Şaneya niyan

Niyan, şaneya niyan an jî Floem (bi inglîzî: phloem) beşek ji şaneya lûleyî ya riwekên lûleyî ye, xurekên endamî diguhazîne hemû beşên riwekê.
Di sîstema lûleyî ya riwekan de av û xurekemadeyên endamî ji hev cuda, di sîstema lûleyên cuda de tên veguhaztin. Av û mîneral di şaneya darik de, xurekên endamî jî di şaneya niyan de tên guhaztin.
Şaneya niyan madeyên endamî yên wekî şekir, asîdên amînî, proteîn, hormon, asîda rîbonukleyî û hin mîneralan di nav avê de diguhazîne.[1] Di pelan de madeyên endamî bi karlêkên fotosentezê tên çêkirin, û ji pelan bo hemû beşên riwekê tên guhaztin. Hinek ji xurekemadeyên fotosentezê jî di reg û qedê riwekê de tê embarkirin. Gava pêdiviya riwekê bi xurekemadeyên embarkirî hebe, vê gavê, ji qed an jî regê, xurekemadeyên endamî bo hemû beşên riwekê tên guhaztin. Ango di şaneya niyan de guhaztina madeyên endamî ji pelan ber bi qed û regê, an jî ji regê ber bi qed û pelan ve cot arasteyî rû dide..
Di şaneya niyan de guhaztina xurekên endamî ji aliyê du xaneyên dirêj ve tê dabînkirin: xaneyên bêjîngî (bi înglîzî: sieve cells) û yekeyên lûleya bêjîngî (bi înglîzî: sieve tube elements). Ev herdu cor xane jî di temenê pêgihîştinê de zindî ne.[1] Riwekên tovrût (bi înglîzî: gymnosperms) û hin riwekên bêtov ên wekî serxes û dûvê hespê (qedqedok) (bi înglîzî: horsetails) tenê xaneyên bêjîngî lixwe digirin. Piraniya riwekên tovdapoşrav jî bi navbeynkariya yekeyên lûleya bêjîngî xurekan diguhazînin.[2]Di daran de şaneya niyan di beşa herî navî ya qalikê darê de cih digire. Niyana seretayî, bi geşeya seretayî ji beşa prokambiyuma marsîtema lûtkeyî ve tê çêkirin. Riwekên pirsalî (riwekên darî) de li dewsa niyana seretayî, guhaztina xurekemadeyan ji aliyê niyanên duyem ve tê dabînkirin. Niyana duyem bi geşeya duyem a riwekê tê çêkirin. Di riwekên dulep (bi înglîzî: dicotyledon) û riwekên tovrût de di navbera şaneya niyan û darik de merîstema teniştî ya bi navê kambiyuma lûleyî (bi înglîzî: vascular cambium) cih digire. Kambiyuma lûleyî bi dabeşbûnê, di reg û qedê riwekê de darik û niyanên duyem çêdike. Niyanên duyem ber bi aliyê derveyî kambiyuma lûleyî ve tên çêkirin.[3]
Di riwekên tovdapoşrav (bi înglîzî: angiosperms) de şaneya niyan ji çar cor xaneyan pêk tê: yekeya lûleya bêjîngî, hevalexane, parenkîmaya niyan û rîşalên niyan.[4]
Rîşalên niyan, xaneyên dirêj û qayişokî yên sklerenkîmayê ne. Rîşal qayişokî û qayimiya şaneya niyan dabîn dikin.[5] Parenkîmayên şaneya niyan bi gelemperî ji bo embarkirina xurekemadeyan kar dikin.[6]
Yekeyên lûleya bêjîngî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di şaneya niyan de, xaneyên ko şekir û hin madeyên din ên endamî ji bo hemû beşên riwekê diguhazînin, wekî “yekeyên lûleya bêjîngî” tên navkirin.[7] Di yekeyên bêjîngî de tenê diwarê seretayî heye û dîwarê xaneyê ligînîn lixwe nagire. Lê dibe ko hin caran diwarê duyem jî hatibe çêkirin.[7] Yekeyên lûleya bêjîngî zindî ne, lê di yên pêgihîştî de piraniya endamokên xaneyê, yên wekî navik, mîtokondrî û rîbozom hildiweşin an jî piçûktir û kêmtir dibin.[4]

Yekeyên lûleya bêjîngî bi dirêjî li du hev rêz dibin û lûleyek dirêj a bi navê lûleya bêjîngî (bi înglîzî: sieve tube) peyda dibe.[8] Xurekemade di nav avê de dihelin û di lûleya bêjîngî de tên guhaztin. Di riwekê de ne yek, lê bi şêweyî gurzan, gellek gurzên lûleya bêjîngî heye.
