve dapoşî ye. Navê gelemperî yê van hersê perdeyan perdeyên mejî ye (bi latînî: yekjimar meninx, pirjimar meninges ). Valahiyên di navbera perdeyên mejî û hestiyê kiloxê, perdyên mejî û dirkepetikê bi şileya mejî- dirkepetik tijî ye. Şileya mejî-dirkepetik ji boy xwedîkirina xaneyên demarekoendama navendî, madeyên sûdbexş dabîn dikin[12]. Herwiha şileya mejî – dirkepetik mîna balifek destek dide demaxê û wî ji derbên hawirdorê diparêzê . Şileya mejî-dirkepetik di nav zikokên demaxê de (bi îngilîzî: brain ventricles) tê çêkirin.

Dirkepetik[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Dirkepetik
Refleks ne li bin bandora demax, lê di bin kontrola dirkepetikê de çêdibin.

Dirkepetik gurzek şaneya demarê ye di nav hestiyên birrbirrê de, ji qedê demax dirêj dibê heta jêrê qefesa singê. Dirkepetik, di navbera demax û demarekoendama çêwe de navbeynkariya ragihandinê dike[5]. Ji bilî veguhêztina demareragihandinan, dirkepetik wekî navenda refleksên livînê jî kar dike[5]. Refleks tevgera masûlkeyan a lezgîn ve û bêhemd e. Refleks ne li bin bandora demax, lê di bin kontrola dirkepetikê de çêdibin. Dirêjiya dirkepetikê bi qasî 45 cm ye. Birgeha panî (bi înglîzî: cross section) ya dirkepetikê bi du çînî ye. Çîna derve bi rengê spî, çîna navî jî bi rengê gewr e. Beşa gewr wekî madeyê gewr tê navkirin. Madeyê gewr ji tewereyên ne maylînî, laşê demarexaneyan û xaneyên glîa pêk tê. Madeyê gewr bi madeyê spî dorpeçî ye. Şeweyê beşa gewr dişibe perperperokê, an jî pîta H yê[5]. Beşa gewr li gel hin beşên demarexaneyên hestê û livînê, demarexaneyên navê lixwe digire. Demarexaneyên navê, demarexaneya hestê bi demarexaneya livînê ve girê dide. Beşa spî ya dirkepetikê ji tewereyên bi maylînî pêk tê. Rîşalên(tewere) demarexaneyên hestê ji laş ber bi demax ve rişalên demarexaneyên livînê jî ji demax ber bi laş ve dirêj dibin. Herwiha rîşalên demarexaneyên navê jî di nav madeyê spî de cih digire. Beşên madeyê spî li gor stûnan (bi îngilîzî: column) tê polenkirin. Di nav van stûnan de rîşalên koendama demarê yên ber bi demaxê hildikêşin, ji endamên hestê ragihandinên hestê diguhêzînin ji boy demaxê. Herwîsa stûnên ji demaxê dadikêşin ji bo masûlkeyan sinyalên livînê diguhêzînin.

Demax[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: demaxê mirov

Demax (bi înglîzî:brain) navê gelemperî ye ji bo pêkhateya nav kilox. Herwisa beşê serekî yê demarekoendama navendî ye. Pir caran ji dewsa demax peyva mejî(bi îngilîzî: cerebrum) tê bikaranîn, lê bi eslê xwe mejî beşek ji demaxê ye. Demax ji çar pişkan pêk tê; mejî, demaxê navê, qedê demax û mejik. Demax çavdariya kiryarên laşî yên rojane dike. Çêbûna raman, hest, bîranîn, huner û ji hawirdorê agahdarî bûyîna mirov, xavbûn û girjbûna masûlkeyan û livîna mirov bi destê demaxê pêk tê. Erkê sereke yê demaxê ji bo kar û xebata laş û avakirina hevsengiya navîn a laş e. Demax ji demarexane, xaneyên glîa û demarexaneyên bineretî pêk tê. Giraniya asayî ya demaxê mirovek gehiştî, bi qasî 1300 gram e[7] û zêdetirê 100 bîlyon(mîlyar) demarexane lixwe digire[8].

