Emre Taner

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Emre Taner (*1942 li Licê/Amedê) misteşarê saziya sîxurî ya Tirkiyê MİT'ê ye.

Wî fakûlteya zanistiya siyasî li zanîngeha Enqereyê deqand. Ji sala 1967'a Emre Taner li MİT'ê kar dikê. Piştî rêvebirina herema Bûrsayê ew di sala 1984'a de bû rêvebirê herêma Stenbolê. Di sala 1987'a de Emre Taner di nava MİT'ê de bi pêş ket. Di sala 1992'a de Emre Taner bû cîgirê sekreterê dewletê û di sala 1994'a de ji bo MİT'ê li derveyî Tirkiyê kar kir. Di 7'a avrêla 1999'a Taner bû cîgirê sekreterê dewletê ji bo operasyonan. Ji 15'e pûşpera 2005'a ve Taner misteşarê saziya sîxurî ya Tirkiyê MİT'ê ye. Emre Taner zewicî ye û bi eslê xwe kurd e.