Dêrika Hemko

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Dêrika Hemko
al-Malikiyah
Dereek looking east.JPG
Dêrik ber bi rojhilatê ve
Dêrika Hemko li ser nexşeya Sûrî nîşan dide
Dêrika Hemko
Dêrika Hemko
Nexşeya cihan Sûrî
Al-Hasakah districts (ku).PNG
Nexşeya parêzgehê
Kargêrî
Welat Başûrê Rojavaya Kurdistanê
Dûgel Sûrî
Parêzgeh Hesîçe
Demografî
Gelhe 18.814
Erdnîgarî
Bilindayî Expression error: Unrecognized punctuation character "~".
Koordînat 37°10′34″Bk 42°8′24″Rh / 37.17611°Bk 42.14000°Rh / 37.17611; 42.14000

Dêrika Hemko an jî Dêrik (bi erebî navê wê al-Malikiyah lê kirin) bajar û navçeyeke Hesîçêyê ye û dikevê 90 km rojhilatî Qamişloyê. Li devera bakur rojhelatê Sûriyê li navbera Çiyayê Cudî û Qereçoxê nêzîk Ava Mezin (Dîcle) li deşta Hesinan tê binavkirin.

Bi navê Dêrika Hemko ji kevn de li serdemê Fransa weko qeza hate binav kirin bi navê qeza Dicle û ji hingî were her mezintir dibe û berfireh dibe. Xelkê wê nêzîk 20 hezar kesî ne. Navê wê ji navê dêreka filehan hatiye ko wî serdemî ber Dêrek tenê tê de bû, hemû petrola Sûriyê her ji vî bajarî tê û genim û pambû jî.

Ciyê cografî û tixûbên bajêr[biguherîne]

Bajarê Dêrika Hemko bajarekî rojavayê Kurdistanê ye. Ev bajar nû ye, lê li ser zemîneke dîrokî hatiye ava kirin. Bajarê Dêrika rengîn nêzîkê Ava Mezin e ku jê re dibêjin çemê Dîcle. Ev bajar li dora 100 km dikeve rojhilatê bajarê Qamîşlo. Li aliyê rojhilatê Zaxo, li rojava Tirbê Spî, li bakûr Tilkoser û ji aliyê başûr ve Cizîra Botan, dibin tixûbê devera bajarê Dêrika Hemko. Bajarê Dêrikê bi xwe li ser deşta Hesinan hatiye avakirin. Li serdema kevin (dema frensiyan) ji Dêrika Hemko re digotin navçeya Dîcleyê.

Nahiyeyên Dêrikê[biguherîne]

Nav û taybetiyên erda bajêr[biguherîne]

Navê Dêrikê ji dêra filehan ya kevin tê. Ji %95 ji herêma Dêrikê deşt e, tenê çiyayê Qereçox heye û bilindbûna xwe ji deryayê li dora hezar metre ye. Li ser deşta herêma Dêrikê genim, ceh, nîsk, pambû, nok dihêne çandin. Li ser dema kevin pir rezê tirî jî hebûn lê îro kêm in. Werzê zebeşan jî li herêma Dêrikê berhemekî sereke ye.

Avûhewaya herêma Dêrikê[biguherîne]

Li herêma Dêrikê zivistanên xwe bi baran, sar û germ in. Li havînan germ e. Lê ji aliyeke din ve mirov dikare bibêje çar demsal li vê herêmê jiyan dikin.

Serhijmar[biguherîne]

Li gorî serhijmara sala 1940î hejmara xelkê rojava 300.000 e. Li gorî sala 1960'an ev hejmar bûye 600.000 û li gorî sala 1970'an ev hejmar bûye 900.000. Lê îro ev hejmar ji sê milyonan zêdetir e. Herêma Dêrika Hemko jî, hejmara xwe li dora 300.000 kes in. Bajarokê girêdayî Dêrikê jî ev in: Çelexe (Çilaxa), Girkê Legê û Tilkoçer.

Çiya, deşt, çem û bendav[biguherîne]

Herêma Dêrikê ji %95 deşt e. Tenê çiyayê Qereçox heye û bilindbûna xwe ji deryayê li dora 1.000 metre ye. Çemê Ava Mezin (Dîcle) li ber kenarê Dêrikê ye. Lê pênc bendav li devera Dêrikê hene, ew jî, ev in: bendava Girêvira, bendava Çelexe, bendava Borzê, bendava Şêbanê û bendava Başotê.

