Tevgera mafên sivîl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tevgera mafên sivîl
  • Tevgera mafên sivîl
  • black movement Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema destpêkirinê
  • 1954 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema bidawîbûnê
  • 1968 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dewra çîrokê
  • Dewra Mafên Sivîl li DYAyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Long Civil Rights Movement li DYAyê
  • Tevgera mafên sivîl li DYAyê (1896-1954) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Meydana National Mall li Washington, DC, sal 1963: mîtînga girtinê ya March on Washington

Tevgera mafên sivîl li Dewletên Yekbûyî tevgerek civakî ya dijî nijadperestiyê bû.[1]

Ew tevger û kampanyayek civakî û siyasî ya aştiyane bû ji sala 1954an heya sala 1968an, ji ber ku heya salên 1950î, veqetandina nijadî li DYAyê hewceyek qanûnî bû. Piştre tevgera mafên sivîl mafên wekhev ji bo reş û spî bi dest xist.

Armanca tevgerê rakirina veqetandina nijadî ya sazûmanî û cihêkarî li seranserê Dewletên Yekbûyî bû. Giraniya tevgerê li ser sepandina mafên sivîl yên afro-amerîkî li dijî "cudakirina nijadî" (bi îngilîzî: Racial Segregation) bû.[2] Di wê demê de li başûrê Dewletên Yekbûyî li dijî nifûsa reş cudakariya qanûnî hebû. Tevgera civakî ji berxwedanek bêşiddet û kampanyayên bêîteatiya sivîl pêk dihat. Tevgerê di dawiyê de di qanûna federal de ji bo mafên sivîl yên hemî amerîkiyan parastinên nû peyda kirin.[3]

Tevgera mafên sivîl bi giranî saya lehengê xwe yê populer Martin Luther King bala hemû cîhanê kişand, yê ku bi bêîteatiya sivîl banga berxwedana bêşiddet dikir. Di sala 1964an de King Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirt û tevgera mafên sivîl yên amerîkî di asta navneteweyî de jî hate naskirin.[4]

Dîroka tevgerê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xulamtî piştî dawiya şerê navxweyî yê Amerîkayê ya di de 1865an de li DYAyê hate qewirandin. Dîsa jî afro-amerîkî, nemaze di dewletên başûr de, bindest man.Veqetandina nijadî hîn jî serdest bû, û armanca wê berdewamkirina garantîkirina desthilatdariya spî li başûrê Amerîka bû. Mirovên reş û spî di her qadên jiyanê de ji hev hatin cuda kirin. Dibistan, xwaringeh û tuwaletên tenê ji bo kesên reş û spî hebûn. Slogana vê siyasetê "Cuda lê wekhev" bû, lê di rastiyê de kesên spî hê jî xwedî îmtiyaz bûn.[5]

Kuştina Emmett Till[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Portreyek Emmett Till
 Gotara bingehîn: Emmett Till

Di tebaxa 1955an de, li eyaleta Mîsîsîpî, zilamên spî xortê 14 salî yê reş Emmett Till ji xewê rakirin, bi awayekî hovane îşkence lê kirin û ew avêtin çem. Kujerên wî hatin darizandin - û beraet kirin. Digel vê rûdanê tevgerek reş, bihêz û serbilind a mafên sivîl mezin bû û DYAyê di navbera salên 1955 û 1968an de veguherand.[6][7]

Boykota otobusê ya Montgomery[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rosa Parks di 22ê sibata 1956an de ji hêla polîs D.H. Lackey ve hat bincav kirin, dema ku ew dîsa bi 73 kesên din re hate girtin, piştî ku jûriyek mezin 113 afro-amerîkî ji bo organîzekirina boykota otobusê ya Montgomery tawanbar kir.[8][9]
 Gotara bingehîn: Boykota otobusê ya Montgomery

Siyaseta veqetandina nijadî li Montgomery, Alabama jî peyda bû. Kesên reş di otobusên giştî de tenê li ser kursiyên paşîn karîbûn bicîh bibin. Ger teng bibûya, diviyabû ku ew li wir jî rabin û cih ji spîyan re vekin. Rosa Parks ya afroamerîkî vê yekê han di 1ê kanûna pêşîn a 1955an de red kir: Ew rûniştî ma, hat girtin û ji ber vê sedemê hat darizandin. Rêxistinên mafên sivîl ji rewşê sûd wergirtin û Meclîsa Siyasî ya Jin banga boykota otobusan kir.[10]

Nêzîkî salekê, ti kesê ji 42.000 afrîkî-amerîkî yên Montgomery li otobusên giştî siwar nebûn. Li dijî berxwedan û çewisandinên mezin meşiyan an jî hewzên erebeyan organîze kirin. Komeleya Neteweyî ya ji bo Pêşketina Kesên Rengîn (NAACP) doz li dadgehê kir - û bi ser ket.

