Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê federasyoneke Kurdan e û di 22ê gulanê 1981ê de hatiye damezirandin.

Taybetî û peywirdariyên federasyonê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Federasyon, rêxistineke demokratîk e û bi tu rêxistinên siyasî û olî ve ne girêdayî ye. Ji komele û yekîtiyên kurd li Swêdê pêk tê.
  • Kurdan li Swêdê temsil dike û ji bo berjewendiya civata kurd li Swêdê xebat dike.
  • Kurdên li Swêdê di derheqa civata Swêdê de agahdar dike û ji bo çareserkirina pirs û pirsgirekên kurdên li Swêdê û ji bo pirsa integrasyonê xebatê dike.
  • Ji bo pêşdebirina ziman û belavkirina çanda kurdî xebate dike.
  • Ji bo çareserkirina pirsên jin û ciwan, zarok û handikapên kurd xebatê dike û ji bo peçdebirina wan hewildide ku îmkanan amade bike.
  • Alîkariya penaberên kurd dike û wan di derheqa mafên penaberan de agahdar dike. Ji bo başkirina rewşa wan hewil dide.
  • Gelê Swêdê di derheqa pirsa Kurd û Kurdistanê de agahdar dike û ji wan doza piştgiriyê dike.
  • Li dijî zordestiyê piştgiriya tevgera gelê Kurdistanê ya li Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê dike û ji bo parastina nasnameya neteweyî xebatê dike.
  • Bi rêxistinên demokratîk û civakî (çi Swêdî, çi biyanî) re hevkarî dike.
  • Federasyon ji bo mafên biyaniyan û penaberiyê li gor peymanên navneteweyî û prensibên beyana cîhanê ya mafê mirovan bên parastin, dixebite.

Organên Federasyonê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Organên Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) ku di kongreya 22em a di 20-21ê gulanê 2006ê li dar ket, hatin hilbijartin.

Komîteya Karger (KK)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cihgirên komîteya karger[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Komîteya Giştî (KG)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cihgirên komîteya giştî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Komîteya Rawêj[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Komîteya Rewîsor[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Organên Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) ku di kongreya 21em 15-16ê gulanê 2004î de hatin hilbijartin.

  • Komîteya Karger(KK)
  • Şermin Bozarslan seroka FKKSê
  • Hemîd Gewerî sekreterê FKKSê
  • Selam Cizîrî berpirsiyarê aborî yê FKKSê
  • Keya Îzol berpersiyarê projeyên FKKSê
  • Medya Hessen berpirsiyara penaberan
  • Kovan Amedî berpirsiyarê ragahindin û agahdarî
  • Pirseng Tuwana berpirsiyara Kulturî û Perwerde
  • Seyran Duran (Ji YJK)
  • Ciyavan Bamernî (ji YCK)
  • Nezir Akat (cîgir)
  • Şefîk Kaya berpirsiyarê beywendiyên navxwe (cihgir)
  • Nûrî Salih Berpirsiyarê Kêmandam û Salmazinan (cihgir)

Komîteya giştî(KG)

Komîteya Revîsor(KR)

Komîteya Rawêj(KRew)

Organên Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) ku di kongreya 20em 4-5ê gulanê 2002 de hatin hilbijartin.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) di 4-5ê gulanê 2002ê de kongreya xwe ya 20em pêk anî. Kongre ji nûnerên komeleyên endam, yên YJK, yên YCK, nûnerên pîşeyî û organên Federasyonê pêk hat. Kongre organên xwe yên nû hilbijart, çend biryar girt.

Navên ku li jêr hatine nivîsandin di organên FKKSê de cî stendin. Komîteya giştî (KG) ya FKKSê di civîna xwe ya yekem ku di 19ê gulanê 2002ê de çêbû, komîteyên kar ava kir û erkên wan diyar kir. Endamên organan li gorî wê êrkên xwe bi rêve birin.

Komîteya Karger (KK)

Keya Îzol: Serokê FKKSê

Hemîd Gewerî: Sekreterê FKKSê û endamê redaksiyona Berbangê

Kovan Amedî, Berpirsê Aboriya FKKSê û berpirsê peywendiyên navxweyî yê FKKSê heta 1.06.2003ê

Silîva Hessen: Berpirsa karûbarê Kulturî ya FKKSê

Asad Yusufî: Berpirsê penaberan (A. Yusufî di civîna 4em a Komiteya giştî de ku di 14ê kanûna pêşîn 2002ê de pêk hat, ji ber sebebên şexsî ji KK îstîfa kir û Bawer Coşkun ket ciyê wî)

Nîzal Mahmûd: Berpirsê projeyên FKKSê. Di 14.12.2002ê de bû berpirsê Peneberan

Vildan Tanrıkulu: Wek berpirsiyarê Berbang û malpera FKKSê hat pêşniyaz kirin. Vildan Tanrıkulu ji bo vî karî programekê pêşkêşî KK dike, eger KK ev program qebûl bike ew amadaye vî karî werbigre. KK programa ku Vildan pêşniyar kir qebûl kir û Vildan berpirsiyarî wergirt. Lê wî erkên xwe bi cî neanî. Di civîna 5em a KG de ku di 9ê adarê 2003ê de pêk hat, Vildan berpirsiyarê perwerdeyî qebûl kir û ragiyand ku dê di beriya havîna 2003ê de dê civînekê perwerde ji bo komeleyên endam yên herêmên 4em pêk bîne, lê mixabin ew bi vî karî xwe jî ranebû û di vê peryoda navbera kongreyên 20 û 21ê de bê wezîfe ma.

Bawer Coşkun: Ku di şûna A. Yusufî de bûbû endamê KK li civinên KK û KG de beşdarî nekir li gorî bendê 12, xala 6 a destûra FKKSê di civîna 6em a KG de ku di 1ê hezîranê 2003ê de pêk hat ji endametiya KK derçû. Di şûna wî de Nûrî Salih bû endamê KK.

Nûrî Salih: Berpirsê komîteya kêmendam û salmezinan. Di 1.06.2003ê de bû berpirsê peywendiyên navxweyî yê FKKSê.

Komîteya Giştî (KG)

Salih Demir: Berpirsê Komîteya Herêma 1em

Loqman Ertaş: Endamê Komîteya Herêma 1em

Cemil Demircan istîfa kir Haluk Öztürk ket ciyê wî : Endamê Komîteya Herêma 1em

Diyar Mizûrî: Berpirsê Komîteya Herêma 3em

Husên Azerî: Endamê Komîteya Herêma 3em

Gelawej Baban: Berpirsa Komîteya Herêma 4em

Sebriye Heqarî: Endama Komîtya Herêma 4em

Adil Dihokî: Endamê Komîteya Herêpma 4em

Macîd Elî: Berpirsê Herêma 5em

Emîr Cirgîs: Endamê Komîteya Herêma 5em

Niyaz Ehmed: Berpirê Komîteya Herêma 6em

12. Newzad Welî: Endamê redaksiyona Berbangê

Komîteya Rewîsor: (KR)

Xalid Basdas

Lorîn Nasberg

Lokman Polat

Komîteya Rawêj (KR )

Mustafa Aydogan

Cemal Batun

Bubê Eser

Medya Hessen

Omer Sindî

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]