Dilyar Dêrikî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Dilyar Dêrikî, anku Dilyarê Dêrîkî (z. 1970, li Giresorê), helbestvan û rojnamevanekî kurd e.

Di sala 1970î de bi xeçxeçokên nîşanê re li gundê Giresor wî çavên xwe vekirine. Giresor gundê ku hatî parçekirin di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, gundê ku bi şev dihat xemlandin bi pêşmergeyan. Wî çavên xwe bi dîtina bavê xwe kil nekiriyê, bavê wî wekî gelek kurdan alîkariya Şoreşa Kurdistanê dikir û pêşmerge hembêz dikirin di cihên veşartî de li gund. Piştî wê, hat girtin ji aliyê hêzên Ewlekariya Sûrî ve û dema hat berdan ji girtîgehê, piştî kêmî heyvekî, koça dawiyê kir, bi sedemên di bin eşkençê de hinavên wî dirabûn, dijminên Kurdistanê bavê wî kuştine û ji ber van astengên çivakî û aborî û cografiya sînoran wî mala xwe veguheste bajarê Dêrika Hemko[çavkanî hewce ye] û li wir bi cih bûn. Lê dayika wî ya ku rola wê ya herî mezin û ber çav di jiyana wî de heye berê wî da dibistanê û xwendinê, ew fêr kirin ku welatê wî pêwestiya wê bi zana û xwandevana heye.

Perwerdehî li Kurdistan û Libnanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Dêrikê wî dibistana sertayî û navendî û dibistana bilind xwendiyê û piştî wê du salan wî zanko li Libnanê xwend, beşê yasa, lê wî nekarî berdewam bike, çûnkî ji aliyên hêzên awlekariya Sûrî ve hate xwestin. Di dawiya sala 1994an de wî xwe gihand Holendayê û jiyana xwe berdewam kir.

Helbestên wî li kovarên Pirs û Dugirê (1996-1999)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1996an wî di kovara Pirs de ya bi zimanê kurdî dihat weşandin wî helbestek belav dikir[1]. Di navbera salên 1997an[2] û 1999an[3] de jî wî di kovara Dugir ya li Swêdê dihat çapkirin, du helbest belav dikirin.

Pirtûka wî ya pêşîn bi zimanê erebî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 2000î de yekemîn pirtûka helbestan bi zimanê erebî bi şêwakî nehîne bi alîkariya heval û dostan li Sûriyê hat çapkirin[çavkanî hewce ye].

Jiyan û perwerdehî li Holendayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 2000î heta 2003an de li Holendayê bi alîkariya Yekîtiya Nivîskar û rojnemavanê Holenda wî jimarek kursên rojnemavaniyê û ragihandinê xwendin li Media Center Hilversum û nasnameya rojnemavaniyê wî wergirt[çavkanî hewce ye].

Şeş pirtûk amade ne ji bo çapê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bêhtir ji çar pirtûkên wî bi zimanê kurdî û du pirtûkên bi zimanê erebî amade ne ji bo çapê[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Biyanî". Diyarê Dêrîkî, Kovara Pirs, 9:1996.
  2. ^ "Yara neyar". Diyarê Dêrîkî, Kovara Dugir, 6:1997.
  3. ^ "Xewnên demên dawiyê". Diyarê Dêrîkî, Kovara Dugir, 10:1999.