Erk Acarer
Xuyakirin
Erk Acarer | |
---|---|
Jidayikbûn | 1972 |
Esil | Tirk |
Pîşe | Rojnemavan, pêşkêşvanê radyoyê |
biguhêre |
Erk Acarer, (jdb. 1972 li Stenbol, Tirkiye) rojnemavan, bernamevanê radyoyê û nivîskarekî tirk e.[1][2]
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Erk Acarer xwendina xwe ya seretayî û navîn li bajarê Stenbolê qedandiye û di sala 1996an de li Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê ya Zanîngeha Enqereyê de beşa Antropolojiya Civakî qedandiye. Di rojnameyên Global, Milliyet, Sabah, Habertürk û Cumhuriyet, BirGün û Tageszeitung a ku rojane li Almanyayê derdikeve, xebitiye. Çîrok û gotarên wî di gelek kovaran de hatine weşandin. Di Özgürüz Radio de bernameyeke bi navê Geyik Muhabbeti pêşkêş dike.
Berhemên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Berhemên wî yên (bi zimanê tirkî) ku nivîsiye ev in[2]
- Matruşkadan Tayyare
- %100 İstanbul
- Mekân ve Sırlar
- Dârül Fesad (Bir İstanbul Masalı)
- Cellatbaşı (Taht Şehrinde Zaman)
- Anekdot ve Çizgilerle Atatürk
- Korsan Kitap
- Çarşı Ulan!
- Işid ve Türkiye - Katili Tanıyoruz
- Osmanlı Masalı
- Taht Şehrinde Zaman
Xelatên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Xelata Rojnamegeriyê ya Metin Göktepe
- Xelata Rojnamegeriyê ya Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter
- Xelata Komeleya Rojnamegerên Hemdem
- Xelata Odeya Bijîjkî
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Erk Acarer - Yazarın kitapları". web.archive.org. 15 gulan 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 15 gulan 2020. Roja gihiştinê 22 îlon 2022.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ a b "Erk Acarer Kimdir? Biyografisi, Kitapları - Kidega". web.archive.org. 15 gulan 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 15 gulan 2020. Roja gihiştinê 22 îlon 2022.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |