Emmett Till

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Emmett Till
Jidayikbûn
Emmett Louis Till Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

25ê tîrmeha 1941ê
Mirin28ê tebaxa 1955an (14 salî)
Money Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêTravmaya fizîkî li ser wîkîdaneyê biguhêre(Lînçkirin)
Cihê goristanêgoristana Burr Oak Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Xwendekar li ser wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Louis Till Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Mamie Till Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xelat
  • Congressional Gold Medal (2023) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Emmett Louis "Bobo" Till (jdb. 25ê tîrmeha 1941an, Chicago, DYA - m. 28ê tebaxa 1955an, Money, DYA) kurekî afroamerîkî bû ku ji ber sedemên nijadî li bajarê Money, Mississippi, bi hovane hate kuştin.[1]

Mirina wî wekî yek ji bûyerên sereke, yên ku tevgera mafên sivîl a afroamerîkî xurt kir, tê bibîranîn. Gumanbarên sereke hatin beraet kirin, lê paşê wan sûcê xwe qebûl kirin.

Dayika Till daxwaz kir ku kurê xwe bi tabût vekirî merasîmeke cinazeyê bide, da ku her kes bibîne ku lawik çawa hatiye îşkencekirin û kuştin[2]: Li wî xistibûn, çavê wî jê kiribûn û gule lê hatibû reşandin. Di dawiyê de wan bi kepçeyek ku bi têlên bihurî ji bo balastê li stûyê wî girêdabû û ew avêtibûn çemê Tallahatchie. Cenaze sê rojan di çem de ma û ji aliyê du masîgiran ve hat dîtin.

Till li goristana Burr Oak li Alsip, Illinois hat veşartin. Lêpirsîna kuştina wî bi fermî di gulana 2004ê de hat vekirin, û di çarçoveya lêpirsînê de laş ji bo otopsiyê hat derxistin.[3] Piştre cenaze ji aliyê malbatê ve hate definkirin[4].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "#311: 05-10-04 JUSTICE DEPARTMENT TO INVESTIGATE 1955 EMMETT TILL MURDER". www.justice.gov. Roja gihiştinê 9 sibat 2023.
  2. ^ "USATODAY.com - Justice pursued for Emmett Till". usatoday30.usatoday.com. Roja gihiştinê 9 sibat 2023.
  3. ^ "Emmett Till". Federal Bureau of Investigation (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 9 sibat 2023.
  4. ^ "Emmett Till". Wikipedia (bi îtalî). 26 çiriya paşîn 2022.