Gerrusî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Gerrusî zaravayekî Kurdî ye, ku li girtûperê (derdorê) bajarê Bîcarê tê axaftin û wisa yek ji devoken Kurdiya Başûr nas dibe. Gerrusî bi zaravayên Kelhûrî û Lekî pirr nêzî ye.

Bernava[biguherîne]

Gerrusî Kelhûrî Lekî Soranî Kurmancî
mi, min min, mi mi, min min, emin ez
to tû, ti to, eto tu
ew, o ew, o ew, o ew, o ew
îme îme îme ême em
îwe îwe, yûwe hûma êwe, engo hûn, hingo
ewan ewan ewan ewan ew

Rêziman[biguherîne]

Rêzimanê Gerrusî mîna zaravayên Kurdiya Başûr yên din e. Tenê li Gerrusî de (mîna Kelhûrî) mirov dikare jibo çê kirina demê nikayî hem "di-" bi kar bîne hem jî ne. Belam (lêbelê) carna demê nikayî tenê bi "di-" tê çê kirin:

Gerrusî Kelhûrî Lekî Soranî Kurmancî
mi mirim/dimrim min mirim/dimrim mi memrim min demrim/emrim ez dimirim
to keyd/dikeyd tû key/dikey tû mekey to dekey/ekeyt tu dikey
ew mînî/dimînî ew mînî/dimînîd ew memînê ew demênê/emênêt ew dimîne
îme wînîm/dûynîm îme diwînin/dînîm îme mewînîm ême debînîn/ewînîn em dibînin
îwe diron/doron îwe diron/doron hûma meron êwe deron/eron hûn diherin*
ewan dîyên ewan dên ewan mîyen ewan dên/tên ew tên

Hindek Wûşeyên Taybetmend[biguherîne]

Gerrusî Kelhûrî Soranî Kurmancî
kenî kanî kanî kenî, kanî
kûwe kîf kêw, kêf, ko çîya
hûrd hûrd wird hûrd
hûşk hûşk wişk hûşk
xwastin tûwastin wîstin, xwastin xwastin
hûz, dê gund, dê gund
deng deng, hena deng deng
sîye reş, sîye reş, sîya reş
çew, çow çew çaw çev, çav
we we be bi
wirsî birsî birsî birçî
bîn bîn bûn, bîyîn bûn, bîîn*
çîn çîn çûn, çîn çûn
ayîme îse êste nûha, aniha

Helbestek Bi Kurdiya Gerrus[biguherîne]

bîçare kesî ki yar neyrî
ley xûrbete dilten û nemûre
dil wer dil û dîdari to cûr e
çen sale min û dil dizanîm
tenya dili to leman we zûr e
dilrehm û xwanas û ezîzî
rasî dilegem, to hayde kûre?

.....

pûney qeşen û wexti cûwanî
wesfi to dikem we her zûwanî
we çew dimijim eşq û wefay to
qisyey dilim e xwa dizanî...


Helbestvan: B. Q. Daxî, ji pertoka wê ya "Delaqey Derya (Helbest Bi Kurdiya Gerrusî)


Wergîran:

hêjar ew kes kû yarê wê çine
li wî xûrbeta behêvîtî û dilsar
dilê min bi carna dîtina te xweş e
çend salan ez û dil dizanin
tenê dilê te (evîna te) ji me re bes e
tu bi pîyare û xwedênas û birêzî
lê evîna min, tu li kû derî?

....

pûdîneya bedew û demê ciwanîtî/xortî
ez ji te dibêjim bi her zimanek
ez bi çevên xwe hêstirên evîn û wefaya te dimijim
xwedê dizane vê qiseya dilê mine (pirr rast e)...