Gotûbêj:Şiyan (fizîk)

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Navê Zanistî[çavkaniyê biguhêre]

Silav. Gelo wek têgeh "Xurtanî" li gor kîjan çavkaniyê li şûna "power"ê bi awayekî zanistî hatiye bikaranîn? Mînak hene? Hek ev têgeh ne xwedî bingeheke xurt be hin pêşniyarên min hene; wek "zever" an "şiyan". Lê divê tenê yek peyvek şûna "power"ê bi awayekî zanistî bigre. Û ez li dijî bikaranîna "hêz"ê jî me di vir de, divê ew berdêla "force"ê be. An jî berevajî. Divê têgeh tenê wateyekê werbigrin di zanistê de. Ji kerema xwe hûn jî ramanên xwe bibêjin. @Şêr, Bikarhêner, Ghybu, Mohajeer, û Jiju:Pispor (gotûbêj) 23:37, 14 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]

@Şêr:Silav, di pirtûka Fîzîk Amedeyî 1ê de (amedekar: Rodî Hemê) hêz hatiye bikaranîn. Rûpel 32: Hêz: Ji karê ku di yekeya(mena) dem de tê kirin re hêz tê gotin. Karê ku li ser cisim tê kirin, enerjiya cisim zêde dike. Ji ber vê yekê, pênaseyeke giştîtir a hêzê; leza veguhastina enerjiyê ye. Di heman rûpelê de pênaseyên hêza navîn û hêza kêlî jî hatiye kirin û di cihekî de di nav kevaneyan de peyva quwet wekî hevwate hatiye bikaranîn. --Jiju (gotûbêj) 07:16, 15 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Silav Şêr Min jî peyva hêz bi wateya înglîzî power û energy dît û şiyan û şiyanî wekî hevwateya wê. Min peyvên "xurtanî" û zever qet nedîtine. Li Wîkîpediya behsa hespxurtanî dikin, lê bi dîtina min hêza hespî yan ji şiyana hespî rast e (horse power). Mirov behsa hêz û livînê jî dikin. --MikaelF (gotûbêj) 09:56, 15 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Bawer dikim, divê ev ji çêkerê rûpelê @KurdoChali: bê pirsîn? Wisa xuya dike ku ji peyva xurt hatiye çêkirin? Gelo bi rastî li herêma Behdînan ev peyv di wateya hêzê de tê bikaranîn? Anjî cenabê te @KurdoChali: ev peyv çêkir?—Gomadapeyam 10:25, 15 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Silav hevalino. Wek min di peyama ewil de jî gotibû, di ferheng û nivîsên teknîkî yên heta niha min dîtiye de "hêz" bi du wateyan tê bikaranîn; hem "force" hem jî "power". Divê yek ji vanan bê bijartin û tenê ji bo wê bikaranîn û ji bo ya din alternatîfek bê dîtin. Li gor dîtina min "hêz" li "force"ê bêhtir tê û ta niha bo wê zêdetir hatiye bikaranîn. Loma ez dibêm ji bo "power"ê têgeheke nû (ne nû-afirandî, lê bijartî û diyarkirî) divê. Bnr. li ser endezyar.orgê bi wateya "force". Lê wek "power"ê jî hatiye tomarkirin.Pispor (gotûbêj) 13:42, 15 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Dîsa li ser endezyar.orgê ji bo "power"ê "şiyan" û "tiwana" hene. Şiyan, tiwana. Çavkaniya van jî Ferhenga Zaravên Teknîkî ya Beşa Amedê ya TMMOBê ye. —Pispor (gotûbêj) 14:21, 15 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Peyva Xurtanî min li çi cihan nedîtîye birastî û divêt em zêde givaşê li ser bikarhêneran çênekin ku divêt îlla çavkanîyek hebe...Em bi zimanekê bêdewlet li vir xwebexş dixebitin ku zimanê me pêşvebiçe. Ji bo peyv çêkirinê divê em zêde li dij nebin heta ku alternatîfek baştir were dîtin. Eger ji bo wê peyvê em nkarin alternatîfekê biafirinin, bila wek xwe bimîne Mohajeer (gotûbêj) 21:35, 15 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
@Pispor, Bikarhêner, Gomada, Mohajeer, û Jiju: "Fizîk bi kurdî" li ser werger.wordpress.com jî heye. Peyvên hêz (F, force), wize (E, energy) û zor (P, power) pêşniyar dike. Silav --MikaelF (gotûbêj) 05:34, 16 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]

li ser malpera youtube hin xebat hene derbarê fîzyayê de. Xebat ji aliyê mamosteyên li Başûrê Kurdîstanê ve hatiyê amadekirin. Dibe ku ev xebat kêrê te were.

https://www.youtube.com/watch?v=cy54XGreaUY

https://www.youtube.com/watch?v=xnszCkDUG_A

https://www.youtube.com/watch?v=rDlY706Wz0s

Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 07:27, 16 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]

Silav Biyolojiyabikurdi gelek spas ji bo van girêdanan! Wize (E, energy) û şiyan (P, power) bi kar tînin, ne wisa? Ez pêşniyaz dikim ku em navê vê gotarê biguherînin bo "zor" yan "şiyan". --MikaelF (gotûbêj) 07:15, 17 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]

Ji boy peyva power a îngilîzî di zanista fîzyayê de peyva “tiwana” tê bi akaranîn. Li vî vîdeoyê[1] de xuleka 10emîn de jî tê dîtin.Ango, FORCE = HÊZ, ENERGY=WÎZE, POWER= TIWANA .Herwisa li ser malpera wîkîpediya ya soranî jî wisa ye[[2]]Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 17:11, 17 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]

@Biyolojiyabikurdi, Şêr, Bikarhêner, Ghybu, Mohajeer, Jiju, û Avestaboy: "Tiwana, tuwana" soranî ye; "şiyan" jî behdînî ye, anku kurmancî ye û "şiyan" di vîdyoyên din de dihê bikarînan.
  • Heke pirranî mirov li Wîkîpediya kurdî bibêje:
  • 1) (Min) natuwanim bihêm. Bila (P = tiwanîn, tuwanîn, tiwana, tuwana) be.
  • 2) Ez neşêm bihêm. (P = şiyan, şiyanî)
  • 3) Ez nikarim bêm. (P = karîn?, zor, şiyan)
  • 4) Ez nikanim bêm. (P = kanîn?, zor, şiyan)

Ji bo vê hindê, F = hêz û E = wize, wuze (ne wîze, ne wûze) û P = şiyan, zor, karîn, tuwana (soranî), tiwana (sormancî)... Bimînin di xweşiyê de --MikaelF (gotûbêj) 07:28, 18 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]

Hevalno, bi dîtina min hêz ji bo force a ingilîzî ye, ji ber ko di kurdîyê da hêz bi rengekê gelek serrasttir ji bo wan têgehan dihêt yên ko wekî force-ê a ingilîzî dixoyin, mîna: hêz bide, hêz di min de nemaye. Ya ez dizanim hêz ji peyiva poserê şaştir e. Bi dîtina min şîyan (an yên ko bixwazin şiyan) ji bo powerê baştir e. Dimîne peyiva enerjî. Kurdan ji berê ve li Başêrê wize ji bo enerjîyê xebitandîye, ko em li dijê wê jî bin, êdî cihê xwe girtîye. Peyiva potansîyel jî bi dîtina min bibe berşîyanî baş e, anko şîyaneka hêşta nexebitandî ye. --KurdoChali (gotûbêj) 11:21, 29 sibat 2020 (UTC)[bersiv bide]