Bakû

Bakû
Bakı Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Bajar
  • Paytext
Bakı Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Ala

Mertal
Bakû li ser nexşeyê
Map
Bakû li ser nexşeya Azerbaycan nîşan dide
Bakû
Bakû
Koordînat: 40°21'59.96"Bk, 49°50'6.66"Rh
Dûgel Azerbaycan
Paytexta
Dema avabûnêSedsala 1an Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rêvebir
 • ŞaredarEldar Azizov (New Azerbaijan Party, 2018–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
 • Giştî
  • 2140 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 • Bilindahî
−28 m Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
2.300.500 (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Navê nîştecihanbakuyî
DemUTC+4
Koda telefonê12
Nîşana wesayîtê10
Malperwww.baku-ih.gov.az/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Bakû (bi azerî: Bakı, bi rûsî: Баку, lat. Baku) paytext û bajarê herî mezin ê Azerbaycanê ye ku mezintirîn bajarê li ser Deryaya Qezwînê û li herêma Qafkasyayê ye. Bilindahiya bajêr 28 mêtre di bin asta deryayê de ye ku ev yek Bakûyê wekê paytexta neteweyî ya herî nizm li cîhanê destnîşan dike û di heman demê de bajarê herî mezin ê cîhanê ye ku di bin asta deryayê de ye. Bakû li peravê başûrê Nîvgirava Abşeronê li ser Gola Bakûyê hatiye avakirin. Li gorî daneyên sala 2020an nifûsa navenda bajêr 2,2 milyon kes û nifûsa herêma metro ya bajêr 5,1 milyon kes hatiye tomarkirin. Bakû bajarê sereke yê Azerbaycanê ye ku bajar yekane metropola welat e û bi qasî 25% ji hemî niştecihên welêt li herêma metropola Bakûyê dijîn.

Bajêr ji duwanzdeh herêmên îdarî û ji 48 qezayê pêk tê. Di nav van de navçeyan de, navçeyên li giravên Arşîpela Bakûyê û her weha wargeha pîşesazî ya Neft Daşları ku li ser bîrên neftê hatiye avakirin ku 60 kîlomêtre dûrî bajarê Bakûyê li Deryaya Xezerê de ye hene. Bajarê kevin ku Qesra Şîrwanşahan û Birca Keçikê tê de ye, di sala 2000an de wekî Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê hatiye diyarkirin.

Bajêr navenda zanistî, çandî û pîşesazî ya Azerbaycanê ye. Navendên îdariyên gelek saziyên Azerbaycanê yên mezin li bajêr e. Bakû bi bayên xwe yên dijwar navdar e ku di navê Bakûyê tê wate "Bajarê Bayê".

Etîmolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê bajar ji peyvên farisî باد-کوبه Bad-kûbe hatiye dariştin, ev tê wateya "bajarê bi ba tê lêdan", bad bi kurdî tê wateya "ba" û kûbe ji koka vê lêkerê کوبیدن kûbîdan "lêdan" tê, ev nav ji wê yekê tê ku navçeya Bakû lê dimîne herdem bayekî xurt heye. Birastî ev bajar bi zivistanên xwe yên dijwar, bi bahoz û bi bayê xwe yên zext bi nav û deng e. Ji heman sebebê bernavê vî bajarî jî "Bajarê Ba" bi azerî:Küləklər şəhəri ye. Ihtimalek kêmtir jê tê bawer kirin dibêje: dibe ku navê bajar ji Beẍkûy tê, baẍa bi farisiya kevn tê wateya "Xweda" û kuy jî bi farisiya kevn tê wateya "bajar", yanî "Bajarê Xweda", mîna "Beẍdad" tê wateya "Xwedê dayî".

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serdema kevnare[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şopên niştecihbûna mirovan li herêma Bakûya îro vedigere Serdema Kevirê. Li nêzî Bayilê neqşên zinaran ên ji Serdema Bronzê û li herêma Bajarê Kevin jî fîgurek tûnc a masiyek piçûk hatine dîtin. Ev nîşan dibin sedem ku hinek kes hebûna rûniştgehekê Serdema Bronzê ji bo bajêr pêşniyar dikin.[1] Nêzîkî Nardaran, cihek bi navê Umîd Gaya, çavdêriyek pêşdîrokî vedihewîne ku tê de dîmenên rojê û komstêrkên cihêreng bi tabloyek stêrnasî ya seretayî li ser zinaran de hatine xemilandin. Vekolînên din ên arkeolojîkên di nav axa bajarê nûjen û li dora bajêr cihên cihê yên pêşdîrokî, perestgehên xwemalî, peyker û berhemên din derketine holê.

