Empanada
Xuyakirin
Empanada | |
|---|---|
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |


Empanada cureyekî kilora arjentînî ye. Li Spanya, welatên Amerîkaya Latînî gelek navdar e. Dişibe kilorên kurdî yên toraqê. Tê gotin ji bajarê Salta ya Arjentînê belav bûye ku li hin cihan navê wî jî Salteña ye. Wekî tevahiya kiloran, ji hevîrê şikevayê (pelhevîr) tê çêkirin.
Li Arjentînê di dirûvê devdasê (heyvê) de vedikin, goştê mirîşk an dewarê dixinê. Herwiha jambon, goştê hêrayî, ananas, pîvaz, penîr ûêd jî. Di argûnê de dipijînin.
Hin cureyên empanadayê (salteña)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Empanadaya şîliyî (empanada chilena),
- Empanadaya Meksîkê
- Empanadaya Fîlîpînan
- Empanadaya spanî
- Empanadaya galîsyayî (empanada galega)
- Panadaya ketelanî
Cureyên wan ne ji hev cuda ne, tenê berkelîna (melzeme) wan cuda ye. Hin bigoşt, hin jî bi sebze ne.
Li gelek welatên Amerîkaya Latînî li ser navê Empanadayê rojên taybet tên pîrozkirin û festîval tên lidarxistin.