Mejî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Mejî
Demax ji çar beşên serekî pêk tê.
Demaxê mirov ji çar beşên serekî pêk tê.

Mejî (bi îngilîzî: cerebrum, telencephalon) beşa herî gir e di demaxê mirov de. Navanda çêbûna hizir, hest, bîrhatin, hînbûn, peyvîn, dîtin û kontrola masûlkeyan e. Ji derdor û nav laş de ragihandin û kartêkir ji aliyê demarexaneyên hestê ve tên şandin bo demax. Mejî ji aliyê derve ve werpêçik e. Mejî ji du pişkan pêk tê, nîvê rastê û nîvê çepê[6]. Herdu nîvên mejiyê bi navbeynkariya tenê req, bi hevre girêdayî ne. Her nîvek mejiyê dabeşê çar pila dibe. Her pilek ji hev cudaye li gor erkê xwe. Navbera pilan de xetek berçav tune ye. Pila li aliyê herî pêşî ya li kiloxê wekî pila eniyê (navçavepil) (bi îngilîzî: frontal lobe) tê navkirin. Li paş navçavepilê de pila tasê (dîwarepil) (bi îngilîzî: parietal lobe) cih digire. Li paş dîwarepilê de pila patikê (patikepil) (bi îngilîzî: occipital lobe) heye. Li bin navçevepil û dîwarepil de pila cênikê (cênikepil) (bi îngilîzî: temporal lobe) cih digire[9]. Her nîvek mejiyê ji aliyê derve madeyê gewr lixwe digire[13]. Ev beşa gewr wekî tûkil tê navkirin. Tewereyên demarexaneyên tûkila mejî ne maylînî ne.

-Erkên bingehînên çalakiya hîşî yên wekî, bîr, raman, fêrbûn, biryar dayîn, hesta berpirsariyê,

-Hestkirin ango girtin û şîrovekirina hesten wekî mînak hêstkirina êşê, germahiya hawirdore, tahmkirina xurekan, bêhngirtina kulîlkan.

-Kontrola çalakiyên masûlkeyên kakûtê,

karên sereke yên têkiliye bi tûkila mejî ne:

Nîvên mejiyê ji aliyê hundirê ve madeyê spî lixwe digirin. Madeyê spî ji tewereyên bi maylînî pêk tê[12]. Tewerêyên bi maylînî di navbera beşên demaxê de girêdan ava dike. Tewereyên madeyê spî bi şeweyê gurzkî li ba hev dirêj dibin.

Demaxê Navberê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Demaxê navberê

Navberedemax di navbera mejî û beşên din ên koendama demarê de girêdanan ava dike, belavkirina agahiyên ji mejî an jî ber bi mejî li vir rû dide. Ango ji bilî hestê bêhngirtinê, agahiyên ji dirkepetik û demarekoendama çêwe, pêşî li vir tên tekûzkirin û yekkirin paşê tên şandin ji bo mejî. Talamus û hîpotalamus beşên demaxê navberê ne û pêwendiya wan raste rast bi koendama demarê heye[9]. Hestewergir ji her aliyê laş de demareragihandin werdigirin, bi navbeynkariya demarexaneyên hestê, demareragihandin tên şandin bo talamusê. Talamus ragihandinan ji hestedemarexane yên hatî digire, ragihandinan tekûz dike. Li talamusê ragihandinên(kartêkir) girîng ji yê ne girîng tên cihê kirin. Hêza (bandora) ragihandinan tên kêmkirn an jî zêdekirin. Piştî polenkirinê, talamus ragihandinan dişîne boy beşa guncav a tûkila mejîyê. Hîpotalamus kontrola berhremkirin û derdana hormonan dike. Loma di navbera koendama demar û koendama hormonan de navbeynkarî dike. Karê esasî ya hîpotalamusê rêkxistina hevsengiya navî ya laş e. Ta (germahî) ya laş, xwarin û vexwarin ji aliyê hipotalamusê ve tê rêkxistin[9].