Samanên Binerdê[biguherîne]

Li herêma Dêrikê petrol û gaz pir e. Gelek kaniyên petrol û gazê li vê herêmê hene. %75 ji petrola dewleta Sûriyê ji herêma Dêrikê derdikeve. Deverên petrol lê heyin ev in: Qereçox, Girkendal, Giresor, Banê Şikeftê, Hemze Beg, Besta Sûs, Tepkê, Xaneserê, Sêmalke, Girzîro, Girkêdijwêr, Erûl, Quldûman, Tilxenzîr, Kelhê, Girkê Hêwil, Siwêdî, Giresorê Feqe, Şêro, Rimêlê, Mirca, Rimêla Şêx, Girkendal hwd., gelek deverên din hene ku min nenivisî, kaniyên petrolê ne.

Babetên giyaneweran[biguherîne]

Li çolên herêma Dêrikê giyanewerên kovî hene û ev giyanewer pir caran li dora gundan peyda dibin. Wekî keftar, gur, rovî, kîvroşk û pir caran xelk diçin ser çemê avamezin ji bo girtina masiyan.

Xwarinê herêmê[biguherîne]

Li herêma Dêrikê xwarinê sereke ev in: penîr, sîrik, jajî, mehîr, kutilk, şamborek, qelî, şorbenîsk û xwarinên ji savar û nokan dihêne çêkirin.

Kincên herêmê[biguherîne]

Li ser dema kevin cilên jinan bi awayekî giştî kiras û xiftan bûn. Lê kincên dêmaniyan û yên koçeretan ne wek hev bûn. Her navê xwe kiras û xiftan bûn. Zelam jî kiras û egel li xwe dikirin.

Kurtedîroka bajêr[biguherîne]

Dîroka bajêr û ya deverên bajarê Dêrikê parsek ji dîroka rojavayê Kurdistanê ye. Ev bajar li ser zemîneke kevin hatiye avakirin. Li devera Qereçox gundek dîrokî heye û dîroka xwe ji hezar salî pirtir e.Dîsa pira Romê ji şekir xaçê ye. Şikefteke kevin heye jê re dibêjin şikefta Zembîlfiroş. Ev hemû ji me re nîşan dikin ku dîrokeke kevin li ser vê zêmînê jiyan kiriye.

Lê ji aliyê dîroka nêzîk ve rojavayê kurdistanê heta demekê di bin desthilatdariya Osmaniyan de ma. Piştî wan ji sala 1921'an heta sala 1946'an dewleta Fransa bû dagirkerê vî welatî û hindek wargehên leşkerî li bajarê Dêrikê ava kirin. Lê Fransa li sala 1946'an de vekişîn û hikûmeteke girêdayî xwe kirin desthilatdar.

Di sala 1952'an derba leşkerî ji aliyê Eqîd Edîp Şîşiklî ve pêkhat. Ji vê derbê şûnde, pêlên şovenîst li dijî kurdan rabûn.di sala 1962'an pirojeyên li dijî kurdên rojava û bi taybetî li herêma Cizîrê hatin destpêkirin. Wek proja kemera erebî ku ji aliyê mulazim Mihemed Talib Hîlal ve hatibû amade kirin. Ya ku kurdan ji warên wan dûr bikin û ereban bînin cihê wan.

Êdî îdeolojî, felsefe û siyaseta Baasiyan bi şêwazeke pratîk û li ber çav kete êrîşeke berfireh li dijî kurdên rojava. Bêguman herêma Dêrika Hemko armanca van êrîşan bû. Erdên pir malbatên Dêrikê ji wan stendin û hikumeta Sûriyê ew erd dane erebên Mexmurî ku ji derve anîbun û li gundên vê herêmê bicîh kiribûn. Pir malbat ji vê herêmê rakirin û birin nava ereban.Hejmareke zêde ji xelkên Dêrikê bênasname hiştin. Nave piraniya gundên Dêrikê kirin erebî. Anko xwedanê vê axê kirin biyan. Lê dîrok û pisporê mezin Bazîl Nikîtîn dibêje: “ji berê ve ye beşek mezin ji kurdan li beravê jiyan dikin li herêma Cizîrê” Ako berî zayinê û heta niha kurd li ser vê axê jiyan dikin û xwedanê sereke yê vê axê kurd in.

