Endam (biyolojî)
(Ji Endam hat beralîkirin)
Jump to navigation
Jump to search
Di jînewerzanist anko biyolojiyê da, endam komek ji şaneyan in ko ji bi hezaran anko milyonan xaneyan pêkhatine û erk anko komek ji erkan anko funksyonan bicihdikin. Di her endamekî da hindek şaneyên serekî û hindek şaneyên neserekî hene. Ji bo mînak di dilî da dilemasûlke anko miyokardiyûm şaneyeka serekî ye û xwînborî û demar şaneyên neserekî ne. Carina komên çend endaman ko erkên wan ji hev nêz in koendamekê pêk tînin.
Endamên Lawiran[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Di laşê lawiran da (ji wan mirov jî) gelek endam hene. Hindek ji endamên giring ev in: dil, sih, çav, aşik, gurçik, cerg, rûvî û pîst,...
Ji endamên hundirîn yên laşê lawiran ra hinav dibêjin.
Endamên Giyayan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Endamên giyayan dabêşî du beşan dibin: endamên hişînbûnê û endamên zaûzêyê.