Sûsika Simo
Jump to navigation
Jump to search
Sûsika Simo,yekemîn dengbêja Kurd li Sovyeta Berê bû. Di sala 1946'î de derketiye ser dikê û kilam gotiye. Bi Kûlya Neftalyan re dixebitî û ne tenê li Ermenistanê, li seranser welatê Sovyetistanê digeriya. Kûlya Neftalyan Ermenî bû û bi Sosika Simo re zewicî bû. Stran u klam Ermenistanê di Radyoya Êrîvanê de digot. Simo kilama xwe ya bi nave Lo lo Miho ve nava kurdên kafkasyayê de bu navdar. Sala 1945 de ew kilam got u wî dengê xwe ye zêrîn Simo bu dengbêjeka nemir nava gelê kurd de.
- ji bo evîna hunerê dev ji karê textorî berdide
- Yekemîn dengbêja Kurd li Sovyeta Berê bû.
- Ji bo evîna xwe ii dijî civaka xwe radibe û bi kesatîyeke Ermenî re dizewîce.
- Bi cil ,berg,û reqsa Kurdî navdar bû lewma jêra digotin " Gula govendê"
- Tev mîrê bilurê "Egîdê Cimo" xebitîye,
- Bi rêya Radyoya Yerîvanê dengê xwe dighîne Kurdan
- Simo sosyalist bû, strana " Lenin ê Mezin" û "Lenin rabû em rizgar bûn" wisa raber dike.
Li dika navdar a hindikayiyan Dika Flarmonya pirr caran derdikete pêşberî hezkiriyên xwe. Simo herwekî riya dengbêjî, stranbêjî û karê hunerê di nava jinên Kurd ên Sovyetê de vedikir û hêz dida wan. Simo li sala 1977 an de mir, dema ku mir 52 salî bû.