Ergenekon

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Ergenekon navê rêxistineke îllegal a artêşa Romê (Tirk) ye. Artêşa Tirk li dijî dijberên xwe, Kurd û çepgiran rêxistinên bi dizî avakiriye ku yek ji wan jî Ergenekon e.

Navê Ergenekon[biguherîne]

Ev nav ji efsane û çanda Mongolan derketiye. Ji ber ku dewleta Mongolya di qada navneteweyî de ne ewçend bihêz e, dewleta Tirk û rastgirên radîkal ên Romê xwedî li hemî dewlemendiya dîrok û çanda wan derdikeve. Ev nav jî di efsaneya Mongolan a bi heman navê de derbaz dibe.

Gorî Efsaneya Ergenekonê navê welatê Mongolan Ergenekon bûye. Ev welat di nava çiyayên madenî yên asê de bûye. Dijminan dor li wan girtine û bo ji nû ve gelê Mongol bibûya xwedî hêz û desthilat, diviyabû ji vê dagirkirina leşkerî û erdnîgarî bifilitiyan. Ew van çiyayên hesinî û madenî vedikolin, bi helandina madenan riyên revê vedikin. Bi vî awayî gelê Mongol ji nû ve xwe vedijîne û dibe desthilatdarê herî mêzîn ê dema xwe.

Dîroka fermî ya rêxistinê[biguherîne]

Gorî polîtîkerên Tirkiyeyê bingeha vê rêxistinê digihîje heya Şerê cîhanê yê II.. Tê zanîn NATOyê li dijî bloka realsosyalîst gelek alavên şer avakiribû. Bi navê Gladio rêxistineke îllegal a navneteweyî damezrandibû û rêxistinên wekî MHP, ÖHD, Ergenekon hwd jî li Tirkiyeyê bûn.

Rojnameyên Romê derbarê rêxistinê de gelek senaryo û nîqaşan dinivîsîne. Hin siyasetmedarên Ewropayî bi van senaryoyan bawer nakin. Gorî wan dewleta Tirk xwerû li dijî Kurdan gelek rêxistinên bi dizî amadekirine û gorî berjewendiyên xwe bikartîne, Ergenekon jî yek ji wan e.

Gladio yan balona pifkirî ya artêşê?[biguherîne]

Dewleta Tirk gelek rêxistinên îllegal dadimezirîne û bikartîne. Hin caran jî rêxistinên xwerû bo Şerê taybet û Şerê psîkolojîk hatine amadekirin bikartîne yan propaganda dike. Hin caran ew zêde diçin û kontrola artêşê kêm dibe û hewce dimîne hin çalakiyên kontrolkirin û kedîkirinê lidarbixîne.

Di 21'ê adarê 2008'î de bi fermî dewleta Romê operasyonek li dijî Ergenekonê lidarxist. Doğu Perinçek, İlhan Selçuk jî di nav de çend kes bi tewanbariya têkiliyên bi Ergenekonê re hatin binçavkirin. Berê jî generaleke bi navê Veli Küçük hatibû girtin. Navê vî generalê di kujtina karsaz û ronakbîrên Kurd de derbaz bûbû. Hin şîrovekeran vê yekê wekî "çalakiyeke piçûk a kontrolkirin û propagandakirinê" nirxandin. Gorî wan, artêşê xwast ku Kurd û mihalîf bitirsin û hejmara endamên rêxistinê zêde bibe.

Hin agahiyên nehatine sererastkirin û peyitandin[biguherîne]

Navend û serokatiya Ergenekonê li serfermandariya artêşa Tirk e. Birêvebirê dawî Orgeneral Çevik Bir an Yaşar Büyükanıt e. Ji çepgiran heya rastgir û Îslamîstan gelek endamên wê hene. Zanîngehên Tirkiyeyê bi tevayî di bin kontrola wan a di YÖKê de ye. Sektora sînema û mûzîkê di bin kontrola wan de ye û vê sektorê ji bo dijberiya Kurdan û perwerdekirina gelê Tirk bikartînin.

Ergenekon planên komkujiya Kurdan amadekiriye û li benda fermana artêşê ye. Bo cara pêşîn derxistina Kurdan ji bajarên mezin ên Tirkan tê xwastin. Çendên tên gotin ev in:

  • Reşkirina doza Kurdan di qada navneteweyî de
  • Tunekirina aborî dewlemendiya Kurdan
  • Parçekirina hêza Kurdan û pêşîlêderketina yekîtiya Kurdan
  • Pişavtina (assîmîlasyona) Kurdan
  • Ceribandinên piçûk ên komkujiyê
  • Çalakiyên Cyber
  • Kujtin, windakirin an reşkirina kesayetiyên hezkirî û navdar ên Kurd
  • Xerakirina têkiliyên Kurd û biyaniyan
  • Bi rakişandina nava tewanan (wekî eroîn, fihûş, dizî hwd), pûçkirina nivşên nû yên Kurd
  • Tevlîhevkirin û bêbawerkirina doza Kurdan

Tê gotin ku Ergenekon li welatên Tûrkî yên Asyayê jî xwe bi rêxistin kiriye. Taybetî li Azerbeycan, Turkmenistan û bakurê Kîprosê (Qubris) jî bûroyên wê hene. Li her balyozxaneyeka (konsolosxane) Romê berpirsiyareke wan heye. Li Ewropayê tîmeke taybet hatiye amadekirin û tenê li Ewropa (bi taybetî li Almanya, Yewnanistan, Romanya û Bulgaristanê dixebite. Dîsa tê gotin navê hin stranbêjan jî wekî endam derbaz dibe.

Hin navên di prosesa Ergenekonê de derbaz dibin[biguherîne]

Hin gotarên têkildar[biguherîne]