Gotûbêj:Îlahiyat

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Paşgir û çavkanî[çavkaniyê biguhêre]

Silav @MikaelF: , @Balyozxane: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Penaber49: @Gomada: , @Ferrus: , @Biyolojiyabikurdi: @Xwedêda:, @Mehk63: . Ez jî bona standartkirina zimanê Kurdî me . Gelo ji bo peyva dînnasî çavkanî he ye ? Min di ferhenga xwe de tenê peyvên dînzanî , olnasî / olzanî , teolojî , îlahîyat û ayinzanî dît . Peyvên bi paşgira -zanî pirsgirêk in ji ber ku di Wîkîpediyaya Kurdî de me ew bi paşgira -nasî standart kiriye . Ez ne zimannas im ema dibe ku paşgira wê ji ferhengê de tê diguherin ? Ji ber ku ez ne pispor im dipirsim. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 15:38, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Spas bo vekirina vê nîqaşê. Çavkaniyên dînnasî hene [1], [2], [3], [4], [5]. Herwiha ji bo standardiyê dînnasî ji olnasiyê çêtir e ji ber ku gotara sereke li ser dîn e. Dîsa jî îlahiyat zêdetir tê bikaranîn loma em îlahiyat bikin dibe? --Balyozxane (gotûbêj). 15:45, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: Ji ber vê yekê min tenê peyvên ku min dît navnîş kir. Lê gelek spas ji bo çavkaniyên te. Dû re min ji hevalê xwe MikaelF re pêşniyar kir ku sernavê gotarê dîn biguherîne ji ber ku dîn di kurdî de du wateyên xwe hene (ol û stupid/dumm/deli). Cûdakirin wisa zor e . Peyva ayîn jî heye. Ez difikirim ku wateya ema pirin . Peyva teolojî jî gengaz e lê bi giranî li cîhana rojava tê bikaranîn. Îlahiyat jî gengaz e, lê nizanim kesên ne misilman (êzîdî, xristiyan, zerdeştî û hwd.) vê gotinê dipejirînin. Û paşê peyva olnasî jî he ye . Nêrîna te li ser vê mijarê ça wa ye? Avestaboy (gotûbêj) 16:13, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Min berê jî gotibû meriv ji kontekstê fêm dike mirov behça dînê çi dike. Qet zoritiya wê nîne. Peyva ol nav xelkê de hema bêje qet nayê bikaranîn. Loma yan îlahiyat yan jî dînnasî ya herî baş in. --Balyozxane (gotûbêj). 16:17, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: Ez li dijî peyva Îlahiyatê me. Ti têkiliya wê bi peyv û sernavên kurdî yên din re tune. Tenê bi peyva dîn re piçek pirsgirêkek min heye ji ber ku 2 wateyên wê peyvê hene. Hem olnasî hem jî dînnasî dê çêtir be. Lê Olnasî tenê wekî sernavekî baş e ku hûn sernavê ji Dîn jî biguherînin Ol. Ez olnasî an jî dînnasî wek sernav pêşkeş dikim. Lê ez naxwazim bi tenê biryarê bidim. Dê baş be ku bikarhênerên din nerînên xwe li ser wê binivîsin . Avestaboy (gotûbêj) 16:52, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

P.S . @Balyozxane: Gelo tu li ser peyva xwedanasî çawa difikirî ? Gotara Xweda he ye [Bikarhêner:Avestaboy|Avestaboy]] (gotûbêj) 17:23, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Naxwazim dûrî xelkê bikevim, dînnasî dîsa hêsantir tê fêmkirin. Bila îlahiyat be yan jî dînnasî be. --Balyozxane (gotûbêj). 17:45, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
„Bi Xwedê“ ez nizanim, li gor min ev tenê formalîteyek e. Ji xwe ev navên ku em qalê dikin di destpêka gotarê de - di yekemîn hevokê de - têne jimartin. Lewma ji bo min nav qet ferq nake.Ferrus (gotûbêj) 17:56, 7 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane, Ferrus, û Avestaboy: Merheba hevalino. Bi dîtina min, peyvên "Îlahiyat" an "Teolojî" zêdetir likar in. Lewma em dikarin yek ji van bi kar bînin. Dînnasî jî dibe, maneya wê lê tê, lê belê bibe yek ji wanên ku zêdetir likar wê çêtir be ez dibêjim. -- Bikarhêner (gotûbêj) 13:07, 8 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]