Ezîzê Gerdenzerî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Ezîzê Îsko Gerdenzerî, di sala 1945an de li bajarê Tiblîsî yê komara Gurcistanê ji dayîk bûye, yek ji helbestvan, dramanûs û nivîskarekî kurdErmenistanê ye. Bi xwe bijîşk e û niha li Danîmarkayê dijî.

Jiyan[biguherîne]

Dr. Ezîzê Gerdenzerî di sala 1948 an de malbata wî koçberê Ermenistanê dibe û zaroktiya wî ji wir dest pê dike. Li Ermenistanê li gundê kurdan Dêrîkê (navê berê Cercerîs) a navçeya Elegezê mezin dibe. Sala 1964 an de li zanîngeha bijîşkiyê ya Rewanê dest bi perwerdehiyê dike. Sala 1970 î bidawî dike û diçe bajarê Çîmkenda Qazaxistanê. Di warê şîrûrjiyê de dibe doxtorekî navdar. Di sala 1978 an de li bajarê Almatiyê têza (disertasyona) doxtoriyê diparêze û Komîsyona Berz ya Atestatyonê li Moskovê nave doktorê ulmê bijîşkiyê pêşkêşî wî dike.

Di sala 1981 ê de vedigere Ermenistanê û bi qasî du salan li zanîngeha bijîşkiyê ya komarê de dersdariyê dike. Di nava salên 1983 - 2002 an de li Enstîtuya Rewanê ya proktolojiyê de wekî nişterger û şîrûrg kar dike û dibe gerînendeyê beşa pejirandina nexwêşan û diyagnostîkê. Gelek nivîsarên zanistî diweşîne.

Ji sala 1960'î dest bi weşandina helbestên kurdî dike û helbestên wî di rojnameya Riya Teze de tên weşandin. Sala 1968 an de pirtûka wî ya helbestan, Kilîta Dil bi bîryara Yekîtiya Nivîskarên Kurd di sala 1968'î de diviyabû bihata çap kirin, lê sala 1983 an tê çap kirin. Di almanaxa kurdî ya bi navê Bihara Teze, ku li Ermenistanê çap dibû de, gelek helbestên wî hatina weşandin. Wisa jî wî roman, şanoname, novêl nivîsîne. di sala 1990 î de li Ermenistanê romana nivîskar ya bi navê Fîncana Ferfûrî tê weşandinê. Şanonameya nivîskar Zarîna Çiya wek pirtûk di sala 1989 an de li Yêrêvanê tê çap kirinê. Di sala 1990î de derhênarê kurd Mirazê Ûzo wê berhemê dike şano, li Tiyatroya Kurdî ya Tbîlîsê de pêşkêşi temaşevana dike û bi destî Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, bi xemxuriya serokê enstîtuyê, doxtor Kendal Nezan Zarîna çiya dibe vîdeo film. Di Sala 1996 an de pirtûka wî Gelavêj çap dibe. Di sala 2012 an de pirtûka nivîskar bi navê Hezkirina Qedexe û pirtûka nivîskarê Danîmarkayê yê bi navûdeng H.C. Andersen Çîrok û Serpêhatî bi zimanê kurdî; wergêr Ezîzê Gerdenzerî, Weşanxana DOZê çap kiriye.

Hin ji berhemên Gerdenzerî (bi kurdî û danîmarkî)[biguherîne]

  • Kilîta dil (pirtûk, helbest) – Hjerte nøgle (lyrik),Bihara teze 2, berhevok ( Nyt forår 2, samling bog ),Sovetakan groch ( Sovjetisk forfatter ), Yerevan-1983. Ev pirtûk bi biryara Yekîtiya Nivîskarên Kurd sala 1968'î diviyabû bihata çapkirin.
  • Zarîna çiya (pirtûk, şanoname) – Bjerger Sørgesang ( drama ). Det kulturministerium forlaget., Yerevan – 1989.
  • Zarîna çiya (şano,fîlm) – Berger Sørgesang ( videobåndoptager ). Det kurdisk institut i Paris. Paris – 1990. Ev şano di sala 1990 û 1998'î şanoya Kurdî li Tiblîsê yê de tê pêşkêşkirin
  • Fîncana ferfurî (pirtûk, roman) – Porcelæns kop ( roman ) . Chorhrdain groch ( Råds – Sovjetisk forfatter ), Yerevan – 1990
  • Gêlavêj (pirtûk, eserên bijarte; romana Bingeh, 8 çîrok, du şanoname - Gêlavêj û Xanê çengzêrîn) - Venus (samlede skrifter ). Parujr Sevak, Yerevan – 1996.
  • Serenada evîntiye ( poem ). Bihara teze 1, berhevok ( nyt forår 1, samling bog ). Sovetakan groch ( Sovjetisk forfatter ), Yerevan – 1982.
  • Poesie. Bihara teze 3, berhevok ( Nyt forår 3, samling bog ). Sovetakan groch ( Sovjetisk forfatter ), Yerevan – 1984.
  • Poesie. Bihara teze 4, berhevok ( Nyt forår 4, samling bog ). Sovetakan groch ( Sovjetisk forfatter ), Yerevan –1985.
  • Poesie. Bihara teze 5, berhevok ( Nyt forår 5, samling bog ). Sovetakan groch ( Sovjetisk forfatter ), Yerevan – 1986.
  • Dewata bê def ( Novêl )- Brylluppet uden musik ( Novelle ). Bihar 6, berhevok ( Forår 6, samling bog ). Sovetakan groch ( Sovjetisk forfatter ), Yerevan – 1987.
  • Qewmandin ji emrê çivikê ( çîrok ) – Begivenhed ved fuglet livs (eventyr ), Çalo û Hirço (çîrok ) – Tjalo og Hirtjo ( eventyr ). Bahar 8, berevok ( Forår 8, samling bog ). Sovetakan groch ( Sovjetisk forfatter ), Yerevan – 1989.
  • Helbest, werger bi zimanê ermenî. Poesie ( oversættelserne fra kurdisk til armenisk ). Apaga bjisjk, Yerevan – 1968.
  • Helbest, werger bi rûsî. Poesie ( oversættelserne fra kurdisk til russisk ). Yujni Kazaxstan, Sjimkent – 1981.
  • Helbest û çîrok (Zimanê çiya) bi almanî. Digt og eventyr ( oversættelserne fra kurdisk til tysk ). Die literaturen der völker kaukasiens, Reichert Verlag Wiesbaden – 2003.
  • Hezkirina qedexe(pirtûk, eserên bijarte; romana Solên zêrîn, novêl û serpêhatî). Forbudt kærlighed (samlede skrifter). Doz forlaget), Istambul-2012.
  • H. C. Andersen, Çîrok û Serpêhatî (Eventyr og Historier). Wergêr/Oversættelserne fra dansk til kurdisk af Ezize Gerdenzeri. Weşanxane/forlaget Doz, Istambul-2012.

Fîncana Ferfûrî(roman) - Porcelæns kop(roman). Lis Yayinlari(Lis forlaget), antal sidde er 188, Diyarbekir – 2015.

Çavkanî[biguherîne]