Ekrem İmamoğlu
Şaredarê Stembolê (d) | |
---|---|
- | |
Ekrem İmamoğlu Nuri Aslan (en) | |
Şaredarê Stembolê (d) | |
- | |
Ekrem İmamoğlu | |
Şaredarê Stembolê (d) | |
- | |
Mevlüt Uysal (en) | |
Mayor of Beylikdüzü (d) | |
- | |
Mehmet Murat Çalık (d) |
Jidayikbûn | |
---|---|
Hevwelatî | |
Cîwar |
Beylikdüzü (dp. ), Rumelihisarı (en) (dp. ) |
Perwerde | |
Pîşe |
Siyasetmedar, karsaz, real estate developer |
Hevjîn |
Dilek İmamoğlu (dp. ) |
Partiyên siyasî | |
Malper |
Ekrem İmamoğlu[a] (jdb. 4 hezîrana 1970, Cevizli, Akçaabat, Trebzon) siyasetmedar, mirovê karsaziyê ye û ji sala 2019an heta sala 2025an şaredariya Bajarê Mezin ya Stembolê kiriye. Ekrem İmamoğlu di 18ê adara sala 2025an de ji aliyê hikûmeta Recep Tayyip Erdoğan ve hatiye girtin.
Ekrem İmamoglu di navbera salên 2014 û 2019an de wekê şaredarê navçeya Stembol ya Beylikdüzü yê hatiye hilbijartin. İmamoğlu di hilbijartina herêmê ya sala 2019an de dibe namzetên partiya siyasî ya çep a tirk ya CHPê. Di hilbijartina yekem de Ekrem İmamoğlu wekê şaredarê bajarê mezin a Stembolê hatiye hilbijartin û di 17ê nîsana 2019an de dest bi kerê xwe yê şaredariyê dike lê hilbijartina yekem ku Ekrem İmamoğlu tê hilbijartin ji aliyê hikûmeta AKPê ve tê betalkirin. Ji bo ku li bajarê Stembolê hilbijartin were dûbarekirin hilbijartina yekem di 6ê gulana sala 2019an de hatiye betal kirin û biryara hilbijartina duyem tê dayîn.[1] İmamoğlu di hilbijartina duyem a ku di 23ê hezîrana sala 2019an de bi ferqek mezin dîsa hatiye hilbijartin û piştê hilbijartina duyem di 27ê hezîrana sala 2019an de careke din dîsa dibe şaredarê bajarê mezin ya Stembolê. Ekrem İmamoğlu piştî pênc sala di hilbijartina 31ê adara sala 2024an ji bo ku bibe şaraderî bajarê mezin a Stenbolê carek din dîsa wekê şaredarê bajarê mezin Stenbolê hatiye hilbijartin.
Jiyan û perwerde
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ekrem İmamoğlu di 4ê hezîrana 1970an de li gundê Cevizli ya bi ser parêzgeha Trebzonê ya navçeya Akçaabatê hatiye dinyaye.[2] Ekrem İmamoğlu kurê dê û bavê Hava û Hasan İmamoğlu ye. İmamoğlu di temenê çar saliyê xwe de di demsalên havînan de perwerdeya xwendina Quranê wergirtiye û beriya dibistana seretayî de hînê xwendina Quranê bûye.
Piştî ku dibistana navîn a Trebzonê xilas dike ji bo perwerdeya xwe yê zanîngehê pêşî li Zanîngeha Rojhilata Navîn a Endezyariya Avahiyê qezenc dike lê neçe wî zanîngehê. Piştre jî li Beşa Rêveberiya Karsaziyê ya Zanîngeha Gîrneyê ya Amerîkayê de dest bi perwerdehiya xwe yê zanîngehê kiriye. Piştî du salan ku malbata wî di sala 1987an de koçê bajarê Stembolê bûye qeyda xwe yê zanîngehê tîne Zanîngeha Stembolê û li wir perwerdehiya xwe ya zanîngehê diqedîne.[3]
Ekrem İmamoğlu di 1995an de bi hevjîna xwe Dilek Kaya İmamoğlu re zewicî ye û sê zarokên wan hene.[4]
Kariyera siyasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ekrem İmamoğlu di sala 2000Ì de wek nêrînek siyasî beşdarî partiya CHPê bû. Di sala 2004an de dibe namzetê CHPê û di hilbijartina yekem de Şaredariya navçeya bajarê Stenbol ya Beylikdüzü yê bidestxistiye.
