Emrullah Cin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Emrullah Cin, serokê şaredariya navçeya Rihayê Wêranşarê ye. Emrullah cîn li 20ê hezîrana sala 1963an li Siwêregê ji dayik bû. Dibistana serete, navendî û lîsê li siwêreg, Wêranşar û Rihayê xwend. Di sala 1983an de xwe li Fakulta perwerdê a Sêrtê qeyd kir. Di sala 1986an de bû mamoste û li gelek gundên Kurdistanê û li Amedê Mamostetî kir. Di salên 1990î de di nav sendîkayan de cih girt. Di sendîkaya "Egitim-sen" a Amedê de û di Navenda Giştî a KESKê de rêvebirtî kir. Ji ber van xebatên xwe gelek caran hatiye girtin û sirgûnê gundên bajarên Tirkiyeyê bû. Di sala 1998an de ji ber van sirgûnan ji mamostetiyê îstifa kir. Di hilbijartinên nîsana 1999an ji HADEPê û a adara 2004an de jî ji DEHAPê bû namzetê şaredariya Wêranşarê û mîna şaredar hatiye hilbijartin. Emrûllah Cîn zewiciye û du zarokên wî hene.