Diyar Kurde
Diyar Kurde | |
|---|---|
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Diyar Kurde (jdb. 2ê sibata 1990ê li Rewandiz, Hewlêr, Herêma Kurdistanê) rojnamevanekî kurd ê îraqî û berpirsê buroya tora medyayî ya Rûdawê li Washington D.C. ye.
Kurde di sala 2015ê de wek edîtor li Maseya Navdewletî tevlî Rûdawê bû û piştre jî di tîrmeha 2020ê de bû serokê beşa plansaziyê di heman kompaniyê de. Wî di sala 2022ê de mala xwe barî Washingtonê kir û niha berpirsê buroya Rûdawê ya Washingtonê ye.[1]
Diyar hem rojeva Wezareta Derve û hem jî Qesra Spî dişopîne, bi berdewamî beşdarî civînên çapemeniyê yên Wezareta Derve dibe û pirs û lêkolînên li ser Rojhilata Navîn, Iraq, Sûrî, Îran û pirsgirêkên kurdan li herêmê dike.[2]
Xelatkirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Diyar Kurde ji ber çalakî û karên xwe yên baş û bibandor, di sala 2024ê de wekî nûçegihanê herî baş ê Rojhilata Navîn ê li DYAyê hate hilbijartin.[3][4]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "The Association and Club of Foreign Press Correspondents USA". The Association and Club of Foreign Press Correspondents in the United States (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 5 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "ERROR". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 5 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "Diyar Kurde li Amerîkayê wekî yek ji baştirîn nûçegihanên biyanî hat hilbijartin". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 5 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "President Nechirvan Barzani extends his congratulations to journalist Diyar Kurda". Presidency of the Kurdistan Region of Iraq (bi îngilîziya amerîkî). 5 kanûna pêşîn 2024. Roja gihiştinê 5 kanûna pêşîn 2024.