Hewlêr (parêzgeh)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji bo maneyên din li Hewlêr binêre.
Parêzgeha Hewlêrê
Cih
Nexşeya navçeyan
Kargêrî
Welat Başûrê Kurdistanê
Dûgel Îrak
Serbajar Hewlêr
Walî Omêd Xoşnaw
Demografî û erdnîgarî
Gelhe 3.108.681 kes
Rûerd 15.074 km2
Berbelavî 206,2 kes/km2
Binebeş
Hejmara navçeyan 10 navçe
Parêzgehên Başûrê Kurdistanê:      Parêzgeha Dihokê      Parêzgeha Hewlêrê      Parêzgeha Silêmaniyê      Parêzgeha Helebceyê

Hewlêr, Parêzgeh, parêzgeheke Herêma Federal a Kurdistanê ye û yek ji 19 parêzgehên Îraqê jî ye ku dikeve bakûrê rojhilata iraqê. Navenda parêzgehê bajarê Hewlêr e.

Ji bajêrên Herêma Kurdistanê Hewlêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Hewlêrê zêdeyi du milyon kes dijîn. Hewlêr di dîrokê de gelek caran bûye qada şer. Dîroka wê digihije hetanî 8 hezar salî zêdetir. Pişti şerê sala 1991ê herêm kete bin kontrola kurdan de û di sala 1992an de ji bo cara pêşîn Parlementa Herêmê hate hilbijartin. Dema ku Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê (Arbil International Airport) vebû, dê aliyê bazirganiyê de Hewlêr pir bi nav û deng û zengîn bû.

Hewlêr 80 km dûrî başûrê rojhilata bajêrê Mûsilê ye û 50 km jî dikeve bakûrê Pirdê ve. Hewlêr dikeve derekê ku herdû rubarên Zê bi dûriyek yeksan dikevin der dorê wê. Her di demên zû de mirov li wê derê jiyan kiriye û li Şikefta Şaneder cihê nîştecîbûnê hatine dîtin û dîroka wî ji bo 70 hezar - 50 hezar sal BM diçe. Her di vê şikefta Şaneder de hêstiyên mirovê Neanderthal hatine dîtin.

Navçeya Zarî Çemê ku ketiye lêvên aliya çep ya (Zêyê Mezin) û bi kevintirîn gûnda cotkaran tê hejmartin û ji bo çaxa ku mirov ji nû dihelmiya zirhat û pez û mî xwedî kirin, di çe. Girê Çal jî ku dikeve aliya çep ya Zapê mezin, dîsan ew jî bi xwe yek ji kevntirîn gûndê çaxa ziratê ye. Dîroka wî ji bo wê çaxê diçe ku mirov ji nûve ji deştên zirhatê yên Kurdistanê dihelmiye niştecîbûnê. Dîroka wî jî ji bo 10 hezar -8 hezar sal BM diçe.

Girê Qalînç Axa, dikeve navenda bajêrê Hewlêrê û nêzîkê 4 hezar heya 5 hezar sal BM jiyan li wê derê de hebûye û pirşta hatiye valakirin bo demê 3 hezar sal BM. Ev yek jî di det xuya kirin ku dîroka Girê Qalînç Axa ji bo çaxa Koyîle û Werka diçe.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Erdnîgariya Hewlêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajar di nav paralelên rojhilat 42° - 2' û 36°- 11' bakûr de ye. Bajar li bakûr bi Dihok, li rojava bi Mûsil, li başûr bi Kerkûk û li rojhilat jî bi Silêmaniyê ve tê girêdan.

Avhewa ya bajar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li bajar zivistanan perfek pir zêde heye. Di demsala zivistanê de sar e. Havînan jî herêm germ derbas dibe. Li Bajar zêdetir sewalên wekî pez, û dewar tê xwedîkirin. Rençberî û sewalkarî serdest e, lê niha ev yek li navenda bajêr hin kêm bûye.