Dema ku ew serokê navçeyê yê CHP Beylikdüzü bû malên hevbendiyê damezrand û danûstendina partiya xwe li gel xelkê navçeyê zêdekir. Li navçeyê şahîyên wek konser û pêşangeha li darxist, alîkariya civakî pêşkêşî gel kir , rêxistinên civakî û jinan ya partîya xwe berfireh kir û dibistanên navçeyê daye nûkirin. Di vê heyamê de, cara yekem tecrûbeya hilbijartin wergirt û di referandûma sala 2010an de ji ber ku welatîyên navçeyê bi xebatên Ekrem İmamoğlu bi bandor bû, navçê li dijî ji bo guherîna yasaya li Tirkiyê ji sedê 54, degê xwe ya "Na" bikaranîn.
Şaredariya Beylikdüzüyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ew dem li Stembolê, rêveberiya şaredariya Beylikdüzüyê di destê AKPê de bû, lê Beylikdüzü di wî demê de bi tenê navçê ya wekem bû ku encama referandûmê de dengê "na" bikaranî. Di sala 2011 de hilbijartinên giştî li Tirkiyê, CHP li gorî hilbijartinê yên berê dengê xwe li navçeyê 8 xal zêdekir û di navçeyê de bû partiya yekemîn.[5] İmamoğlu carek dîsa ji nûve bûye serokê rêxistina CHPê ya navçeyê Beylikdüzüyê.
Şaredariya Stembolê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Piştî ku şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stembolê Kadîr Topbaş di 23ê îlona sala 2017an de îstifa kiriye, Îmamoglu ji aliyê CHPê ve ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stembolê wekê namzet hatiye diyarkirin.[6][7] Di dengdana ku di 28ê îlona sala 2017an de li Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatiye kirin de, namzetê AKPê Mewlûd Uysal bi 179 dengan wekê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatibû hilbijartin, Îmamoglu jî 125 deng standibû.
Hilbijartinên herêmî yên 31ê adara sala 2019an û betalkirina mezbateya wî ya hilbijartinê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di civîna danasîna namzedan a ku di 18ê kanûna sala 2018an de hat kirin de Ekrem Îmamoglu wek namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya CHPê hatiye diyarkirin.[8] Ekrem İmamoğlu di vê pêvajoyê de xwe ji raya giştî re dide naskirin, gelek caran li kolan û esnafan geriyaye û bi nêzîkatiya xwe ya nerm di medya û medyaya civakî de cih digire. Bi taybetî axaftina wî ya li kolana navçeya Sultanbeyliyê ya bi jina bi navê Mahrûze ku hilbijêra AKPê bû û jê re gotiye, "ez diayên te dixwazim, ne dengên te" bi gotinên xwe li ser medyaya civakî dibe rojev.

Piştê hilbijartinên herêmî ya 31ê adara sala 2019an serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind Sadî Guven ragihand ku li gor agahiyên dawî Ekrem İmamoğlu bi 4 milyon û 159 hezar û 650 dengan li pêş Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya AKPê Binali Yıldırım bû.[9] Serokatiya Parêzgeha Stenbolê ya AKPê di 2ê nîsanê de îtiraz kiribû û daxwaza hêjmartina dengên nederbasdar û serrastkirina dengên xeletên sindoqan kiribû. Piştî ku îtîraz ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ve hatiye qebûlkirin, hêjmartina dengên nederbasdar dîsa dest pê kir.[10][11][12] Di 17ê nîsana sala 2019an de bi temambûna ji nû ve hêjmartina dengan hate ragihandin ku Ekrem İmamoğlu bi 4 milyon û 169 hezar û 765 dengan li pêş hevrikê xwe Bînalî Yildirim ê ku 4 milyon û 156 hezar û 36 deng wergirtiye, hilbijartin temam bûye.[13] İmamoğlu di heman rojê de bi wergirtina belgeya ji Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ya Stembolê dest bi wezîfeya xwe kiriye.[14]
Li ser îtiraza AKPê ya ji bo avakirina komîteyên sindoqan, Lijneya Hilbijartinê ya Bilind di 6ê gulana sala 2019an de biryar dide ku di hilbijartinên 23ê hezîrana sala 2019an de tenê hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê were nûkirin û bi vî awayî belgeya hilbijartinê ya İmamoğlu ji aliyê lijneyê ve hatiye betal kirin.[15][16][17]
Hilbijartinên herêmî yên 23ê hezîrana sala 2019an
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştê ku hilbijartinên Stenbolê hate betalkirin, İmamoğlu li Beylikduzuyê mîtîngek li dar xist û çakêt û qerewêtê xwe derxist û wiha bang kir:
Rêya me dirêj e, kelecana me zêde ye, ciwanên me hene; em ciwanên tirk ên ku ji bo edaletê tî ne û baweriya me bi demokrasiyê heye... Dibe ku biryarderên vê welatî di nav xeflet û nabeynkariyê de bin, heta dibe ku di nav xiyanetê de bin jî, lê em ê tu carî dev jê bernedin.
