Ta (biyolojî)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Disambig grey.svg Ji bo wateyên din, li Ta binêre.
Ta yek ji rêbazên sîstema bergiriya gîştî ye.
Germpîvek dîjîtalî. Taya mirov bi germpîvê (termometre) tê pîvandin.

Ta (bi îngilîzî fever[1]), bersîvdanek bergiriya giştî ye.

Bi gelemperî ta û bersîvdana hewdanî di heman demê de rû didin, loma li hin çavkaniyan de ta wekî beşek ji bersîvdana hewdaniyê tê nîşankirin[2]. Heke endamek laşê mirov tûşî hokarên nexweşiyê bibe, ta tê mirov. Ta ne tenê li devrûbera tûşbûyî, lê li seranserê laş de pileya germiya laş bilind dike. Ango ta ji ber tekoşîna laş a li dijî hokarên nexweşiyê peyda dibe, loma gava ta tê mirov, ev tê vî weteyê ku sîstema bergiriya mirov çalak e.

Pileya asayî ya laşê mirov[biguherîne]

Pileya asayî (sirûştî) ya germiya laşê mirov 37oC ye. Di demên asayî de pileya germahiya laş ji aliyê hîpotalamusê ve tê rêkxistin[2] . Heke beşek ji laş tûşî hokarên nexweşiyê bibe, hokarên nexweşiyê li beşa tûşbûyî de madeyek kîmyayî ya bi navê pîrocena derveyî (exogenous pyrogen) der didin. Pîrocena derveyî bandor li ser xaneyên hellûşêner dike, xaneyên hellûşêner jî di tekoşîna xwe ya li dij hokarên nexweşiyê de pîrocena nawxweyî (endogenous pyrogen) der didin nav xwînê[3]. Pîrocenên hokarê nexweşiyê û yên hellûşênerên gewre bi navbeynkariya xwînê, xwe digihînin hîpotalamusê. Hipotalamus ji ber hebûna pîrocenan êdî nikare rêkxistina pileya germî ya laş a asayî kontrol bike, divê asta pileya germahiya laş bê bilindkirin[2], ango ji nû va bê sazkirin. Di rewşek wiha de pileya germahiya laş di asta asayî de namîne û bilind dibe. Heke pileya germî li der dora 38oC yê de bimîne ev ta, weki taya sivik ango siviketa bi nav dibe.

Siviketa[biguherîne]

Siviketa ji boy mirov sûdbexş e. Gava siviketa hat mirov, hellûşêner hê pirtir çalak dibin[4], xirokên spî hê pirtir dijeten berhem dikin û hokarên nexweşiyê têk dibin. Her wisa ji boy piraniya hokarên nexweşiyê pileya germiya asayî 35oC ye[4] , loma dema ta tê, hokarên nexweşiyê bêçalak dimînin. Taya sivik kezebê hander dike ku hin madeyan berhem bike. Ev madeyên ji kezebê tên derdan[4] hesinên nav xwînê lixwe girê didin. Bi vî awayê rêjeya hesinê xwînê kêm dibe, hesin têra hokarên nexweşiyê nake ku zêde bibin û belavê laş bibin[5].

Dema ta tê mirov, hîpotalamus hewl dide laş hê germtir bike, lûleyên xwînê girj dike û teng dike. Mûlûleyên xwînê ji rûyê çerm, ber bi jêrê çerm ve dikişîne ku germahiya laş bi xwînê belavê hawirdor nebe. Ji ber vî sedemê çerm û rûyê mirovên ta hatî, çilmisî û zerokî dibe. Her wisa dema ta tê, hîpotalamus masûlkeyan hander dike ku biricifin. Masûlke bi ricifînê germahiya hawîrdorê zêde dikin. Her ku pileya germiya laşê nexweş bilind bibe jî, ji mîrovên nexweş wetra ew dicemidin, loma diricifin û dixwazin xwe hê pirtir germ bikin.Germayhiya laşê mirov gav bi gav zêde dibe û digihîje derdora 38-39 oC ye. Ev germahî ji boy siviketa, xala berteng e. Ji vî xalê şunda hîpotalamus hewla sarkirina laş dide destpêkirine. Hîpotalamus bi navbeynkariya sîstema demarî ya sîmpasawî lûleyen xwînê fireh dike, loma hê piritir xwîn diherike navbera şaneyên çermê[4] . Mûlûleyen xwînê ber bi rûyê çerm ve bilind dibin, ev rewş rengê çermê çilmisî û zerokîyê diguherîne, bi taybetî rengê çermê rûyê mirov sor dibe. Ji ber ku herika xwîna bin çerm zêde dibe û mûlûleyen xwînê nezikê rûyê çerm dibin, tîna laş belavê derûdor dibe, pileya germahiya laş dadikeve[6]. Di heman demê de hîpotalamus rijênên xwêdanê hander dike. Bi derdena xwêdanê, ji rûyê çerm şileya xwêdanê dûkel dibe, bi dûkelbûna xwêdanê, hê pirtir tîn ji laşê mirov belavê hawirdor dibe. Bi vî awayê pileya geramhiya laş dadikeve asta asayî.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology / fever. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9
  2. a b c Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. p687,935 ISBN 978-0-8053-6844-4
  3. Miller-Keane Encyclopedia and Dictionary of Medicine, Nursing, and Allied Health, Seventh Edition. © 2003 by Saunders, an imprint of Elsevier, Inc. All rights reserved.
  4. a b c d OpenStax, Microbiology, openstax, 2016 p766 [1]
  5. OpenStax, Biology for AP® Courses, openstax, 2018 p1045 [2]
  6. Colbourne, H. (2007).Inquiry into biology. Toronto, ON: McGraw-Hill Ryerson. p286 ISBN 978-0-07-096052-7