Etora hişk bi penîrê qaşarê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Etora hişk bi penîrê qaşarê, cureyeke xwarina balolîkirî ye.

Çiye balol, çiye etor?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji balolîkirinê re, loq, lûlik lûlik, kulavkî kirin jî dibêjin. Li Serhedê û hin cihan ji xwarinên li nan hatine pêçîn re çop dibêjin.

Etor jî nanê loş ê li xwarinan tên pêçîn, pê loq, çop tên çêkirin e. Bi bandora romî (tirkî) kurdên Bakurê Kurdistanê jî niha durum ekmegi dibêjin.

Ji etorê gelek çop tên çêkirin. Li Kurdistanê nanê loş gelek hezkirî ye û di pêjgeha kurd de jî cihê çopan gelek e. Mixabin ji ber pişavtin û windabûna kurdî, niha li Bakurê Kurdistanê êdî hêdî hêdî navên xwarinan bi tirkî tên bilêvkirin.

Berkeliya etora qaşarê ya aşxaneyên Wanê (bo çar kesan)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Penîrê xwe bikin keriyên qasî 2 cm. Bexdenûsê hûrbikin navê. Pîvazan hûrane hûrbikin. Di nava rûn de biqijilînin, zerayî pê ket daynin û bihêlin bila sar be.

Şîr, hêk, ardê lazûtê, penîrê rêşkerê xistî, bexdenûs, xwê û îsota reş di badiyekê de tevdin. Pîvazan berdin badiyê û dîsa tevdin.

Rûnbirêşka teflonî bînin, binê wê birûn bikin, bi kevçiyeke mezin an heskê parçeyan ji wê têkela we amadekiriye biqetînin, bikin rûnbirêşkê, bi herdu aliyan ve bipijînin. Heya melzemeya we bidawî bû viya bikin.

Ser her krepekê we pijandiye 3 kerî pênîr daynin, bipêçin û çopên xwe bi tayên pîvazên ta, darikên bexdenûsê yan tiştekê dinê girêbidin. Xwarina xwe bi sarî bînin ser destexaneyê (sifreyê). Hûn dikarin di binikên servîsê de bi kêfa xwe bixemilînin.