Di dîwarê xaneyê yên yekeyên lûleya bêjîngî û xaneyên bêjîngî de, qadên kunkunî yên taybet hene. Bi navbeynkariya kunên qadên bêjîngî (bi înglîzî: sieve areas) xaneyên guhêzer di nav têkiliyê de ne. Tîreya kunên qadên bêjîngî 1 µm heta 15 µm ne.
Di riwekên tovdapoşrav de qadên bêjîngî diguherin bo lewheya bêjîngî (bi înglîzî: sieve plate). Lewheya bêjîngî bi gelemperî di kotahiya dîwarê xaneyê yê yekeya bêjîngî de, di beşa ko du yekeyên bêjîngî yek dibin de cih digire.[7]Kunên lewheya bêjîngî vekirîne (diwarê xaneyê lixwe nagirin), di navbera yekeyên bêjîngî de herika şilemeniyê ji xanyek bo xaneya din hêsantir dikin. Ji ber ko lûleya bêjîngî ji xaneyên zindî pêk tê û xane jî sîtoplazma lixwe digirin, di şaneya niyan de guhaztina madeyan li gor şaneya darik hêdîtir rû dide.
Hevalexane
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li kêleka her yekeyek lûleya bêjîngî de, yek an jî zêdetir hevalexaneyek (bi înglîzî: companion cell) cih digire û alîkariya yekeya lûleya bêjîngî dike.[9]Hevalexane xaneyên zindî ne û navik lixwe digirin. Navik û rîbozomên hevalexaneyê, zîndeçalakiyên hevalexane û yekeya lûleya bêjîngiyê bi rê ve dibin. Di navbera hevalexane û yekeya lûleya bêjîngî de bi navbeynkariya gellek plazmodesmatayan, girêdanên sîtoplazmayî hatine avakirin. Di hin riwekan de hevalexane yên li pelê, şekirê ji fotosentezê diguhazîne yekeya lûleya bêjîngî û di lûleya bêjîngî de şekir tê guhaztin bo hemû beşên riwekê.[10] Di riwekên lûleyî yên bêtov û yên tovrût de, xaneyên bêjîngî li dewsa hevalexaneyan, bi xaneyên albumînus (bi înglîzî: albuminous cells) ve di nav têkiliyêde ne.[2]
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
- ^ a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- ^ Taiz, L. et al. (2022) Plant physiology and development. 7Th ed.Sunderland, MA, New York, NY: Sinauer Associates ; Oxford Univeristy Press ISBN 9780197614235
- ^ a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
- ^ Britannica Editors. "phloem" Encyclopedia Britannica, 3 Feb. 2022, [1] Accessed 16 November 2025.
- ^ Raven, Peter H.; Evert, R.F.; Eichhorn, S.E. (1992). Biology of Plants. New York, NY, U.S.A.: Worth Publishers. p. 791
- ^ a b c Taiz, L. and Zeiger, E. (2002) Plant Physiology. 3rd edn. Sinauer Associates.
- ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
- ^ Bhatla, S.C. and A. Lal, M. (2019) Plant Physiology, development and metabolism Satish C Bhatla, Manju A. Lal. Singapore: Springer
- ^ Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.