Eşîrên êzdiyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Eşîrên êzdiyan wek Eşîrên Kurdanên mayî heyîn û yekîtiya xwe ne parastine. Eşîrk nîne ko bavek an hêlek jê, ji ber sebebên ko em dê li jêr bêjin di Êzdîxanê an ola Êzdiyan da bi derneketî be. Heger em du-sê gundên êzdiyên Kurdaxê û çend gundên li Kurdistana bakûr jê biderxin, hemî eşîrên Êzdiyan li Îraqê û di êrdîmên (menteqe) Şengal û Şêxan da dimînin.

Berî sê sed salî Êzdî ji îro gelekî pirtir bûn. Çi gava Êzdî ji Êzdîxanê da biderketine û li Kurdistanê belav bûne; gelek bavên pir eşîran hin bi tevayî û hinek jî bi malbatî bûne misilman.

Di dema xîlafeta Osmaniyan de hikûmeta caran bi leşkerine mezin û xurt bi ser Êzdiyan da girti bû. Her carekê ji van caran, çawan ku bi sedan êzdî dihatin kuştin; hin eşîr û bavên gelek eşîran jî Êzdîxanê berdidan û li nav Kurdistanê belav dibûn. Tirk têkilî van eşîrên derketî ne dibûn. Wan dizanî ko herçî eşîrên ko ji Kurdistanê bi derkevin û bi nav eşîrên Îslam da herin; demekî dûr najo dê îslam bibin. Dawî jî her wekî wan texmîn kirî bi derket. Ji van bav û eşîrên ko ji Êzdîxaneyê bi derketî ji sedî heştê bûne Îslam. Dinan, Dêlikan û Gevozan ji van êşîran in.

Osman Sebrî (di Hejmara Ronahî ya 21an de hatiye weşandin)

Binere[biguherîne]