Di sedsala 1em de, Romayiyan du kampanyayên Kafkasyayê organîze kirin û xwe gihîştandin Bakûya îro. Li nêzîkî bajêr, li Gobustan a îro, nivîsarên romayî yên ku ji 84 salê p.z. heta 96 salê p.z. de mane hatine dîtin.

Bilindbûna Şîrwanşahiyan û serdema Sefewiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bakû di sedsala 8an de warê Şîrwanşahiyan bû. Bajar gelek caran ji hêla Xazaran û (ku ji sedsala 10an dest pê dike) ji hêla Rûsyayê ve rastî êrîşan hatiye. Şîrvanşah Axsîtan I li Bakûyê hêzeke deryayî ava kir û di sala 1170an de êrîşeke Rûsan bi awayekî serkeftî pûç kir. Piştî ku erdhejek wêranker li Şemaxî ya paytexta Şîrwanê rû da, dîwana Şîrvanşah di sala 1191ê de bar kire bajarê Bakûyê.[2]

Serdema Şîrvan bandoreke mezin li Bakûyê û Azerbaycana mayî ya îro kir. Di navbera sedsalên 12 û 14an de, li Bakû û li bajarên derdorê kelehên mezin hatin avakirin. Birca Keçikê, Birca Ramana, Keleha Nardaran, Keleha Şagan, Keleha Mardakan, Kelehs Dor û Keleha Sabayil a navdar a li girava Bakûyê di vê serdemê de hatine avakirin. Sûrên bajarê Bakûyê jî ji nû ve hatin avakirin û ji nû ve hatine zexm kirin.

Di destpêka sedsala 16an de dewlemendî û pozîsyona stratejîk a Bakûyê bala cîranên xwe yên mezin dikişand. Jiber vê yekê di van du sedsalên berê de bajêr di bin desthilatdariya Qere Qoyunlu û Aq Qoyunlu yê ku navenda wan li Îranê bû. Hilweşîna Aq Qoyunluyan bajar di cih de xiste nav qada Xanedaniya Safewî ya Îranî ya nû avabûyî ki bi serokatiya Şah Îsmaîl dihate birêvebirin (1501–1524). Şah Îsmaîl di sala 1501ê de Bakûyê dorpeç kir û bajêr desteser kir. Piştê bidestxistina bajêr Şah Îsmaîl destûr dide ku Şîrwanşah di bin serweriya Sefewî de li ser desthilatdariya Bakûyê bimînin. Carek din Şah Îsmaîl qral Tahmasp I (1524–1576), Şîrwanşah bi temamî ji desthilatê dûr xist û Bakû wekê beşek ji parêzgeha Şîrwanê diyarkir. Bakû di sedsalên din de wek beşeke yekgirtî ya împeratoriya wî û xanedanên Îranî yên li pey hev ma, heta ku bi Peymana Gulistanê ya sala 1813an de bajêr radestî Împeratoriya Rûsyayê hate kirin. Mala Şîrvana ku ji sedsala 9an ve li Bakûyê desthilatdar bû, di serdema desthilatdariya Sefewiyan de hatin tinekirin.

Di vê demê de bajar di nav rêzên dîwarên xurt de hate girtin ku ji aliyekî ve jî ji hêla deryayê ve dihate dorpêç kirin û bi xendekek fireh li ser bejahiyê dihat parastin. Di encama Şerê Osmanî û Sefewî yên 1578-1590an de Osmaniyan bi demeke kurt kontrola Bakûyê bi dest xist. Bajêr di sala 1607an de dîsa ket bin kontrola Îranê.[3] Keleha Bakûyê di sala 1604an de ji aliyê Şah Abbas I ve (1588–1629) hate wêran kirin.

