Cumhuriyet (rojname)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Cumhuriyet
  • Rojnameya rojane Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûpelê yekem ê rojnameyê 8ê Nîsana 1931ê ye

Logoya Cumhuriyet
ZimanTirkî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1924 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Damezrîner
  • Yunus Nadi Abalıoğlu Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê baregehê
Xelat
  • xelata Right Livelihood Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.cumhuriyet.com/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Cumhuriyet (bi kurdî tê wateya Komar) rojnameyeke li Tirkiyeyê ye. Bi fermana Mustafa Kemal Atatürk ji aliyê Yunus Nadi ve di 7'ê gulanê 1924'an de hat derxistin. Îro (2012) yek ji rojnameyên mezin ên Tirkiyeyê ye.

Ev rojname ji aliyê damezrênerê Tirkiyeyê Atatürk ve ji bo propagandaya partiya tekane ya dewletê CHP'ê, çêkirina neteweya tirk, ravekirina alfabeya nû ya latînî û pesindayîna komara nû ya Tirkiyeyê hatiye damezrandin. Yunus Nadi bi xwe karsazekî bingeh cihû bû. Di rojnameyê de kesên wekî Ziya Gökalp ê îdeologê avakirina neteweya tirk cih girtine.

Rojnameya ku di her serhildanê de Kurdistan dikir goristanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cumhuriyet ji derketinê heya îro piştevaniya artêşa tirk dike, nêrînên dijminane bo kurdperweran dihewîne. Di serhildanên kurdan de gelê kurd û şervanên wê reş dikir, kurd wekî mirovên hov û paşdemayî nîşan dida. Di dawîanîna serhildana Agirîyê de sernivîsa xwe wiha avêtibû "Kurdistana xeyalî li vir binerdkiriye! Me di ser Kurdistanê de beton rijand êdî hew şîndibe".[çavkanî hewce ye] Dîsa vê rojnameyê bi serbilindî serê jêkirî yê serokê kurd Elîşêr Beg û xanima wî Zerîfe Xanimê weşandibû[çavkanî hewce ye]. Herwekî wêneyên di sêpiya mirinê de yên Şêx Seîd û wêneyê di nava kincên Ewropayî de yê piçûkxistinê yên Seyîd Riza jî weşandibû û di bin sernivîsa "Binêrin me ev Kurdê di şikeftan de jiyaye kir şareza" pêşkêşî xwendevanan kiribû[çavkanî hewce ye].

Cumhuriyet polîtîkaya xwe wiha bi nav dike "Rojnameyeke çepgiriya neteweperest, kemalîst û unîterîst e". Navenda rojnameyê li Stenbolê ye û tîraja wê li dora 100.000 e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malperên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]