— Ekrem İmamoğlu, 2019
Dema ku Ekrem İmamoğlu ji bo xebatên hilbijartinê bi otobusê di nav Stembolê de geriya xortek li pey otobusê dimeşe û diqîre û dibêje “Her tişt dê baş bibe Ekrem Ağabey!”. Ev gotina vî xortê "Her tişt dê baş bibe!" di pêvajoya hilbijartinê de dibe rojev û ev gotin dibe slogana İmamoğlu ya hilbijartina Stenbolê. Ji ber kampanyaya serketî ya İmamoğlu û betalkirina neheq a hilbijartina ku tê de biser ketibû, populerbûna İmamoğlu di nav gel zêdetir kiribû.
Ew di hilbijartinên nûvekirî ya di 23ê hezîrana sala 2019an de bi 4.742.082 dengan, 806.014 zêdetir deng ji hevrikê xwe yê herî nêzîk bidest dixe wekê şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stembolê hatiye hilbijartin û di 27ê hezîranê de bi wergirtina mazbateya xwe yê hilbijartinê dest bi wezîfeya xwe kiriye.[18][19]
Hilbijartina serokomariya 2023an
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di daxuyaniya ku di 6ê adara sala 2023an de hatibû dayîn de hatiye ragihandin ku ew ê di hilbijartinên serokomariyê yên ku di heman salê de bên kirin de tevî 7 berbijêrên din bibe namzetê cîgirê serokomariya Tirkiyê. Ekrem İmamoğlu di 7ê gulana heman salê de li Erziromê di dema mîtînga ku piştgirî dida Kemal Kılıçdaroğlu de rastî êrîşan hatibû. Girseya ku ji 200 kesan pêk hatibûn bi keviran êrîşî otobusa hilbijartinê ya İmamoğlu dikin, ji ber êrîşan kesên ku beşdarê mîtîngê birîndar dibin û neçar dimîne ku mîtînga xwe di nîvî de bidawî bike. Piştê bidawîkirina mîtîngê hatibû ragihandin ku di êrîşan de hinek kes sivik birîndar bûne û 17 kesên din jî bi giranî birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyan. Piştî van bûyeran rayedarên hikûmetê û partiya AKP pesnê êrîşkaran dane û İmamoğlu sûcdar kirine.