Qedê demax[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Qedê demax

Qedê demax (bi îngilîzî: brain stem) ji pirik, demaxê naverast û lakêşemox pêk tê[14]. Qedê demax demaxê bi dirkepetikê ve girê dide. Navendên xewê û hişyariyê li qedê demax in. Henasedan, heriskirin, rêjeya lêdana dil, daqurtîn, pestoya xwînê, meşîn, ji hawirdorê agahdarbûn hin ji erkên bingehîn ên laş in ko bi navbeynkariya qedê demax ve tên rêkxistin.Demaxê naverast (bi înglîzî: midbrain), mejikê bi beşên jêrê laş û dirkepetikê ve girê dide. Ji bo refleksên bihîstinî û dîtinî rola demaxê naverast girîng e. Pirik (bi îngilîzî:pons) bi gelemperî ji rîşalên demarê, ango ji madeyê spî pêk tê. Hinek ji van rîşalan di navbera herdu nîvên mejiyê de girêdanê ava dike, hinek ji rîşalên demar jî ji mejî dirêj dibin ber bi dirkepetikê. Girêdanên di navbera qedê demax û mejikê jî ji aliyê pirikê ve tê çêkirin. Lakêşemox (bi îngilîzî: medulla oblongata), navendên giring ên wekî navenda dilelûleyan, navenda henasedanê, navenda refleksên vereşînê, kuxikê, daqurtîne, bêhnijînê (pişkinîn) di lakeşemoxê de cih digirin û tên rêkxistin[9].

Mejîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Mejîk

Her wekî mejî, mejîk jî ji du pişkan pêk tê. Heke mejîk bi dirêjkî were jêkirin, şêweyê nexşên birgeha dirêjkî ya madeyê spî ya nîvê mejikê dişibe darê, loma her yekê van beşan wekî dara jiyanê ( bi latînî: arbor vitae) jî tê navkirin.Mejîk ji masûlkeyan, jêyan, gehan, çavan û ji guhan demareragihandinên hestê werdigire, bi vî awayê ji rewşa laş agahdar dibe ü karê masûlkeyan rêk dixe[5]. Ji bilî wê mejîk ji tûkila mejî jî demareragihandinên livîne werdigire. Piştî tekûzkirina van ragihandinan, mejîk demareragihandinên livînê bi navbeynkariya qedê demax dişîne masûlkeyan.

Refleks[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Refleks

Refleks, perçekirdar (bi îngilîzî:reflex) bertekên bêhemdî yê laş.

Li dij kartêkiran, berteknîşandana masûlkeyan a ji nişke ve û bêhemdî, wekî refleks (perçekirdar) tê navkirin[1]. Navenda kontrolkirina refleksan dirkepetik û qedê demax e. Dirkepetik demareragihadinan ji laş ber bi demaxê dişîne, an jî ji demaxê aresteyê laş dike, lê yek ji karê sereke yê dirkepetikê kontrolkirina çalakiya refleksan e. Di endamên hestê de wergirên hestê hene. Ji hawirdor kartêkir bi navbeynkariya wergirên hestê tên girtin û ber bi demarexaneyên heste ve tên şandin. Hestedemarexane bêyî ko demareragihadinan bişînê demaxê, di dirkepetikê de, raste rast arasteyê demarexaneyên livînê dikin, loma bi navbeynkariya refleksan berteknîşandan hê leztir çêdibe.

Di coga herisê de an jî di coga henasedanê de hebûna tiştek an jî madeyek ko nerehetî dide laşê mirov, navenda refleksan a lakêşemoxê çalak dike. Lakêşemox bi refleksên verişînê, kuxikê an jî bêhnijînê bertek nîşan dide û hewl dike ko ew tiştê nerehetî dide mirov ji laş dûr bixe.

Kevanê refleksê ya destkişandinê.

