Eberhard Werner

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Eberhard Werner
Image dans Infobox.
Dr. Eberhard Werner (2011)
Jidayikbûn
Mirin
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre (57 salî)
Hevwelatî
Pîşe

Eberhard Werner (jdb. 21 adar 1966 - m. 4 tebax 2023[1]) teologeki alman bû ku xelkê herêma Swabyayê bû.

Ew li gel hevjîna xwe ya zimannas Brigitte Werner ji sala 2000an û pê ve lêkolînên li ser zimanê zazayî dikin. Ew semînerên li ser zimanê zazayî (zazakî) didin û gotarên cuda cuda li ser mijarên ziman û çanda zazayan dikin. Werner di destpêkê de hînî zazakiya herêmên Pilemor û Erzinganê dibe, lê piştre bi taybetî li zaravayên Çêrmik, Sêwreg û Gergerê disekine.

Di sala 2012an de Werner pirtûka xwe ya bi navê Bibelübersetzung – Schnittstelle zwischen Kulturen: Zusammenhänge dargestellt an der Sprache und Kultur der Zaza bi almanî derxist.

Di 2017an de pirtûkeke wî li ser ziman û çanda zazayan a bi navê Rivers and Mountains ("Çem û çiya") hat weşandin [2].

Eberhard Werner gelek nivîsên li ser ziman û çanda zazayan belav kirine.[3][4]

Mirina wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 4ê tebaxa 2023an de Eberhard Werner çû ber dilovaniya Xwedê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gredanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]