Hilbijartina serokkomariya pêşerojê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştê ku di hilbijartinên herêmî yên 31ê adara sala 2024an de CHPê bi dengên ji %37,81 dengên giştî bûye partiya yekem ku ev yek di hinek beşên civakê de dibe sedema niqaşkirina hilbijartinên pêşwext.[20] Di mehên paşerojê de, ji ber sedema kêmbûna rêjeya dengên AKPê, ji ber sedema qeyrana aborî, bihabûn û bêkarî, nîgeraniya li ser serweriya qanûnî û serxwebûna dadweriyê û rewşa dijwar ya kesên xanenişîn û komên kêm-dahat, rêjeya dengên AKPê dest bi kêmbûnê dike û ev jî her ku diçe nîqaşa hilbijartinên pêşwext zêdetir dike.[21] Li gel van nîqaşan navê Ekrem İmamoğlu wekê namzetê îhtimal a derokkomariyê ya CHPê derdikeve pêş. Serokê giştî yê CHPê Özgür Özel di 28ê çileya sala 2025an de piştî destpêkirina lêpirsîn û desteserkirina şaredarî û şaredariyên CHPê ragihandibû ku namzedê serokomariyê yê wê partiyê dê bi hilbijartinên pêşwext ên di nav partiyê de bên kirin, diyar bibe. Paşê hatiye ragihandin ku ev hilbijartina namzetê serokkomariyê ya di partiya CHPê di 23ê adara sala 2025an de were kirin.[22] Hatiye payîn İmamoğlu ji bo bibe namzedê serokomariyê yê partiya xwe beşdarî hilbijartinên pêşwextê partiya xwe bibe di 21ê sibata sala 2025an de bi serlêdaneke nivîskî serî Navenda Giştî ya CHPê daye û dibe berendamê hilbijartinên pêşwext ên serokomariyê ya CHPê.[23][24]
116 parlementerên CHPê ji bo ku İmamoğlu bibe berendam di hilbijartinên pêşwext de îmze avêtin.[25] Berê ku ev hilbijartin pêk were dîplomaya Ekrem İmamoğlu ji aliyê hikûmeta Recep Tayyip Erdogan ve hatiye betalkirin û piştre jî hatiye girtin. Piştê ku İmamoğlu hatiye girtin ji CHPê daxwaz dike ku CHP dîsa ev hilbijartina pêşwext a namzetiya serokkomariyê lidar bixe. Di hilbijartina pêşwext a ku di vê hilbijartinê de namzetê serokkomariyê ya CHPê di 23ê adara sala 2025an de hatiye lidarxistin berendamê tekane Ekrem İmamoğlu di vê hilbijartina pêşwextê CHPê de wekê namzetê serokkomariyê ya CHPê hatiye hilbijartin. Li gorî daxuyaniya serokê giştî yê CHPê Ozgur Ozel, di hilbijartina pêşwext a CHPê de ku li gelek bajar û li navçeyên hatiye lidarxistin de İmamoğlu 14 milyon û 850 hezar deng standiye.[26][27]
Betalkirina dîplomaya wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di 18ê adara sala 2025an de Lijneya Rêveber a Zanîngeha Stenbolê ragihandibû ku bi hinceta "nenebûn" û "xeletiya eşkere" şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem İmamoğlu jî di nav de dîplomeyên 28 kesan betal kirine.[28] İmamoğlu diyar kir ku ev biryar ne hiqûqî ye û biryardayina betalkirina dîplomeya wî tenê di destê lijneya îdareya karsaziyê de ye û kesên ku ev biryar dane dê li pêşberî dîrok û edaletê hesab bidin.
Ev geşedan di demekê ku dihat çaverêkirin ku İmamoğlu bibe namzedê serokomariyê ya Partiya Gel ya Komarî pêk hatiye. Ji ber ku li gorî qanûnên heyî namzedên serokomariya Tirkiyê divê xwediyê dîplomeya zanîngehê bin, betalkirina dîplomeya wî namzediya İmamoğlu dixe xetereyê. Her wiha serokê giştî yê CHPê Özgür Özel jî diyar kiriye ku ev biryar ji bo Zanîngeha Stenbolê lekeyeke reş e û diyar kir ku dê di 23ê adarê de berbijar xwe yên serokkomariyê diyar bikin.[29]
Binçavkirin û girtina wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gotara bingehîn: Xwepêşandanên li dijî hikûmetê li Tirkiyeyê 2025
Ekrem İmamoğlu di 19ê adara sala 2025an di serê sibê de ji aliyê hikûmeta Recep Tayyip Erdogan ve tê binçavkirin.[30] Berê ku ji aliyê polêsan ve ji mala wî were binçavkirin Ekrem İmamoğlu daxuyaniyeke li ser medyaya civakî parvedike û di parvekirinekê de dibeje ku bi sedan polîs hatine ber derê wî.[31][32]
Piştê binçavkirina İmamoğlu di heman rojê de li gelek bajaran xwepêşandana gel li dijî hikûmeta Recep Tayyip Erdogan dest pê kirin.[33] Di xwepêşandanan de mijarên civakî yên weke azadiya derbirînê, sansûra çapemeniyê û otorîterîzmê hatine bibîranîn û ji serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan hatiye xwestin ku îstifa bike.[34]
Dîroka hilbijartinan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hilbijartinên herêmî yên Stembolê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hilbijartin | Partî | Deng | Rêje | Nexşê |
---|---|---|---|---|
Adara 2014an, Beylikdüzü | Partiya Gel a Komarî | 76.034[35] | %50.83[35] | N/A |
Adara 2019an, Stembol | 4.169.765 | %48.77 | ![]() | |
Pûşpera 2019an, Stembol | 4.742.082 | %54.22 | ![]() | |
Adara 2024an, Stembol | 4.438.727 | %51.21 | ![]() |
Nîşe
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ kurdî bilêvkirin: [ekˈrem îˈmamoxlu]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "İBB Başkanı Ekrem İmamoğlu göreve başladı: 'Demokrasiyi hiçe sayanları milletçe yok saydık'". birgun.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 1 nîsan 2020.