Şînwar[biguherîne]

Pira Bafê, nêzîkî Dêrika Hemko ye.

Li herêma bajarê Dêrika Hemko hindek şûnwar hene û ev şûnwar neynika dîroka zemîna vî bajarî ne. Wekî gundê Hemoker (li devera Qereçox), Dêra Kevin, şikefta Zembîlfiroş, pira Romê li gundê Şekirxaçê, pira Bafê ser Ava Mezin, kaniya Eskerî (ev kanî çika ye) û Sekena Eskerî.

Civak, êlîtî û ol[biguherîne]

Piraniya civaka vir misilman in û kurd in. Ereb, fileh û cihû jî hene. Lê îro cihû li herêmê nemane. Fileh jî van salên dawî berê xwe dane welatên Ewrûpa. Li gorî serdema kevin, beşek kêm ji filehan li herêma Dêrikê mane.

Lê êlîtî li deverên Dêrikê nemaye.ev pergal û peywendî di nava civaka îro de hunda bûye. Heta piraniya gencên îro navên êlê xwe nizanin, lê dîsa jî êlên heyin ev in: Hesinan, Herûna, Koçer, Torî, Abasî û Omerke.

Pîşesazî û bazirganî[biguherîne]

Li herêmê Dêrikê pîşesazî nîne. Dîwarê bazirganî de jî kême. Bazirganiya heyî asta xwe piçûk û tenê bi çandinî û giyaneweran bi sînor e.

Ziman[biguherîne]

Di hemû dezgeh û saziyên hikûmî de zimanê fermî yê dewletê erebî ye. Lê di jiyanê de û li bazarê zaravayê kurmancî serdest e û kesek bi zimanê erebî naxive.

Riyên sereke[biguherîne]

Li bajarên Dêrikê sê riyên sereke hene ku çûn û hatina bajêr ya ji derve û hundir bi hevre girêdide. Ev jî ev in: ji Dêrikê heta Qamîşlo, ji Dêrikê heta Îndîwer, ji Dêrikê heta Zihêriyê.

Jiyana xelkê vê herêmê[biguherîne]

Jiyana xelkên herêma Dêrikê li ser çandî û xwedîkirina giyanewerane. Lê piraniya gêncên vê deverê berê xwe didin bajarên ereban û di karên herî zehmet de kar dikin. Piraniya salê ev genc li bajarên wekî Şam, Heleb, Himis, Laziqiyê û bajarên din dimînin. Hindek malbat jî, li bajarokê Nebek, Yebrût, Esalilwer û hwd., li ber bîstan û kargehên mirîşkane.

Sazî û dezgehên hikûmê[biguherîne]

Nexweşxana kevin û ya nû, qeymeqamî, dezgehê nasnamê, dezgehên emnî, mîra dadgeh, girtîgeh, dibistana amadeyî, şaredarî, bank û hwd., ev dezgeh û sazî ji aliyê dewletê ve hatine ava kirin û li bajarê Dêrikê ne.

Êndîwer[biguherîne]

Gundê Êndîwer ku li ber avamezin e, ji hemû deverên din yê Dêrikê cûda ye. Ji ber ku gund xwedî sirûşteke xweş û cane. Li heyva insanê nêzîkê sed hezar kurd berê xwe didin vî gundî ji bo seyranê.

Navdarên Dêrikê[biguherîne]

Mihemed Teyyîb Tahir (hunermend), Silo Koro (dengbêj), Evdilezîzê Mihê (Dengbêj), Mele Xelîl (dengbêj), Dehamê Mîro (siyasetvan),Şehîd Azad Dêrikî (siyasetvan), Seîdê Mele Xelîl (dengbêj).

Dêrik û Neteweperwerî[biguherîne]

Ji berê ve ye xelkê Dêrikê neteweperwerin û bi doza kurdî ve girêdayî ne. Bajarên Dêrikê û deverên wê, di bin hemû mercên dijwar de hembêza xwe ji hemû partiyên kurdan re vekiriye. Pir caran herêma Dêrikê bûye hêlîna têkoşêna kurdan. Ji ber ku di kesayetiya xelkên Dêrikê de; xwedîderketina li axê, ziman û çanda kurdî heye. Her wesa di warê hizra netewî de asta xwe bilind in.

Çavkanî[biguherîne]

http://doreka.jimdo.com/a%C5%9Fira-dorika-a%C5%9Firet-dorik/