Wekî encam, di 13ê çiriya paşîna 1956an de, Dadgeha Bilind pejirand ku veqetandina nijadî nedestûrî ye û veqetandina li ser otobusan divê were ji holê rakirin. Hefteyek şûnda, kesên reş dîsa li otobusê siwar bûn û bi serbilindî li pêşiyê rûniştin.[11]

Martin Luther King[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Martin Luther King Jr. di Meşa 1963an de li Washingtonê ji bo "Kar û Azadiyê", ku tê de axaftina xwe ya dîrokî "Xewnek min heye" pêşkêş kir û banga bidawîkirina nijadperestiyê kir.
 Gotara bingehîn: Martin Luther King

Boykota otobusê ya Montgomery ne tenê nîşanek neteweyî li dijî nijadperestiyê bû. Saya wê Martin Luther King, pastorê 26 salî yê civaka batîst li Montgomery bû serokê boykotê. Di sala 1957an de wî digel serokên din ên olî Konferansa Serokatiya Xiristiyanên Başûr damezrand û bû serokê wê. Kokên ramanên King di Xiristiyaniyê de bûn û baweriya wî bi edalet û lihevkirinê hebû. Wî îlhama xwe ji Mahatma Gandhi digirt û dixwest li dijî nijadperestiyê bê tundûtûjî, lê bi hêz têbikoşe. King bi axaftinên xwe yên karîzmatîk mirovan dilşa kir û bi sedan hezar kes beşdarî xwepêşandanên wî yên neteweyî bûn. Bi xwepêşandanan, meşên protestoyê, rûniştin û formên din ên berxwedana sivîl, wî ji bo wekheviya di navbera mirovên reş û spî de şer kir. Pir kes ji bo vê hatin lêdan û ketin zîndanê, û gelek kesên din hatin kuştin. Lê tundûtûjiya nijadperestên spî li dijî xwenîşanderên aştiyane raya giştî şiyar kir û siyasetmedar neçar man ku bertek nîşan bidin.[12]

Di hezîrana 1963an de, serok John F. Kennedy qanûnek pêşnûme ji kongreyê re derbas kir ji bo rakirina cihêkariya nijadî li seranserê welêt. Ji bo zêdetir hişyarkirina raya giştî ya li ser pirsgirêka cudakariya nijadî, tevgera mafên sivîl meşekê li Washingtonê organîze kir. Bi vî havî di 28ê tebaxê 1963an de, zêdetirî 200.000 amerîkî ji hemî eyaletan li paytextê kom bûn û ji bo wekheviyê xwenîşandan kirin.

"Xewnek min heye ku rojekê li girên sor ên Georgiayê kurên koleyên berê û kurên xwediyên xulaman yên berê bi hev re li ser sofra biratiyê rûnin... Îro xewnek min heye!"[13]

Bi van gotinan Martin Luther King di axaftina xwe ya navdar a “Xewnek min heye” de ji xwepêşanderan re axivî û hemû welêt hejand. Ev bûyer bû serkeftinek ji bo waîzê karîzmatîk û berxwedana bê şîdet. Ji bilî nijadperestiyê, mijarên xizanî û şer jî dibin beşek ji protestoya wî. Ew herwiha ne tenê mafên sivîl ji bo mirovên reş, lê daxwaza mafên hemî mirovan kir. Berfirehbûna şerê wî bû sedema rexneyên ji alîgirên wî. Li Qesra Spî ew wekî kesek nexwestî hat ragihandin, û di heman demê de, bi îlhama Malcolm X, tevgerek reş û neteweperest a bi navê Black Power (Hêza Reş) hat avakirin. Ev yek bû sedema perçebûna tevgera mafên sivîl, ji ber ku alîgirên Black Power bawer dikirin ku şîdet û tundûtûjî jî têne qebûlkirin.