- ^ This is his officially recorded birth date (see "İstanbul Büyükşehir Belediye Başkanı". İstanbul Büyükşehir Belediye. Roja gihiştinê 10 tebax 2024.; "Hakkımda". ekremimamoglu.com. 16 çiriya paşîn 2023. Roja gihiştinê 10 tebax 2024.). İmamoğlu has claimed that he was actually born a year later, in 1971 ("Ekrem İmamoğlu gerçek doğum tarihini açıkladı". Gazete Duvar. 13 çiriya paşîn 2022. Roja gihiştinê 10 tebax 2024.).
- ^ "Ekrem İmamoğlu Kimdir" (bi tirkî). ekremimamoglu.com. Ji orîjînalê di 28 sibat 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 sibat 2019.
- ^ "Ekrem İmamoğlu'nun hayatı… Ekrem İmamoğlu kimdir, nereli ve kaç yaşında?". Sozcu (bi tirkî). 28 kanûna pêşîn 2018. Roja gihiştinê 7 nîsan 2019.
- ^ "Encamên Hilbijartina Herêmî ya Beylikduzuya Stenbolê - Encamên Hilbijartina Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê û Rêjeyên Dengdanê 30 Adar 2014". Hürriyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 31 adar 2025.
- ^ İSTANBUL, Fatma AKSU / (23 îlon 2017). "Kadir Topbaş îstifa kir. Ew ê bibe namzetê nû yê serokomariyê yê AKPê?". www.hurriyet.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 31 adar 2025.
- ^ "Mewlûd Uysal bû serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê!". Sabah (bi tirkî). Roja gihiştinê 31 adar 2025.
- ^ "Nûçeyên nû... Namzedê CHPê yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ye". www.hurriyet.com.tr (bi tirkî). 18 kanûna pêşîn 2018. Roja gihiştinê 31 adar 2025.
- ^ Habertürk. "Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinan ragihand! İmamoğlu li pêş e." Habertürk (bi tirkî). Roja gihiştinê 31 adar 2025.
- ^ "AKPê îtiraza hilbijartina li hemî navçeyên Stenbolê kir." www.hurriyet.com.tr (bi tirkî). 2 nîsan 2019. Roja gihiştinê 31 adar 2025.
- ^ Habertürk. "Encamên hilbijartinên Stenbolê li 5 navçeyên Stenbolê deng ji nû ve têne hilbijartin". Habertürk (bi tirkî). Roja gihiştinê 31 adar 2025.
- ^ ""Di têkoşîna 17 rojan ya Ekrem İmamoğlu de çi qewimî"".
- ^ "Encamên hilbijartinên Stenbolê hatin eşkerekirin". www.aa.com.tr. Roja gihiştinê 31 adar 2025.
- ^ ""Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu"".
- ^ "YSKê biryar da ku hilbijartinên 23ê Hezîranê li Stenbolê bên nûkirin". BBC News Türkçe (bi tirkî). Roja gihiştinê 1 nîsan 2025.
- ^ "YSKê hilbijartinên Stenbolê betal kir, dê dîsa di 23ê Hezîranê de sindoq bêne danîn". Independent Türkçe (bi tirkî). 6 gulan 2019. Roja gihiştinê 1 nîsan 2025.
