Ganî Mîrzo
Ganî Mîrzo | |
---|---|
![]() Hunermendê kurd Ganî Mîrzo (2019) | |
Jidayikbûn | 1ê kanûna paşîn a 1968an (55 salî) Qamişlo, parêzgeha Hesîçeyê, Rojavaya Kurdistanê, Sûrî |
Perwerde | |
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Ganî Mîrzo an jî Xeniyê Mîrzo, hunermend û muzîkjenekî kurd e.
Ew di sala 1968an de li Qamişloka Rojavaya Kurdistanê (Sûrî) ji dayik bûye. Ji destpêka sala 1990î û vir de ew li bajarê Barselona yê Ketelonyayê dijî û dixebite. Mîrzo li Heleb (Sûrî) û Spanyayê mûzik xwendiye û elementên muzîka kurdî bi flamenkoya spanî ve girêdaye. Ta niha çar CDyên wî derketine.
Xeniyê Mîrzo û Komeleya Muzîkjenên Bêsînor[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di sala 2018an de Xeniyê Mîrzo bi hevkariya Komeleya Muzîkjenên Bêsînor 250 alavên muzîkê pêşkêşî peymangeh û dibistanên muzîkê yên Kurdistanê kirin[1].
Peymangeha Mîrzo ya Muzîkê û projeyên alîkariyê bo êzidiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di sala 2019an de li Xanesora Şingalê navenda hunerî û muzîkê ya bi navê Peymangeha Mîrzo ya Muzîkê bi alîkariya Xeniyê Mîrzo hate vekirin[2][3].
Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Ronî
- Totico (Totiko)
- 1001 Noches (2006)
- Kampo Domîz (2014)
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
http://www.ganimirzo.com/ Girêdana arşîvê 2008-03-14 li ser Wayback Machine