Kevanê refleksê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bertek nîşandana bi rêya refleksan, gellek bi lez e, lê çalakiya piraniya refleksan gellek aloz e. Ji hawirdorê wergirtina kartêkirê, di dirkepetikê de tekuzkarîkirina demareragihandinê û bertek nîşandana bêhemdî wekî kevanê refleksê(bi îngilîzî:reflex arc) tê navkirin[15].

Gavên kevanê refleksê:

1. Kartêkir ji hawirdorê bi navbeynkariya hestewergirên li endamênên hestê de tê wergirtin.

2. Hestewergir, karikirê bi şêweyê demareragihandin diguhezîne demarexaneya hestê.

3. Demrexaneyên hestê demareragihandinê diguhezînin bo demarexaneya navê ya li dirkepetikê.

4. Tekûzkariya demareragihandinê li dirkepetikê de çêdibe.

5. Bi navbeynkariya demarexaneya livîne, demareragihandin tên şandin ji bo masûlke an jî rijênê guncav.

6. Wekî bersîv ji bo demarexaneya livînê, masûlkeya guncav girj dibe an jî rijênê guncav dest bi derdanê dike.

Demar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Demar
Bi gelemperî demar ne ji gurzek, lê ji gurza, gurzikên tewereyê demarexaneyan pêk tê.

Demar, damar yan tamar (bi îngilîzî:nerve) beşa demarekoendamê ye, demax û dirkepetikê bi hemû beşên laş ve girê dide. Gurza tewereyan a li demarekoendama çêwe(DKÇ) wekî demar tê navkirin[3]. Demar ji demax û dirkepetikê dirêjê hemû beşên laş dibin. Demar li gel şaneya demarê, bestereşane û lûleyên xwînê jî lixwe digire. Bestereşane beşên demarê dipêçîne û bi hev re girê dide, lûleyên xwînê jî ji bo demarê xurek, oksîjen û madeyên pêwist dabîn dikin. Bi gelemperî demar ne ji gurzek, lê ji gurza, gurzikên tewereyê demarexaneyan pêk tê[3]. Ango gurza demar hîn ji pîçûktir gurzên demaran pêk tê, gurzên pîçûk jî ji tewereyên demarexaneyan pêk tê. Demar bi kîjan beşa demarekoendama navendî ve girêdayî be li gor wê beşê tê polenkirin. Hin demar bi demaxê ve girêdayî ne û wekî demaxedemar (kiloxedemar) tê navkirin. Hinek demar jî bi dirkepetikê ve girêdayî ne, ji wan demaran re jî dirkedemar tê gotin[15]. Demaxedemar 12 cot in û ji demaxê ber bi serî, stû, sing û zikê ve dirêj dibin. Hinek ji van cotan, demarê hestê ne, hinek demarên livînê ne û hinek jî demarên têkel in. Tewereyên hestedemarê, dirêjê nav demax dibin û bi demaxê ve girêdan çêdikin. Tewereyên demarên livînê ji demax derdikevin, bi masûlkeyên serî, stû an jî dil û rûvî ve girêdayî ne. 31 cotên dirkedemarê, ji herdu aliyên dirkepetikê derdikevin û demarekoendama navendiyê bi masûlke, rijên û hestewergirên laş ve girê didin. Dirkedemar bi yekbûna hezaran tewereyên demarxaneyên livînê û yên hestê çêbûyî ye. Hemû dirkedemar, ji demarên têkil pêk tên[13]. Ango Hemû coten dirkedemarê ligel tewereyên demarexaneyên hestê, tewereyên demarexaneyên livînê jî lixwe digirin. Dirkdemarên ji endamên hestê ragihandin tînin dirkepetikê, wekî demarên hatî ( bi înglîzî: afferent nerve) tên navkirin. Demarexaneyên demara hatî jî,wekî demarexaneyên hatî tên navkirin. Hin ji dirkedemaran demareragihandinên ji DKN diguhêzînin masûlke û rijênan, ji van demaran re demarên derketî(bi îngilîzî: efferent nerve) tê gotin. Di laşê mirov de belavbûna 31 cotên dirkedemar û navkirina koma wan bi vî awayî dibe;

