Here naverokê

Elif Şafak

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Elif Şafak
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Hevwelatî
Perwerde
Middle East Technical University Faculty of Economics and Administrative Sciences (d)
Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata NavînLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Bav
Nuri Bilgin (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Eyüp Can (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Karder
Zanîngeha Michiganê (en), Zanîngeha Arîzonayê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şêweyê hunerê
Malper
Xelat
Lîsteya berfireh
Chevalier des Arts et des Lettres (en)
Ehrenpreis des österreichischen Buchhandels für Toleranz in Denken und Handeln (d) ()
Fellow of the Royal Society of Literature (en) ()
Xelata 100 Jin a BBC ()
Q125732451 ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xebatên navdar
The Forty Rules of Love (roman), Three Daughters of Eve (d), Terra Incognita (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
şanenava Elif Şafak
Şanenav

Elif Şafak li sala 1971ê li Strasbourgê hatiye dinyayê. Nivîskareke bi koka xwe ji Tirkiyeyê ye ku bi înglîzî, tirkî û fransî dinivîse.

Dê û bavên wê dîplomatên dewleta tirkan yê li Fransayê bûn. Piştî debavên wê ji veh cida bûn, ew bi dayîka xwe ra li Fransayê ma. Dema sinêleyî (nûcuwanî) a xwe li welatên mîna Spanyayê û Ordonê derbas kirin. Pişt re vegeriya Tirkiyê û xwendina xwe di warê pêwendiyên navneteweyî li Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn li Enqereyê bi dawî kir. Xwediya bawernameya Mastera Zanistan di ware Lêkolînên Jinan û Guhnêlê e. Navnîşanê têza mastera wê Jiberhevhilweşandina Jinîniyê li goreyî Têgehiştinên Dewranî yên Derwêşî a Nekevneşopî di Îslamê da bû. Wê Diktoraya xwe li pişka Zanistên Siyasî her li heman zanîngehê wergirt.

Li sala xwendinê ya 2003-2004ê, Şafak zanistvaneke serdanker li Zanîngeha Michiganê li Emrîkayê bû. Ev zanistvana civaknasî niha li Pişka Xwendinên Rojhilata Nêzîka Zanîngeha Arîzonayê Seydaya Arîkar (Assistant Professor) e.

Destpêka karê Şafakê di edebiyatê da çîrokek bi navê Kem Gözlere Anadolu li sala 1994ê bû. Romana wê ya pêşîn, Pinhan (Sofî) li sala 1998ê Xelata Mewlanayê wergirt, ku ji baştirîn karên edebî yên Îrfani ra dihêt dan. Xwendayên nivîsînên wê bi romana Şehrin Aynaları (Neynikên Bajêrî) gelek zêde bûn. Ev roman bû sedema hindê ko li sala 2000ê xelatê Yekîtiya Nivîskarên Tirkîyê wergire. Şafakê berî jiyê 30 saliyê hemî xelatên edebî yên giring ên Tirkiyê wergirtin û digel Orhan Pamukî gihîşt kopîtka edebiyata hevçerxa Tirkiyê.

Şafakê du roman bi înglîzî jî nivîsîne. Ji ber amajekirina bi Tuxmkujiya Ermeniyan di romana xwe ya înglîzî a duyê da, The Bastard of Istanbul (Bijjiyê Stembolê), li 27ê hezîrana 2006ê, li goreyê Benda 301ê ji Qanûna Cezayê a Tirkan Şafak li Tirkiyê bi tawana "Biçûkxistina Tirkîtiyê" hat tawanbarkirin. Li goreyê wê dozgeriyê, reng e Şafak sê salan bihêt zîndanîkirin. Wergêrê romanê bo ser zimanê tirkî û weşanxaneya wê jî bi heman tawanê hatine tawanbarkirin.

Li sala 2005ê, li heyama sefereka belavkirina kitêbekê li Berlîna paytextê Almanyayê Şafak bi rojnamevanê tirk Eyûb Can ra zewicî. Li roja 15ê îlûna 2006ê keça wan, Şehrezad Zelka hat ser dinyayê.

Tirkî
Wergerên bi holendî
Berhem û wergerên bi îngilîzî
Wergerên bi almanî
  • Spiegel der Stadt (wergera Şehrin Aynaları ji tirkî), Literaturca Verlag 2004, ISBN 3-935535-06-6
  • Die Heilige des nahenden Irrsinns (wergera The Saint of Incipient Insanities ji îngilîzî), Eichborn 2005, ISBN 3-8218-5750-1
  • Der Bastard von Istanbul (wergera The Bastard of Istanbul ji îngilîzî), Eichborn 2007, ISBN 3-8218-5799-4
  • Der Bonbonpalast (wergera Bit Palas ji tirkî), Eichborn 2008, ISBN 3-8218-5806-0
Wergerên bi fransî
Wergerên bi îtalyanî
Wergerên bi ketelanî
Wergerên bi polonî

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]