Destûra bingehîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Destûra bingehîn, makezagon, makeqanûn an jî hîmqanûn pergaleka desthilatdariyê ye ko di pirraniya rewşan da wekî belgeyeka anko dukomenteka kodkirî qaîde û binemayên karkirina hebûnên siyasî yên xweser diyar dikit. Jibo hukmet û dewletan, hîmqanûn bi awayekê nemazeyî qanûneka serekî ye ko bi giştî siyasetên bingehên yên welatî diyar dikit û nijar, destajo (procedure), desthilat û erkên hukmetê dadirêjit.

Welatek ku xal, zagon ku li gor wan jîyan xwe dide meşandin û xate rêveberîyê ya têre çûnê kifş dike. ya. Destûr, weke nîşanaka welatekî ku xwediyê hêz û serwerîya xwe ya jî. Bi wê re destûra bigihîn, çendî ku di temenê wê de dîrok, çand, kevneşopî û hwd, hemû nirxên civatê di binê wê de hene, bi wî rengî ewçendî jî, dibê temenê pêşketina bi çandî, kevneşopî, bi dîrokê re û hwd de jî. Destûra bigihîm, cûretîya dewletê jî dide kifşkirin. Weke sazîya temen a bingihîn kar û bar dike. Bi vê yekê re mirov karê bêje ku destûra bigihîn, birêveçûna wê ku li gor wê bi rê ve diçêt, hemû xal, zagon û ast û pîla li temen û ji temen e.

Hin dewlet xwediyê destûra bigihîn a nivîskî a dîtbar a. Lê minaq, dewletên weke Ingilistan, destûra wê ya bigihîn a nivîskî tûne ya. Di deme ku destûr weke Ingilistanê ne hatibê nivîsandin jî, kevneşopî û xalên wê yên ku bi heta salan jîyane, ew tên kifşkirin û tên bi têgihiştin kirin û ew dikevina ji dêla destûra bigihîn de. Kurd, xwediyê dîrokaka xwe ya bi hezar salan in. Bi vê yekê re mirov karê bêje ku xwediyê temenekî mazin ê ku mirov bi navê destûra bigihîn kifşbike û bêne ser ziman. Dewletên ku xwediyê destûra bigihîn a nivîskî na, ew di bina "dewletên bi destûra bingihîn". Di destûra bigihîn de, du jev vaqatandin hene. Yek, destûra çerçveyî ya sereke ya. Ya duyemin jî destûra bigihîn a rastkirinê ya. Destûra bigihîn, kifş dike ku wê hemû sazî û dezgehên civatî wê çawa bi rê ve herin û wê bibina rêveberîyaka çawa.

Bingeh û kevneşopîya destûra bingihîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her destûra bingihîn, deme ku tê nivîsandin, nirx, kevneşopî, dîrok û çanda civate ku ji bo wê hatiya nivîsandin esas digirê û tê nivîsandin. Bi teybetî, bi demê hertimî dîroka pêşketinê heya û di wê dîrokê de kevneşopî û nirx diafirê. Xalên kevneşopî ku mirov wan pîroz dibîne û dernekeve dervî wan di afir in. Di nav kurdan de, kevneşopî, hertimî pîroz hatiya dîtin û derketina dervî wê car bi car bûya sedeme mirinê jî. Ji ber ku wan pirr giirngi dana kevneşopîyên xwe. Bi wan xalên wê ve pirr girêdayî mana. Bi vê yekê re di demên berê de, vê girêdana wan ya bi kevneşopîya wan ve şekl û awayê jîyane wan parastiya. LÊ di roja me de, ji ber ku li gor demê nûkirina wan, ji hin aliyna kêm maya, êdî bersivê nadina demê. Bi vê yekê re di demê de, di roja me de, ji nû ve şeklê civate xwe salixkirin û kevneşopîyên xwe kifşkirin û serwerî jîyane xwe girtin, weke xalaka giring ya li pêşîya wan a. di kevneşopîya kurdan, hertimî aqil, weke ast û radaya ku li berçav hatiya girtin a. Bi vê yekê re mirov karê bêje ku wê kevneşopîya wan, hertimî, weke destûreke bingihîn a dîrokî a ku bi hezar salan jîya yî, karê xwe dîtiya di nava kurdan de. Kevneşopî, hertimî aqil û jîra civatê ya. Wê aqilê kevneşopîyê, bûya destûra wan ya bingihîn û jîyan bi rê ve biriya.

Cûreyên destûrên bingihîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cûreyên destûrên bingihîn, bi pirr cûreyan re tên ber me. Destûrên bingihin en demokratik, destûrên biginhên ên monarşîtt, destûrên bingihîn ên olî, destûrên bingihîn ên etnikî hwd, hene. Her destşrek bingihîn ji wan, li gor xwe awa û şeklê nivîsandsina wê heya. Destûrên bingihîn, maf û nirxên ku wan diparezên re rengê xwe yên di wan cûreyên destûrên bingihîn de kifş dikin.

Destûrên nivîskî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Destûrên nivîskî, weke ku destûra ku hatî nivîsandin û dewlet xwediyê wê û hemû kar û barê wê li gor wê bi rê ve diçêt e. Destûra nivîskî, ji aliyê saziyên ku bi erk in ji aliyê wan ve tê nivîsandin û tê herê kirin û dikeve fermiyetê de û êdî li gor wê kar û bar dimeşîn in. Destûrên bigihîn, du awayên wan yên ku mirov di vir de bêne ser ziman hene. Yek ku çawa ku bi xalên sereke tê nivîsandin a Û ya din jî ku pirr bi kîtekîte tê nivîsandin a.

Destûra kevneşopî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji aliyê civatê ve weke aliyê herî giring. Kevneşopî,bi hezar salan xal û zagonên ku li gor wê tên jîn kirin a. Ev xal, di nav civatê de, xwediyê rêz û hûrmeteke mazin in ji aliyê andamên civatê de. Car bi car, destûra bigihîn a nivîskî, li gor xalên kevneşopîyê tên rastkirin. kevneşopî, weke xalaka ku li ser xalên nivîskî ên destûrî de ku karê li gor wê werina rastkirin. Kevneşopî, bi çand û nirxên civatê re li ser lingan a. Weke destûra bigihîn a civatî a biighîn a. Ji ber vê yekê, li welatên weke Ingilistanê, destûr ne hatîya nivîsandin û li gor kevneşopîyê ya ku hatî kifşkirin bi rê ve biirin dibêt.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]