Floem

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Flohim hat beralîkirin)
Floem

Floem an jî phloem (bi inglîzî: Phloem), di riwekên faskuler de, bi saya fotosentezê adan pêk tên. Ji bo ku riwek jîna xwe berdewam bikin, divê ev adan li cihên riwekê ku hewcetî pê adan çêdibin bên veguhastin. Tevîneka ku vê karê veguhastinê dike, floem (phloem) e.[1] Floem tevînekeke ganî ye ku ji lûleyên biçûk pêk tê. Floem di riwekan de, li tewqa herî hundir a qalikê darê de ye. Ji ber vê yekê navê wê ji zimanê latînî φλοιος (phloios) tê û wateya wê jî qaşikê darê ye.

Spiya pelê û kêzikên din, lûleyeke zirav tê hundirê riwekê dikin. Ew bi vê lûleyê ji hundirê şaneyên floemê adan ji xwe re derdixin û bi vî awayî xwe xweyî dikin.

Xaşîleyên ku di navbera şaneyên floemê de ne, li gorî ksîlemê biçûk in. Ji ber vê yekê veguhastina ksîlemê ji veguhastina floemê leztir e.

Jê cuda binêrin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]