Demarên stûyê 8 cot

Demarên piştê 12 cot

demarên kêlekê 5 cot

Demarên sêbendê 5 cot

Demarên kilêceyê(kilejî) 1 cot

Demarekoendama çêwe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Demarekoendama çêwe
Demarekoendama çêwe ya mirovan

Demarekoendama çêwe (DKÇ) (bi îngilîzî: peripheral nervous system (PNS)) beşa koendama demarê ya ji demax û dirkepetikê belavê laş dibe. DKÇ, kartêkirin ji hawirdorê ber bi DKN ve dişîne, bersîva DKN jî diguhêzîne xaneyên armanc ên masûlke an jî rijênan. Ango DKÇ di navbera DKN û laş de navbeynkarî dike. Çalakiya DKÇ bi navbeynkariya du cor demarexane pêk tê, demarexaneyên hestê û demarexaneyên livînê. Li tewerekotahiya demarexanyên hestê de hestewergir hene, demarexane bi alîkariya van wergiran kartêkiran ji hawirdorê werdigire û dişîne DKN, loma demarexaneyên hestê wekî demarexaneyên hatî (bi îngilîzî: afferent neuron) jî tên navkirin. Ragihandinên DKN, bi navbeynkariya demarexaneyên livînê ji bo masûlke û rêjênan tên şandin. Laşê demarexaneyên livînê di DKN de, tewereyên wan di DKÇ de cih digire. Ji ber ko demarexaneyên livînê ji DKN dirêjê derûdorê dibe, wekî demarexaneyên derketî (bi îngilîzî: efferent neuron) jî tên navkirin. Demarekoendama çêwe bi demax û dirkepetikê ve bi şeweyê cotên demarî girêdayî ye. DKÇ ji 43 cotên demar pêk tê. 12 cot demar li hêla demaxê de girêdayî ne, ji van 12 cot demaran re demaxedemar tê gotin. 31 cot demar ji bi dirkepetikê ve girêdayîne. Ji van demaran re dirkedemar tê gotin. Dirkedemar ji demarên hestê (demarên hatî) û demarên livînê (demarên derketî) pêk tên. Her yek ji dirkedemar bi du regan, singereg û zikereg bi dirkepetikê ve girêdayî ne. Demarên hatî li pişteregê, demaren derketî jî li zikeregê de cih digirin.

Beşên demarekoendama çêweyê

Li gor çalakiya demaran, DKÇ dabeşê du beşa dibe.

1.Damarên laşî (bi îngilîz: somatic nerves): Ji demarekoendama nevendî, demareragihandin diguhêzînin ji bo livîna masûlkeyên peykerê, an jî ji hestewergiran ragihandin dişînin bo DKN. Herwisa evan demaran wekî “beşa laşî” an jî “demarekoendama laşî “jî tên navkirin.

2.Demarên xweyî (bi îngilîzî: autonomic nerves): Demareragihandinên ji DKN, dişînin bo lûsemasûlke, dilemasûlke û rijênan. Beşa demarên xweyî wekî “demarekoendama xweyî” (bi îngilîzî: autonomic nervous system) tê navkirin[3].

Beşa laşî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev beş hin caran wekî demarekoendama laşî tê navkirin. Çalakiyên beşa laşî ji aliyê hestewrgir, xaneyên hestê û xaneyên livînê ve tê rêkxistin[11]. DKN bi alîkariya beşa laşî, li dij kartêkir an jî guherînên derûdora laş bertek nîşan dide. Bi gelemperî beşa laşî ji bo çalakiya masûlkeyên xwewîst û demarên hestê, navbeynkarî dike[1]. Demarexaneyên hestê ji hestewergiran agahî digire û dişîne DKN. Li demarekoendam navendî agahiyên ji hestewergiran tê şîrovekirin û bersîva guncav bi şeweyê demareragîhandin, bi navbeynkariya demarexaneyên livînê ji bo endama armanc tê şandin. Bersîva demarekoendama navendî ji bo girjbûn an jî xavbûna masûlkeyên peykerê ye. Lê hin refleks jî ji aliyê beşa laşî ya demerekeondama çêwe ve tên kontrolkirin. Wekî mînak heke derzî an jî dirî di tiliya mirov de biçe, mirov bê hemdê xwe destê xwe dikişîne ev dest kişandan refleks e, ji aliyê dirkepetikê ve tê kontrolkirin. Di refleksa destkişandinê de hestewergir, demarêxaneyên hestê û demarexaneyên livînê beşa laşî ya demarekoendama çêwe ye.

