Eliyê Ebdilrehman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Eliyê Ebdilrehman
Jidayikbûn1920 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Wan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin1994 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Eliyê Ebdilrehman nivîskarekî kurd e.

Eliyê Ebdilrehman di sala 1920î de li Kurdistana Tirkiyeyê hatiye dinyayê, û di sala 1994an de wefat kiriye. Hê di şeşsaliya xwe de digel malbata xwe ji ber zilma tirkan koçî Kafkasyayê dike.

Eliyê Ebdilrehmanê xwendinhez tavilê dest bi xwendinê dike, ji bilî zanistgeha Yêrêvanê ew herweha li Bakûyê enstîtuya pedagojiyê jî xelas dike.

Sala 1955an li Yêrêvanê dîsa rojnama Rya Teze tê çapkirin. Eliyê Ebdilrehman, di vê rojnamê de digel gotarên civakî gotarên edebî jî dinivîsîne. Riya Eliyê Ebdilrehman ya edebî ji vê rojnamê dest pê dibe.

Kitêba wî ya pêşî di sala 1959an de çap dibe. Di berhevoka Xatê xanim de çar afirandinên cihê hene. Ew di derheqê jiyana kurdan ya doh û îro de ne.

Eliyê Ebdilrehman gotar, helbest, çîrok û roman nivîsandine. Hin ji kitêbên wî ev in:

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]