Egîdê Cimo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Egîdê Cimo
Jidayikbûn
Autres noms
Mîrê Bilûrê
Pîşe

Egîdê Cimo, wekî "Mîrê Bilûrê" jî hatiye binavkirin (jdb 1932 – mrn 2019) hunermend û bilûrvanekî kurd bû ku di sala 1932an de li gundê Erdeşîrê ku bi ser nehiya Armavîrê Ermenistan ve ye hatiye dinyayê. Di sala 1955an de dema ku li Radyoya Dewletê ya Ermenistanê de beşa kurdî vedibe, mirovê yekem e ku di warê sazbendiyê de li radyoyê xebitiye.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî xwesteka Rehmetiyê Casimê Celîl ku berpirsiyarê beşa kurdî ye, gund bi gund dikeve pey şopa sazbend û dengbêjan da ku berê wan bide ser riya radyoyê. Paşê jî salên dûvedirêj; bi mey, fîq û bilûra xwe li pey dengbêjên eyan çi jin, çi jin disekine û navê xwe li ser dergeha sazbendiya kurdî bi tîpên zêrîn dide nivîsandin. Li gorî gotina wî, 37 sal li ser hev li Radyoya Êrîvanê bi bilûr, fîq û meya xwe sazbendiya kurdî pêk aniye. Di sala 1967an de baştirîn Koleja Sazbendiyê ya bi navê ‘Romanos Melîkyan’ ku li Êrîvanê ye kuta dike û dibe sazbendekî profesyonel.

Ji bo wî bêjeya ‘Mîrê Bilûrê’ tê bilêvkirin. Carinan jî bi bilêvkirina Keremê Seyad ku li ser pêlên Radyoya Erîvanê digot; ‘Distre Sûsika Simo, lê dixe Egîdê Cimo!’ navê wî ciwamêrî diket dil û mêjîyê mezinên li civata ‘giregir’ên li ‘dîwan’a gund.

Hunermendê kurd Egîdê Cimo di jiyê 87 saliyê di 31ê çileyê a 2019an de li paytexta Ermenistanê Êrîvanê çû ber dilovaniya Xwedê kir[1].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]