Beşa xweyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

{Gotara bingehîn| Demarekoendama xweyî}

Bi gelemperî beşa xweyî, wekî demarekoendama xweyî tê navkirin. Çalakiyên xwenewîstî yên laş ji aliyê demarekoendama xweyî (DKX) ve tê rêkxistin[9]. Demarexaneyên livînê yên beşa xweyî, demareragihandinên ji demarekoendama navendî, ber bi lûsemasûleke, dilemasûlke û rijênan ve diguhêzîne. Lûsemasûlke û dilemasûlke, masûlkeyên xwenewîst in. Ango çalakiya van masûlkeyan bê hemdê mirov rû dide. Çalakiyên pişikan, dil, rijên û masûlkeyên lûse ji aliyê DKX ve tê kontolkirin û rêkxistin. Demarekoendama xweyî ji sê beşan pêk tê, sîmpasawî, parasîmpasawî û enterî. Ji vana beşa sîmpasawî û parasîmpasawî temamkerên hev in, bandora çalakiya wan a li ser laş hevdij e[14]. Ango heke beşa sîmpasawî çalakiya endamek zêde bike, demek şûnde îcar beşa parasîmpasavî rêjeya çalakiya laş dadixîne asta asayî. Beşa sîmpasawî laşê mirov amade dike ji bo rewşa awertê. Dema mirov bi rewşek xedar ve rûbirû dimîne, dikeve heyecanê, pêdiviya laş bo enerjiyê zêdetir dibe. Beşa sîmpasavî ragihandin dişîne ji bo hin endaman. Wekî mînak bi çalakiya beşa sîmpasawî, ji rijênê adrenalê hormona adrenalîn tê derdan, rêjeya lêdana dil zêdetir dibe, leza hanesedanê zêdetir dibe, kezeb glîkojenê hildiweşîne bo glukozê û der dide nav xwînê, çalakiya koendama herisê û mîzê kêm dibe, bîbikê çavan fire dibe. Bi vî awayê laş xwe amade dike ji bo bazdanê an jî şerkirinê. Bandora beşa sîmpasawî ji bo demek kurt e, laş hewl dide ko vegere rewşa asayî. Beşa parasîmpasawî demareragihandin dişîne hemû endamên ko ji ber handerkirina beşa sîmpasawî çalak bûne. Demareragihandinên beşa parasîmpasawî berevajiyê ragihandinên sîmpasawî ye. Ji ber bandora beşa parasîmpasawî hemû endam û koendamên laş vedigere rewşa asayî.

Beşa sêyem a demarekoendama xweyî, beşa enterî ye, ev beş ji tora demarexaneyên ko li derûdora coga herisê de cihbûyî pêk tê. Derdana enzîmên herisê û çalakiya lûsemasûlkeyên coga herisê ji aliyê beşa enterî ve tê kontrolkirin[9].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  2. ^ a b c d Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  3. ^ a b c d Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  4. ^ a b c d e Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  5. ^ a b c d e Mader, S. S., & Windelspecht, M. (2010). Human biology (12th ed.). New York: McGraw-Hill.
  6. ^ a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  7. ^ a b c Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  8. ^ a b Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  9. ^ a b c d e f g h Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  10. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  11. ^ a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  12. ^ a b Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  13. ^ a b Mader, S. (2009). Mader, Biology 10e (10th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  14. ^ a b Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  15. ^ a b Jones, M., Fosbery, R., Gregory, J., & Taylor, D. (2014). Cambridge International AS and A Level Biology Coursebook with CD-ROM (4th ed.). Cambridge, MA: Cambridge University Press