Dilbixwîn Dara
Dilbixwîn Dara | |
---|---|
Jidayikbûn | 1967 Kobanî |
Pîşe | rojnamevan, nivîskar |
biguhêre |
Dilbixwîn Dara rojnamevan û nivîskarekî kurd e. Ew di sala 1967 li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Kobanê ji dayîk bû ye.[1]
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Sernivîserê kovara Rewşen bû (1990, Bonn- Almanya)
- Sernivîserê kovara Avaşaîn bû (Berlin, 1994)
- Yekemîn bêjerê nûçeyan bû di yekemîn televîyona kurdî ya satelîtê de MED-TV (1995, li Brukselê).
- Her wiha ew di MED tv de, sernivîserê dîska kurmancî û navenda nûçeyan bû.
- Wî di televîzyonên Medya TV û Tishk TV, Kurdistan Tv, amadekarî û pêşkêşvaniya gelek programên cuda kirine.
- Ew niha di televîzyona Rûdaw de, ku ji Hewlêrê weşanê dike, bêjerê nûçeyane, programan pêşkêş dike.
- Dilbixwîn Dara di sala 2000 de rojnameyek bi navê AVESTA derxist. Ew rojname niha li ser internetê tê weşandin û yek ji mezintirîn rojnameyên kurdî ye li ser internetê. www.avestakurd.net
- Her wiha di sala 2013 dest bi weşana AVESTA – Erebî jî kir. www.avestaarabic.com
- Ev nêzîkî 25 salane ew di nava karûbarê rojnamegeriyê de ye û gelek hevpeyvîn bi gelek kesayetiyên siyasî û edebî re çêkirine, her wiha gelek gotar di gelek rojname û kovarên cuda de nivîsandine.
- Niha di televîzyona Rûdawê de li Hewlêrê bêjerê nûçeyan û moderator e. Programa heftane ya talkshow (2 Alî) pêşkêş dike
- Ew ji sala 1990 de li Almanya dijî.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |