Serdar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Serdar payeyek leşkerî ye. Di artêşên klasîk de ji sedvan jortir, ji serheng û cihgirê serhangan jêrtir e.

Wateya bêjeyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serdarê artêşa Şîleyê.

Serdar peyveke kurdî-îranî ye. Ne tenê di artêşê de tê bikaranîn. Navekî mêran e, tê maneya mêrxas, destxurt, fermandar, desthilatdar. Hêzên çekdar ên dewlet û mîrîtiyên kurd li gorî pîşe û erka eskeran hatibûne sazkirin. Kêm-zêde deh sedvan di bin fermandariya serdarekî de bûne. Di artêşên kurdan ên dîrokî de payeya herî bilind serdarî bû. Ya rastî berê di tevahiya artêşan de wisa bû. Payeyên din ên wekî general, bi mezinbûna artêşan derketin.