Here naverokê

Şaneya darik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ksîlem hat beralîkirin)
Av û xurek bi şaneya lûleyî ve tên veguhaztin

Şaneya darik, darik an jî ksîlem (bi înglîzî: xylem) şaneya lûleyî ya riwekan e bo guhaztina av û mîneralan ji regê ber bi hemû beşên riwekê.[1]

Di yewnanîya kewn de ji bo dep (text) peyva “xylon” (ξύλον) dihat bikaranîn. Şaneya ksîlemê navê xwe ji wir girtiye.

Sîstema lûleyî ya riwekan ji ya ajalan gellek cuda ye. Wekî mînak, di laşê mirov de, av û xurekemade ji rûviyan tên mijîn û tevlê plazmaya xwînê ya nav lûleyan dibin. Av û xurekemade di nav xwînê de bi şêweyî çerxî tên guhaztin. Xwîn ji aliyê dil ve tê pompekirin û bi navbeynkariya lûleyên xwînê av û xurekemade digihîjin hemû şaneyên laş. Paşê xwîn û xurekemadeyên mayî di nav lûleyên xwînê de vedigerîn dil û cardin tên pompekirin. Ango av û xurekemade di nav lûleyan de ji dil derdikevin, li her beşên laş digerin û dîsa dizîvirin dil.

Sîstema lûleyî ya riwekan bi şêweyî çerxî nîn e û herwisa av û xurekemadeyên endamî jî ji hev cuda, di sîstema lûleyên cuda de tên veguhaztin. Av û mîneral di şaneya darik de, xurekên endamî jî di şaneya niyan de tên guhaztin. Av û mîneral ji aliyê xaneyên reg ve tên mijîn û tên guhaztin bo lûleyên darik (bi înglîzî: vessels). Av û mîneral (xwê) di nav lûleya darik de, bi yek arasteyî ber bi qed û pelan ve tên guhaztin. Av di stomayên pelê de bi hilmbûnê, ji riwekê tê avêtin, mîneral ji aliyên xaneyên derdora lûleyan ve tên mijîn û ji bo zîndeçalakiyên xaneyê tên bikaranîn.[2] Şaneya darik de arasteya veguhaztinê ji reg ber bi pelan e.

Di riwekên tovdapoşrav (riwekên kulîlkdar) de şaneya darik ji çar cor xaneyan pêk tê: borrîke (bi înglîzî: tracheids), yekeyên lûleyî (bi înglîzî: vessel elements), parenkîmaya darik (bi înglîzî: xylem parenchyma) û rîşlên darik (xylem fibers). Ji van xaneyan, borrîke û yekeyên lûleyî ji bo guhaztina av û xwêyan kar dikin.[3]

Borrîke û yekeyên lûleyî, xaneyên guhêzer ên şaneya lûleyî ne. Ev herdu cor xane jî xaneyên mirî ne, di van xaneyan de endamok, sîtoplazma û parzûna xaneyê tune, tenê dîwarê xaneyê heye. Ji ber ko hundirê xaneyê vala ye û xane zirav û dirêj in, ev herdu cor xane jî dişibin borriyê.

Di borrîke û yekeya lûleyî de li gel diwarê xaneyê yê seretayî, dîwarê xaneyê yê duyem jî heye. Dîwarên xaneyê ligînîn lixwe digirin. Hebûna ligînînê herika avê ya nav xaneyan hêsantir dike.[4] Lîgînîn dîwarê xaneyê zexm dike û qayimiya xaneyê zêde dibe. Lîgînînbûna şanaya lûleyî, rê li ber riwekê vedike ko hê pirtir geşe bibe û dirêj bibe. Bi hebûna ligînînê, qed û qurmên riwekan bi têra xwe zexm dibin û li dij hêza rakêşiyê palpiştiya riwekê dikin. Her ko riwek dirêj dibin, ji siya riwekên din difilitin û ji bo karlêkên fotosentezê ji tîrojên rojê hê pirtir sûd werdigirin.[5]

Xaneya borrîke zirav û dirêj e, herdu seriyên xaneyê pîçek tûj in û girtî ne.Borrîke dîwarê xaneyê yê duyem ê bi ligînîn lixwe digire, dîwarê xaneyê gellek stûr e. Tîreya borrîkeyan bi qasî 10 heta 15 μm, dirêjiya wan jî bi qasî 50–100 μm ye.[6]Borrîke ji borrîkeya jêrê xwe avê digire û diguhazîne borrîkeya jorê xwe. Ango di riwekê de komên borrîkeyan hene. Hin borrîke li kêleka hev dirêj dibin, stuyê hin borîkeyan jî li ser stuyê borrîkeyek din de dirêj dibe.[2] Di dîwarê borrîkeyan de kun hene û wekî qulik (bi înglîzî: pit) tên navkirin. Di beşa qulik de diwarê xaneyê yê duyem tune. Av di nav dîwarê seretayî yê borrîkeyek de, bi navbeynkariya qulikan, ber bi borrîkeya li kêlaka wê diherike.[6]

Qulikên borrîkeyê li hember qulikên borrîkeya cîrana xwe de cih digirin. Qulikên herdu borîkeyan wekî cota qulikan (bi înglîzî: pit pairs) tê navkirin. Gava av di cota qulikan de diherike, di nav du diwarên xaneyê yên seretayî de derbas dibe.‌[4]

f: xaneya rîşal w.p: parenkîmaya darik tr: borrîke p.v: lûleya darik sp: beşek ji lûlpêça lûleya darik