- ^ "3 saet piştî ku li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind li ser biryarê hat guhdarîkirin, daxuyaniyek ji 4 madeyan pêk tê". Independent Türkçe (bi tirkî). 6 gulan 2019. Roja gihiştinê 1 nîsan 2025.
- ^ "Encamên Hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya 23ê Hezîrana 2019an". web.archive.org. 24 hezîran 2019. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 24 hezîran 2019. Roja gihiştinê 1 nîsan 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Serokê İBByê Ekrem İmamoğlu belgeya xwe yê hilbijartinê wergirt". web.archive.org. 27 hezîran 2019. Ji orîjînalê di 27 hezîran 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 nîsan 2025.
- ^ "Di derbarê pêşbîniya Ozgur Ozel a ku dibêje dê 1,5 sal şûnde hilbijartineke pêşwext çêbibe, li derdorên CHPê çi tê gotin?". BBC News Türkçe (bi tirkî). 8 tîrmeh 2024. Roja gihiştinê 1 nîsan 2025.
- ^ "Ozel ji Erdogan re banga hilbijartinên pêşwext dike: Dîroka dawî mijdara 2025an e | Euronews". web.archive.org. 14 îlon 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 14 îlon 2024. Roja gihiştinê 1 nîsan 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Hilbijartina pêşwext a CHPê dê di 23ê adarê de were kirin". euronews (bi tirkî). 11 sibat 2025. Roja gihiştinê 1 nîsan 2025.
- ^ "Daxuyaniya Îmamoglu ya derbarê namzediya xwe ya di hilbijartinên seretayî de: Nexşeya me dê hefteya bê eşkere bibe". web.archive.org. 13 sibat 2025. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 13 sibat 2025. Roja gihiştinê 1 nîsan 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "İmamoğlu sibê namzetiya xwe eşkere dike: Ji 12 şaredarên CHPyî yên bajaran û navçeyan piştgirî - - Nûçeyên Siyasî | Cumhurîyet". web.archive.org. 20 sibat 2025. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 20 sibat 2025. Roja gihiştinê 1 nîsan 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ ""Hejmara îmzeyên ku ji bo namzediya hilbijartinê ya seretayî ya Îmamoglu hatin berhevkirin eşkere bû"".
- ^ "Hilbijartina pêşwext a CHPê: Îmamoglu bi fermî wekê namzedê serokomariyê hate ragihandin". BBC News Türkçe (bi tirkî). 23 adar 2025. Roja gihiştinê 1 nîsan 2025.
- ^ "Hilbijartina pêşwext a CHPê: 14 milyon û 850 hezar deng ji bo İmamoğlu hatiye bikaranîn". dw.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 1 nîsan 2025.
- ^ Üniversitesi, istanbul. "Daxuyaniya Zanîngeha Stenbolê di derbarê biryara betalkirina dîplomeya Ekrem İmamoğlu". www.istanbul.edu.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 1 nîsan 2025.
- ^ "Ekrem İmamoglu hat binçavkirin, bertekên wan çi bûn?". BBC News Türkçe (bi tirkî). 19 adar 2025. Roja gihiştinê 1 nîsan 2025.
- ^ ""Turkey detains Erdogan's main rival on array of charges"".
- ^ Ensonhaber (19 adar 2025). "Yekem daxuyaniya Ekrem İmamoğlu". Ensonhaber (bi tirkî). Roja gihiştinê 1 nîsan 2025.
- ^ Merkezi, Haber (19 adar 2025). "Daxuyaniya yekem a Îmamoglu: Ez xwe emanetê milletê xwe dikim, li ber xwe didim". www.sozcu.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 1 nîsan 2025.
- ^ """Protesters say Istanbul mayor detention is a blow to democracy""".
- ^ "Protests in Turkey as Imamoglu, key Erdogan rival, is arrested - AL-Monitor: The Middle Eastʼs leading independent news source since 2012". www.al-monitor.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 nîsan 2025.
- ^ a b "Beylikdüzü rewşa giştî" (bi tirkî). Habertürk.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre] Li Wikimedia Commons medyayên di warê Ekrem İmamoğlu de hene