Dennis Ritchie

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dennis Ritchie
Dennis Ritchie
Navê rastî
Dennis MacAlistair Ritchie
Jidayikbûn9ê îlonê, 1941
Mirin12ê çiriya pêşîn a 2011an (71 salî)
NûJersey
Dê û bav
  • Alistair Ritchie (bav)
Malpercm.bell-labs.com/who/dmr
biguhêreBelge

Dennis MacAlistair Ritchie (jdb. 9ê îlonê 1941 Bronxville, Nû York − m. 12ê çiriya pêşîn 2011 Berkeley Heights, Nû Jersey, DYA) zanistekî komputerêamerîkî bû. Jiyana wî ya xebatê di Bell Labs da derbas bû. Wî bi Brian Kernighan re zimanê c deranî[1]. Alîkariya wî ya din bo pêşveçûna teknolojiya komputerê jî Pergala xebitandinê ya UNIX e. 70 salî di mala xwe ya li Berkeley Heights, N.J. mir[2].

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dennis MacAlistair Ritchie di 9ê îlona 1941ê de li Bronxville, Nû York hatiye dinyayê. Piçûktî û xortaniya wî li Nû Jersey derbas bû. Çimkî bavê wî Alistair E. Ritchie li wê derê di Bell Labs de endazyar bû[3]. Navê diya wî Jean McGee Ritchie ye.

Ritchie di lîseya Summit de xwend[4]. Dûre li zanîngeha Harvardê dewamî xwendinê kir. Pêwendiya wî a komputerê li Harvardê destpêkir. Li wê derê di dersekê de komputera Univac I dît. Dema di Harvard de dixwend li MIT jî dest bi xebata li ser komputerê kir. Êdî ji matematîkê pirtir eleqedarî komputeran dibû.

Pirtûk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Berdestnameya Bernamesazên Unix (îng:Unix Programmer's Manual 1971)[5]
  • The C Programming Language (1978 bi Brian Kernighan re; bibîn K&R) [6]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ http://www.britannica.com/EBchecked/topic/130670/computer-programming-language "The C programming language was developed in 1972 by Dennis Ritchie and Brian Kernighan at the AT&T Corporation for programming computer operating systems."
  2. ^ http://www.nytimes.com/2011/10/14/technology/dennis-ritchie-programming-trailblazer-dies-at-70.html "Dennis Ritchie, Trailblazer in Digital Era, Dies at 70 By STEVE LOHR Published: October 13, 2011 "
  3. ^ http://www.nj.com/independentpress/index.ssf/2011/02/japan_prize_for_unix_was_a_sur.html "Berkeley Heights man wins Japan Prize for inventing UNIX operating system. Published: Tuesday, February 01, 2011, 1:04 PM Updated: Tuesday, February 01, 2011, 1:26 PM. By Liz Keill/Independent Press "
  4. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 30 tîrmeh 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 1 gulan 2012{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  5. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 18 gulan 2008 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 27 nîsan 2012{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  6. ^ http://www.amazon.com/C-Programming-Language-2nd-Edition/dp/0131103628 "di Amazon.com de"

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]