Herî kêm 420 mîlyon sal e ko hemû riwekên lûleyî borrîke lixwe digirin. Lûleyên darik ji borrîkeyan gellek paşê hatine peresîn û hema di hemû riwekên tovdapoşrav de cih digirin.Di riwekên kulîlkdar de borrîke bi gelemperî di lûleyên zirav ên pelan de cih digirin. Hema bigire hemû riwekên tovrût û hin riwekên lûleyî yên bêtov de şaneya darik tenê borrîke lixwe digirin.Ango piraniya riwekên tovrût û hemû riwekên lûleyî yên bêtov, lûleyên darik lixwe nagirin.[7]

Yekeya lûleyî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yekeyên lûleyî ji borrîkeyan kurtir û stûrtir in, dîwarê xaneyên wan teniktir in.[4] Li aliyê tenîştî yên yekeyên lûlelî de kun hene, av bi navbeynkariya kunan, di navbera yekeyan de, bi berwarî jî tê guhaztin. Gellek yekeyên lûleyî li dû hev rêz dibin, stûnên vala yên bi şêweyî borrî peyda dibin. Her stûnek wekî lûleya darik (bi înglîzî: vessel) tê navkirin. Dibe ko tîreya lûleyek darik bi qasî 0.7 mîlîmetre be.‌[8]

Gava yekeyên lûleyî li ser hev rêz dibin, di beşa jêr û jor xaneyên rêzê de dîwarê xaneyê yê seretayî û yê duyem dihele (hildiweşe) û kunkunî dibe. Kunkunîbûna (bi înglîzî: perforation) xaneyan ji qulikên borrîkeyan cuda ye. Di qulikên borrîkeyan de dîwarê duyem dihele lê yê seretayî dimîne. Bi kunkunîbûnê, herika avê ji yekeyek lûleyî ber bi yekeya din, hêsantir dibe.Di navbera yekeyên lûleyî yên li kêleka hev de cotên qulikê hene û dişibin cotên qulikên borrîkeyan. Ava ji yekeya lûleyî, di cotên qulîkan de di nav dîwarê xaneyê yên seretayî de derbasî yekeya lûleyî ya cîran dibe

Hemû riwekên lûleyî, borrîke lixwe digirin, lê lûleya darik bi gelemperî tenê di pêkhateya riwekên tovdapoşrav de cih digire. Ango piraniya riwekên tovrût û hemû riwekên lûleyî yên bêtov, lûleyên darik lixwe nagirin.[7]

Xaneyên parenkîma xurekemadeyan embar dikin û di riwekê de guhaztina berwarî ya av û xwêyan dabîn dikin. Rîşalên darik jî palpiştiya riwekê dikin.[7]

Bi debaşbûna merîstema lûtkeyî ya di reg û qedê de, şaneya darik a seretayî jî peyda dibe. Di riwekên dulep (bi înglîzî: dicotyledon) û riwekên tovrût de di navbera şaneya niyan û darik de merîstema teniştî ya bi navê kambiyuma lûleyî (bi înglîzî: vascular cambium) cih digire. Kambiyuma lûleyî bi dabeşbûnê, darik û niyanên duyem çêdike. Bi dabeşbûna kambiyuma lûleyî, tîreya reg û qedê riwekê zêde dibe.[9]

Di riwekên pirsalî (darî) de piraniya qebareya reg û qedê ji şaneya darik a duyem pêk tê. Darika duyem bi geşeya duyem ji aliyê kambiyuma lûleyî ve tê çêkirin. Xeleka darika duyem, darika seretayî dipêçîne. Bi çêbûna darika duyem, darika seretayî ber bi navî ve tê paldan. Darika seretayî ji ber paldana darika duyem, pehn dibe, û êdî nikare av biguhazîne. Her ko darikên nû tên çêkirin, darikên kevn hê pirtir tên guvaştin. Darikên kevn di reg û qedê riwekê de mîna peyker kar dikin û palpiştiya riwekê dikin. Di riwekên pirsalî de, di qurm (bi înglîzî: trunk) û guliyên stûr de tenê darika duyem a li aliyê derve çalak e û wekî darika nerm (bi înglîzî: sapwood) tê navkirin. Beşa navî ya qurm û guliyan ji darikên mirî pêk tê, pêkhateyek qayîm e û wekî darika pîtew (bi înglîzî: heartwood) tê navkirin. Dep (texte) ko di pîşesaziyê de ji bo çêkirina kelûpelên darîn tên bikaranîn, ji darika pîtew tê bidestxistin.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ Petruzzello, Melissa. "xylem". Encyclopedia Britannica, 1 Mar. 2025, [1] Accessed 5 November 2025
  2. ^ a b SMauseph. (1998). Botany An Introduction To Plant Biology. Jones & Bartlett Pub
  3. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  4. ^ a b c Taiz, L. and Zeiger, E. (2002) Plant Physiology. 3rd edn. Sinauer Associates.
  5. ^ Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  6. ^ a b Bhatla, S.C. and A. Lal, M. (2019) Plant Physiology, development and metabolism Satish C Bhatla, Manju A. Lal. Singapore: Springer
  7. ^ a b c Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  8. ^ Taiz, L. et al. (2022) Plant physiology and development. 7Th ed.Sunderland, MA, New York, NY: Sinauer Associates ; Oxford Univeristy Press ISBN 9780197614235
  9. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.