Di 4ê nîsanê 1968an de Martin Luther King hat kuştin.[14]

Malcolm X[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malcolm X di adara 1964an de
 Gotara bingehîn: Malcolm X

Malcolm X, rexnegirê herî mezin ê King, niştecîhên reş ên Amerîkaya Bakur temsîl dikir û nûnerê neteweperestiyeke reş dikir. Li bakur cudahiya nijadî ya fermî tune bû, lê nebûna derfetên perwerdehiyê, bêkarî, kêmbûna xaniyan û xizanî berdewam dikir ku nifûsa reş ji civakê dûr bixe. Ew nûnerê “Neteweya Îslamê” û rexnegirekî tund ê spîyan bû. Wî bawer dikir ku mirovên reş neçar in ku şer bikin da ku dadmendiyê bi dest bixin, û ger hewce be divê şîdetê bikar bînin. Armanca wî ne entegrasyon, lê avakirina civakeke serbixwe ya afro-amerîkî bû.[15]

Di sala 1964an de Malcolm X ji Neteweya Îslamê veqetiya. Di gera hecê ya Mekeyê de, biratiya mirovên ji nijadên cihêreng bandorek mezin li wî kir. Piştî vê gerê ew her ku çû ji neteweperestiya reş dûr ket. Lêbelê, ew ji bo yekbûneke bi tevgera mafên sivîl ên di bin King de ne bes bû, ji ber ku Malcolm X hîn jî şîdetê wekî rêgezek rewa didît. Di 21ê sibatê 1965an de, Malcolm X li civînekê hat kuştin.[16]

Encamên tevgerê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tevgera mafên sivîl bandorek rasterast li ser siyasetê kir. Di sala 1964an de, serok Lyndon B. Johnson qanûnek ji bo rakirina veqetandina nijadî derxist.[17] Di sala 1965an de qanûnek nû ya hilbijartinê ket meriyetê. Di encamê de, kesên reş dema ku xwe ji bo dengdanê qeyd dikirin, êdî rastî tacîzên keyfî nedihatin.[18]

Lê çêkirina zagonên nû bi tena serê xwe nikarîbû rewşa mirovên reş bi awayekî bingehîn biguherîne. Nifûsa reş hê jî ji nîjadperestiya binesaziyê û xizaniyê dikişîne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Carter, April (14 kanûna paşîn 2005). Direct Action and Democracy Today (bi îngilîzî). Polity. ISBN 978-0-7456-2936-0.
  2. ^ "Articles and Essays | Civil Rights History Project | Digital Collections | Library of Congress". Library of Congress, Washington, D.C. 20540 USA. Roja gihiştinê 26 adar 2023.
  3. ^ "American civil rights movement | Definition, Protests, Activists, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 adar 2023.
  4. ^ "The Civil Rights Movement". Bill of Rights Institute (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 adar 2023.
  5. ^ "Separate but Equal - Separate Is Not Equal". americanhistory.si.edu. Roja gihiştinê 26 adar 2023.
  6. ^ "Emmett Till". Federal Bureau of Investigation (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 25 sibat 2023.
  7. ^ "USATODAY.com - Justice pursued for Emmett Till". usatoday30.usatoday.com. Roja gihiştinê 25 sibat 2023.
  8. ^ "p. 3". Daily News. 23 sibat 1956. r. 487. Roja gihiştinê 22 sibat 2023.
  9. ^ ANDREW J. YAWNMontgomery Advertiser (5 kanûna pêşîn 2018). "Alabama officer recalls 1955 arrest of Rosa Parks". Press Herald. Roja gihiştinê 22 sibat 2023.
  10. ^ Chafe, William H. (2003). The unfinished journey : America since World War II. Internet Archive. New York : Oxford University Press. ISBN 978-0-19-515049-0.
  11. ^ Thamel, Pete (1 kanûna paşîn 2006). "Grier Integrated a Game and Earned the World's Respect". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 25 sibat 2023.
  12. ^ Thompson, Krissah (25 tebax 2013). "In March on Washington, white activists were largely overlooked but strategically essential". Washington Post (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 25 sibat 2023.
  13. ^ "2002 | View Registry by Induction Years | Recording Registry | National Recording Preservation Board | Programs | Library of Congress". Library of Congress, Washington, D.C. 20540 USA. Roja gihiştinê 25 sibat 2023.
  14. ^ University, © Stanford; Stanford; California 94305 (24 nîsan 2017). "Assassination of Martin Luther King, Jr". The Martin Luther King, Jr., Research and Education Institute (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 25 sibat 2023.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  15. ^ "Cambridge, Maryland, activists campaign for desegregation, USA, 1962-1963 | Global Nonviolent Action Database". nvdatabase.swarthmore.edu. Roja gihiştinê 25 sibat 2023.
  16. ^ Bruce Perry (1991). Malcolm. Internet Archive. Station Hill. ISBN 978-0-88268-103-0.
  17. ^ "LBJ Champions the Civil Rights Act of 1964". National Archives (bi îngilîzî). 15 tebax 2016. Roja gihiştinê 26 adar 2023.
  18. ^ "Lyndon B. Johnson". The White House (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 26 adar 2023.