Esat Oktay Yıldıran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Esat Oktay Yıldıran (bixwîne: Esat Oktay Yildiran) (* ? - † 1988 li Stenbolê) serbazeke artêşa Tirk, endamê sîxuriya Tirkiyeyê, gerînendeyê Zîndana Amedê û yek ji êşkencekarên profesyonel ên Romê bû.

Ji ber ku nasnameya wî bi dizî bû û ew endamê saziya sîxuriyê ya Tirkiyê bû, derbarê wî kêm agahî tên zanîn. Gorî gelekan ew jî "devşirme" (zarokên di sêwîxaneyan de bo kiryarên hovane hatine perwerdekirin) bûye.

Wekî serbazekî payebilind di artêşa Tirk de dixebitî. Tevlî dagirkirina girava Kîprosê bûye û gerînendetiya zîndana ku yewnanî tê de dihatin dîlgirtin, lêpirsîn û êşkencekirin kiriye.

Bi bipêşketina tevgerên azadîxwaz ên kurdan û hatina ser desthilatdariyê ya cûntaya leşkerî ya sala 1980'î re wî dikin gerînende û fermandarê Zîndana Amedê.

Ji aliyê fîzîkê ve dişibiyabûye gelên Balkan an hin berên Qefqasan. Bi salan li vê zîndanê êşkenceyan dike. Bi dehan ciwanên kurd li vê zîndanê tên îdamkirin. Bi dehan tên kuştin. Bi sedan kes ji ber êşkenceyan dimirin an seqet dimînin û bi hezaran kes rastî êşkenceyên hovane tên.

Bi berxwedanên dîrokî yên şoreşger û azadîxwazên Kurd sazûmaniya Tirk şûnve gavan davêje û di polîtîkayên xwe yên "tunekirina Kurdan" de bo demekê dirêj têk diçe. Esat Oktay jî wekî serbaz bo êşkencexaneyên Stenbolê peywirdar dikin û dişînin Stenbolê. Li wir wekî serdarekî artêşê kar dike.

Li Stenbolê ji aliyê kurdek ve bi yek derbê tê kuştin. Dewlet li ser gora wî abîdeyek bîrdariyê çêdike. Tê gotin ev abide niha li taxa Aksaray a Stenbolê ye.

Herwekî binêrin[biguherîne]