Deşt û zozan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Deşta Hewlêr, Qerac û Kendênawe û Deşta Raniye (Bîtwên) ji girngtirîn deştên Hewlêrê ne. Deşta Qerac û Kendênawe li ser sata hemû Iraq û Herêmê Kurdistanê yek ji wan derane ku bi awayek ecîb pir zêde genim û cih di de. Hewa zozanên ku dikevin Hewlêrê pir xweş in. Li zozanê Hewlêrê zef pez hatine xweyîkirin, masta Hewlêrê bi awayekî nav û deng ê wî bilav bûye ku di dîrokê de Hewlêrê derveyî kel û minare bi Bajêrê Mast (masta pez û miyan) jî nav û dengê wî bilav bûye.

Çiya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiyayê herî bilind ê Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê Kurdistanê li Hewlêrê ye, ev jî çiyayê Helgord e.

Çem û gol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çemê herî mezin ê herêmê, Zêyê Mezin, dû ra Zêyê Biçûk û gelek çem û gol li wî bajêrî hene.

Ciyên turîstîk û germavên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hewlêr di warê turîzmê û xwezaye de bajarekî pir xweş û turîstîk e. Warên dîrokî yên herî zêde li wî bajêrê jî hene, mînak: Şikefta Şaneder, Kelê Hewlêrê, Girê Qalînç Axa, Kilik Mişik, Kelê Xanzada Mîrê Soran, Kela Dwîn, Tumqesre û gelek navçe û cihên din yên dîrokî û kevnare jî li wî bajêrî bi dîrokê re melovanî kirine. Ji welatên cuda cuda her sal turîst tên herêmê ji bo ku hilkişin ser çiyayên herêmê. Her wiha navendên turîstîk ên mîna: Havîngeha Şeqlawe, Hawîngeha Bêxal, Gelî Alîbeg, Riwandûz, Cûndiyan, Hawîngeha Hacî Omeran û Şikefta Bêstûn hene. Her wiha gelek cihê tirbê şêx û kesên dînî jî yên cûda hene ku ji aliyê gel ve tê ziyaretkirin.

Serwetên bin erdê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Teqteq, Koye, Şîwaşok û gelek derên din niha petrol tê derxistin. Her wiha kibrît, zêr û gelek pêkhateyên din ji serwetên bin erdî hene. Av jî yek ji serwetên din yên bin erdî yê Hewlêrê ye.

Babetên heywanan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber avhewaya Herêmê Hewlêr zivistanê wî sar û bi baran e û havînê wî jî germ e. Hin caran jî berf tê.

Çand û huner[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîn û civak[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nifûsa bajar piranî musluman in, hejmara xiristiyanan pir kêm in.[çavkanî hewce ye] Piraniya nifûsê ji kurdan pêk tê, turkiman jî wek ciwaka duyem li herêmê hene.

Li Herêma Kurdistana Federal, gelek baweriyên cuda yên dînî hene. Ev yek jî li Hewlêrê jî tê dîtin. Li gorî agahiyên cûda, baweriyên dînî ên li Herêma Kurdistana Federal dijîn 96% îslam, 2% êzdî, 1% mezîhî (xiristyan), 1% jî baweriyên kakeyî û sanbiye mendayî di nava hevde dijîn.[çavkanî hewce ye]

Bawermendên îslamê zêdetir li bajêrên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê belav bûye. Bawermendên êzdî li Dihok û Musilê belav bûne. Bawermendên mesîhî jî li bajêrê Hewlêrê li Enkawa, Şeqlawa û li Musilê jî li Siryan, Qerequş, Amdaniye dijîn. Bawermendên kakeyî herî zêde li bajêrê Diyaele û navçeya Xaneqîn û hin bajêrên Hewlêr û Silêmaniyê dijîn. Bawermendên sanbiye mendayî jî bi giştî li gelek derên Iraqê dijîn. Lê perestgeha wan dikeve nêzî çemên Zê û Firatê.

Xwarênên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xwarina herî navdar qeliya ye. Kifta "abdigor" ji yek ji xwarinên mehelî ne ku li herêmê tên xwarin. Herwiha dogewa, birinc û qeyîsî, doleme û gelek babetên din yên xwarinê hene.

Goşteberx[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rûnê nivîşk, pîvaz, salçe, gihayên çolê baş bi goşt tê stran. Piştî baş hate strandin postê berx tê dijîkirin û di bin axa şil de tê veşartin. Pişt re agir li ser axê tê dadan û tê bijandin.

Qelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji goştê kar û berxan amade dibe. Di serî de goştê kar û berxan baş tê hûrkirin. Pişt re di nava selçe û rûnê nivîşk de tê qelandin. Piştî ku baş pijiya tê sarkirin. Herî dawî sîrmastê ku cuda hatiye amadekirin li ser qeliyê tê rokirin û amadekirin.

Kincên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zilam rank û çox li xwe dikin hin jî şalwar (qadî) li xwe dikin. Li ser şalwar kefiyek li pişta xwe girê didin.

Navçe û nahiye yên Hewlêrê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Qezayê Navenda Hewlêrê: Hewlêr (navend), Behirke, Enkawe, Şemamik; Nifûs 130000, 49% nêr û 51% mêne. Akinciyen bajêr 93% kurd, 4% turkimen Û 2% jî aşûrî (Kirîstiyan)in. Dikeve navenda bajêr bi xwe. 91 gund u Nahiye jî girêdirayî vê nahiye yêne, mînak: Henkawe, Behirke û nahiye ya Şemamik.
  • Qezayê Deştê Hewlêrê: Binesilawe (Binesillawe) (navend), Daretû, Quştepe, Kesnezan; Nifûs 200000, 7 km li dûrî navenda Hewlêrê ye, Dikeve rojhilata bajêrî. Ji 142 gund û ji navenda Qezayê Binesilawe û 3 Nahiyeyên mîna: Daretû, Kesnezan û Qûştepe pêk tê.
  • Qezayê Xebat (Kelek- yan jî Rizgarî): Xebat (navend), Dareşekiran, Rizgarî, Kewergosik; Nifûs 35000, dikeve ser rêya Hewlêr- Musilê û li ser zêya Mezine, Dikeve rojavaya bajêrî. Ji 61gund û 3 nahiyeyên: Rizgarî, Darfeşekran û nahiyeya Kewirgosk pêk tê.
  • Qezayê Mexmûr: Nifûs 79000, 67 km dûrî başûrê rojavayê bajêrê Hewlêrê ye. Ji 196gund û 3 nahiyeyên: Qerac, Kendênawe û Gwêr pêk tê. Herwiha Kempa Penaberan a Mexmûrê jî bi qasî 15 deqîqe dûrî qezayê Mexmûrê ye.
  • Qezayê Koye (Koyî Sincaq): Koysinciq (navend), Teqteq, Şoriş, Aşitî, Sêgirdikan; Nifûs 37410, dikeve bakûrê rojhilata bajêrê Hewlêrê. Ji çendîn gund û nahiyeyên: Teqteq, Aştî, Sêgirtkan, Siktan û nahiye ya Şoreş pêk tê. Bajêra Helbestvanê Nasyonalîstê Kurd ya piştî Ehmedî xanî, Hacî Qadirê Koyî ye.
  • Qezayê Şeqlawe: Şeqlawe (navend), Selahedîn, Herîr, Hîran, Basirme, Balîsan; Nifûs 127346, dikeve bakûrê bajêrê Hewlêrê. Ji 217 gund û nahiyeyên: Selahedîn (Mesif Serîreş), Herîr, Balîsan û nahiye ya Basirme pêk tê.
  • Qezayê Soran: Soran (navend), Xelîfan, Diyana, Sîdekan; Nifûs..., dikeve bakûrê rojhilatê bajêrê Hewlêrê. Ji .... gund û nahiyeyên: Sîdekan, Xelîfan û nahiye ya Diyana pêk tê.
  • Qezayê Mêrgesor: Mêrgesor (navend), Barzan, Pîran, Şêrwan Mezin, Mezinê, Goretû; Nifûs..., dikeve bakûrê bajêrê Hewlêrê. Ji 252 gund û 5 nahiyeyên: Barzan, Pîran, Şêrwan Mezin, Mezinê û nahiye ya Goretû pêk tê.
  • Qezayê Çoman: Çoman (navend), Hacî Omeran, Simîlan, Gelale (Gellalle), Qesrê; Nifûs..., dikeve bakûrê bajêrê Hewlêrê. Ji... gund û nahiyeyên: Sêmêlan, Gelale, Hacî Omeran û nahiye ya Qesirê pêk tê.
  • Qezayê Rewandiz (qeza): Rewandiz (navend), Wertê

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]