Bûbê Eser

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bûbê Eser
Jidayikbûn1955 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Bûbê Eser (jdb. 1ê kanûna paşîn a 1955an li gundê Xozberiya, Dêrika Çiyayê Mazî), nivîskarekî kurd e.

Kurtejiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bûbê Eser di sala 1955an de li gundê Xozberiya Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Wî dibistana xwe ya destpêkê li Qesra Qenco, navîn û lîse jî li bajarê Mêrdînê di sala 1973yê de qedand. Wî di sala 1971ê de dest bi siyasetê kir. Di sala 1975an de li Enqerê dest bi xwendina bilind a bi navê Akademiya Zanistiyên Aborî û Bazirganî (bi tirkî: Ankara İktisadi Ticari İlimler Akademisi) kir.

Di sala dawîn de ko wî yê zanîngehe xwe biqedanda, polîsan di dîroka 2ê sibata sala 1980yî de li Diyarbekirê, li cihê karê wî ew girtin. Ew 72 rojan di îşkencê û nêzîkê sê salan jî li girtîgeha bi nav û deng ya Diyarbekirê ko navê wê "5 nolu" bûyî ma û di 19ê gulana sala 1983an de ji girtîgehê hat berdan.

Piştî berdana xwe ya girtîgehê, ji ber binçavkirina polîsan û nexweşiya xwe mecbûr ma ko welatê xwe biterkîne.

Ew di 24ê çiriya paşîn a 1983an de li Swêdê bi cih bû û hê jî li wir dijî.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bûbê Eser ji sala 1992an û vir de dinivîsîne. Berhemeke wî a bi navê Gardiyan ko li ser rewşa wê girtîgeha bi nav û deng e di sala 1994an de di nav Weşanên Roja Nû de hatiye weşandin. Ew roman bi zimanê yewnanî jî hatiye wergerandin û weşandin. Her weha wî di Kovara Niştiman, Berbang, Nûdem û di Roja Nû de nivîsî ye. Wî di rojnameya Azadî, Dengê Azadî, Ronahî, Hêvî de nivîsî ye û niha jî nivîskarekî rojnameya Dema Nû ye.

Bûbê Eser niha di malpera înternetê ya bi navê nerinaazad.netê de gotarên xwe dinivîse.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Jiyanek, Roman, Çapa Yekêm, Weşanên Dozê, Stockholm/Swed, 2005; Çapa Duyêm, Weşanên Dozê, gulan 2006, Stenbol.
  • Gardiyan, Roman, Weşanên Roja Nû, 1994.
  • Rastıya Me, Makale, Çapa Yekêm, Weşanên Dozê, 2007.
  • Zewaca Şaş, Şano (Piyes), Weşanên Jndane, 1998.
  • Sîno Bû Efendî, Kurteçîrok, Çapa Yekêm, Weşanên Dozê, 2006.
  • Dîroka Rûreş, Şano (Piyes), Weşanên Sara, 2009.
  • Anfal û Jenosîd.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]