Fiat

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hilberîna amyaran piştî şerê cîhanê yê II.

Fiat S. p. A. fîrmayeke endustriyê û hilberîna otomobîlan a îtalî ye. Navenda wê li Turinê ye.

Navê wê yê dirêjî Fabbrica Italiana Automobili Torino (ku. Otomobîlfabrîka, fabrîka otomobîlê ya îtalî Turin). Divê bi fîrmaya heman komê ya bi navê Fiat Industrial û Markaya otomobîlê Fiat ve neyê tevlîhevkirin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 11'ê tîrmehê 1899'ê ji aliyê 8 kesan ve tê damezirandin ku yek ji wan Giovanni Agnelli senior ê bapîrê Giovanni Agnelli ye.

Yekem model 3 1/2 HP bû ku ji sala 1899 heya 1900 li dora 20 heb hatibûn çêkirin. Sala 1900'î 6/8 HP dertê û ji sala 1901'î ve jî 8 HP. Sala 1903 12 HP dikeve bazarê û heman salê dervefiroşî destpê dike.

Fîrmaya Fiatê sala 1909'ê li DYA fabrîkek li ava dike li gel otomobîlan hilberîna traktor, trên, motorên keştîyan, firoke ûêd dike.

Di 14'ê reşemiyê 2005'î de Fiat ni fîrmaya amerîkanî General Motors ve dibe yek.

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]