Here naverokê

Devlet Bahçeli

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Devlet Bahçeli, (jdb. 1ê kanûna paşîn a 1948 li Osmaniye) siyasetmedarekî neteweperst ê, rastgir a tund ya Tirkiyê ye. Serokê partiya radîkal MHPê ye. Ew bi taybetî bi înkarkirina hebûna gelê kurd û dijberiya kurdan tê naskirin.

Piştî perwerdeya amadeyî li zanîngeha zanistiyên bazirganî û aboriyê ya Enqereyê dixwîne û di zankoyê de dixebite. Sala 1967î de tevlî refên rastgîrên radîkal dibe û bingeha xozên ciwanan davêje. Sala 1987î de ji peywirdariyên xwe yên zanîngehê vedikişe û di nava refên MÇP de dest bi polîtîkayê dike. Heman salî wekî serokê vê partiyê tên hilbijartin. Bahçeli, niha serokê MHPê ye. Di hilbijartinên giştî yên 1999î de partiya wî di desthilatdariyê de cih digire û ew jî wekî cihgirê serokwezîr kar dike. Di jiyana xwe de bi fermî hîç nezewiciye. Di hilbijartinên 2007ê de wekî parlamenterekî MHPê dikeve parlamena Tirkiyeyê.