Baku di destpêka serdema nûjen de ji bo bazirganên ji çaraliyê cîhanê wekî xalek bingehîn bû. Her ku diçe bazirganî pêş dikeve û bi bazirganiyê re herêm pêş ket. Nemaze, bazirganên ji parzemîna Hindistanê li herêmê bicih dibin û karê bazirganiyê dikin. Bazirganên hindî di sedsalên 17 û 18an de perestgehea Ateşgahê ya Bakûyê ava kirin. Piştre perestgeh wekî cihê perestişa Hindu, Sikh û Zerdeştî hatiye bikar anîn.[4]

Hilweşîna Safewiyan û Xanetiya Bakûyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Safewiyan di sala 1722an de li Îranê demkî desthilatdariya xwe winda kir; Împeratorê Rûsyayê, Petrûsê Mezin ji vê rewşê sûd wergirt û Îranê dagir kir. Di encama Şerê Rûs û Farisan ên di salên 1722 û 1723an de, Safewî neçar man ku Bakûyê radestî Rûsyayê bikin.[5] Di sala 1730an de rewş ji bo rûsan xerabtir dibe. Serkevtinên Nadir Şah (1736-1747) bû sedem ku ew di 10ê adara sala 1735an de li nêzîkî Genca Peymana Genca îmze bikin ku bajar û hemî deverên din ên dagirkirî yên li Kafkasyayê ji Îranê re vegerînin.[6]

Li pey mirina Nadir Şah di sala 1747an de rûdana bêîstiqrariyê dibe sedema Xanetiyê Kafkasyayê yên cihêreng.[7] Xanetiya Bakûyê (1747–1806) yek i xanetiyên ku bi desthilatdariya farisî ya nîv-otonom dihate birêvebirin. Di destpêkê de ji hêla Mîrza Muhammed Xan ve (1747–1768) hate birêvebirin di demek kurt de bajêr neçar dibe ku beşdarî Xanetiya Quba ya pir bihêztir bibe. Di vê demê de nifûsa Bakûyê kêm dibe (nêzîkî 5000 kes dimîne) û aborî di encama şerên berdewam de zirarê dibîne.

Serdema sovyetan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serxwebûna komara Azerbaycanê di dîroka Bakûyê de qonaxeke girîng bû lê demeke kurt bû. Di 28ê nîsana sala 1920an de Artêşa Sor a 11em êrîşî Bakûyê kir û Bolşevîkan ji nû ve li bajêr bi cih kir û bajarê Bakûyê wekê paytexta Komara Sovyeta Sosyalîst a Azerbaycanê îlan kir.

Di vê serdemê de bajêr rastî gelek guhertinên mezin hat. Di encamê de, Bakû di gelek şaxên jiyana Sovyetê de rolek mezin lîst. Di salên 1921an de bajar ji hêla Komîteya Rêvebir a Bakûyê ve ku bi rûsî bi gelemperî wekî Bakgorispolkom dihate zanîn, hate rêvebirin. Li gel Komîteya Partiyê ya Bakûyê (bi navê Baksovet) girîngiya aborî ya metropola xezerê pêş xist. Ji sala 1922an heta 1930an Bakû bû cihê yek ji pêşangehên bazirganî yên mezin ên Yekîtiya Sovyetê ku wekî pireke bazirganiyê ji Îran û Rojhilata Navîn re xizmet kiriye.[8]

Hilweşîna Yekîtiya Sovyetê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî hilweşandina Yekîtiya Sovyetê ya ku di sala 1991an belav dibe, Bakû dest bi pêvajoyek nûveavakirinê kir. Bi hezaran avahiyên serdema Sovyetê hatin hilweşandin da ku rê li ber kembereke kesk li peravên avê vekin. Di encamê de li deverê park û bexçe li ser axa ku bi dagirtina peravên Gola Bakûyê ve hatiye vegerandin hatine çêkirin. Pêşketin di paqijkirina giştî, lênihêrîn û berhevkirina çopê de hatin kirin ku van karûbaran bigihînin standardên Ewropî yên Rojava. Bajar bi awayekî dînamîk mezin bû û bi lez û bez li ser ekseneke rojhilatê rojava li ser peravên Deryaya Xezerê pêş ket. Bajêr bi pêşkevtina bajarî ya pêşerojê de bi domdarî bûye faktorek bingehîn.[9]

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajarê Bakûyê li peravên rojavayê Deryaya Xezerê hatiye avakirin. Li derdora bajêr çend volkanên heriyê (Keyrakî, Bogkh-bogkha, Lokbatan û yên din) û golên xwê (Boyukshor, Xodasan) hene.

Avûhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bakû xwedan avhewayek nîv-ziwa nerm e (Köppen klîma Köppen: BSk) ku bi havînan germ û şil, zivistanên hênik û carinan şil û bayên xurt li seranserê salê heye. Lêbelê berevajî gelek bajarên din ên xwedan taybetmendiyên avhewa yên weha, Bakû havînan pir germ û demjimêrên girîng ên tavê nabîne. Ev bi giranî ji ber ku bajêr li ser firehiya ya bakur e û li ser nîvgirava li perava Deryaya Qezwînê ye ku bajêr lê hatiye avakirin.

Bakû û Nîvgirava Abşeronê beşa herî zuwayê Azerbaycanê ye ku baran li vir salek li dora 200 mm yan jî kêmtir dibarê. Ev bi giranî ji ber bandora siya baranê ya ji Çiyayên Qefqasê. Piraniya barîna salane ya sivik di demsalên ji xeynî havînê de pêk tê lê bi taybetî tu demsal bi barana zêde derbas nabe.

Di heman demê de Bakû di seranserê salê de wekî bajarekî pir bi ba tê zanîn. Ji ber vê yekê navê bajêr "Bajarê Bayan" e û bayên bi hêz, bayê bakurî ya sar û bayê germê başûr di her demsalan de li bajêr heye. Bi awayekî din bajêr bi bahozên berfê yên zivistanê yên dijwar û bi bayên dijwar navdar e.[10] Leza bayê bi navê xezrî carinan digihîje 144 km/s ku dibe sedema zirarê bide çandinan, dar û banê avahiyan.[11]

Germahiya rojane di Tîrmeh û Tebaxê de bi navînî 26,4 °C e û di vê demsalê de baranek pir kêm heye. Di havînê de bayê xezrî diherike û jiber ba bajêr hewayek hênik derbas dike. Bajêr di demsalê zivistan de sar e û carinan şil e. Bi germahiya navînî ya rojane di mehên Çile û Sibatê de bi navînî 4,3 °C (santîgrat) e. Di zivistanê de bayê xezrî diherike û ba ji hêla girseyên hewayê yên polar ve tê beralîkirin; germahiya li peravê pir caran dadikeve binê sifirê û sarbûnên dijwar çêdike. Barîna berfê ya zivistanê car car dibare ku berf bi gelemperî piştî her barîna berfê di nav çend rojan de dihele.

Wêne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. "Портал". azerisite.narod.ru. Roja wergirtinê: 4 hezîran 2023.
  2. "Kaspiy". web.archive.org. 20 hezîran 2008. Ji orîjînalê di 20 hezîran 2008 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 4 hezîran 2023.
  3. "Cities of the Middle East and North Africa: A Historical Encyclopedia - Michael Dumper - Google Books". web.archive.org. 28 gulan 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 28 gulan 2021. Roja wergirtinê: 4 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)
  4. Ziyadov, Taleh (2012). Azerbaijan as a Regional Hub in Central Eurasia: Strategic Assessment of Euro-Asian Trade and Transportation (bi îngilîzî). Taleh Ziyadov. ISBN 978-9952-34-801-9.
  5. Kerim, Shukiurov (2008). "The Caucasus in the system of International relations: the Turkmanchay Treaty was signed 180 years ago". The Caucasus & Globalization. 2 (4): 140–148. ISSN 1819-7353.
  6. Mikaberidze, Alexander (2011). Conflict and conquest in the Islamic world: a historical encyclopedia. Santa Barbara (Calif.): ABC-CLIO. ISBN 978-1-59884-336-1.
  7. "Azerbaijan | History, People, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 1 hezîran 2023. Roja wergirtinê: 4 hezîran 2023.
  8. Forestier-Peyrat, Etienne (2013). "Red Passage to Iran: The Baku Trade Fair and the Unmaking of the Azerbaijani Borderland, 1922–1930". Ab Imperio. 2013 (4): 79–112. doi:10.1353/imp.2013.0094. ISSN 2164-9731.
  9. "Baku White City - Sustainability". web.archive.org. 26 nîsan 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 26 nîsan 2017. Roja wergirtinê: 4 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)
  10. "Culture & Religion on Podium: Politicizing Linguistics". web.archive.org. 13 çiriya pêşîn 2007. Ji orîjînalê di 13 çiriya pêşîn 2007 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 4 hezîran 2023.
  11. "Global ICT Conference : 25-28, November, 2004 : Baku, Azerbaijan". web.archive.org. 19 tîrmeh 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 19 tîrmeh 2011. Roja wergirtinê: 4 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]